Jinên mexribî li dijî heqaretê dest bi kampanyayê kirin

Tevgera Parastina Azadiya Kesayetan Malî a Mexribê li hemberî nîqaşên ji bo testa bekaretê ku di van demên dawî de zêdetir ketiye rojevê li ser medyaya civakî kampanyayek da despêkirin.

 
HENAN HARÎT
Mexrib- Tevgera Parastina Azadiya Kesayetan "Malî" li dijî nîqaşa ku ji bo testa bekaretê ango ceribandina keçikbûnê ku li Mexribê ketiye rojevê, bi destpêkirina kampanyayek li ser medyaya civakî şermezar dikir û da zanîn ku ev heqareteke li hemberî kesayetiya jinan.
Fatima 35 salî ya li Dar Al-Beydi dijî, ji ajansa me re çîroka keşfkirina keçbûna wê ya ji hêlal destgirtiyê wê ve hatiye xwestin vegot. Fatima dibêje: "Piştî ku em du sal destgirtiya me de derbas bû, destgirtiyê min daxwaz kir ku ez îsbat bikim ka ez keçim an na. Daxwaza wî ez hêrs kirim lewre ev yek bêbawerî ye û heqeratê li kerameta min dike û nîşan dide ku ew ji min hez nake." 
Ramanên ku bedenê namûs dibînin
Fatima wiha domand: "Ev destpêka nakokiyên me bû, mixabin tevî ku asta wî ya perwerdehî û çandî baş bû jî wiha fikirî û daxwaz kir. Ev yek ji ber zîhniyeta civakê ya ku bedena jinê wekî namûsê dibîne ye. Mixabin neguherî ye wekî xwe maye, hemû hevdîtinên me bi gengeşî û şer bi dawî dibûn. Heya rojek ji min re got tu çima naxwazî kontrola keçikbûnê bikî, xuyaye tiştekî vedişêrî?" 
Li ser hestên xwe jî ev yek diyar kir; "Mixabin gotinên wî wekî xencerek li dilê min ketin, min xwe ranegirt, hêrs bûm hêstir ku ji çavên min diherikîn. Min jê re got êdî ez wî naxwazim û pê re nezewicim. Pirsgirêk ne bi xeyalên ku di serê wî de bûn, ev bêbaweriya wî nîşan dide. Ez naxwazim ji bo kontrolê biçim bijîşk lewre ez ji şerefa xwe bawer im." 
Lê ev yek bi dawî nebû, nîqaş berdewam bû heya rojek got yan ez ê bi ya wî bikim an wê dev ji min berde lê dawiyê min bi ya wî kir.
Kontrol tecawiz e
Der barê keşifkirina keçikaniya wê û rewşên ku rûdane Fatime ev diyar kir; "Kêliyên herî bi tirs bûn, heyacenek ji tirsê ez girtim. Dema ku bijîşk got ew keçik e, ken û kêfxweşiyek bi destgirtiyê min girt ez hembêz kirim. Dema em derketin dest bi xewn û xeyalên ku ji bo jiyana me ya piştî zewacê ji xwe re çêkiribû kir lê dengê wî nedihat min. Tenê dengek gazî min dikir digot Fatima bireve dev ji vî kesî berde ger tu nerevî dê şevên te her tecawiz bin, wek rewşa tu îro, lê rast hatî. Ev yek bû sedema biryargirtina dûrketin jê û dawiyê min dev ji wî berda." 
Kampanyaya li dijî kontrolkirinê
Çalakvana hiqûqî ya tevgera "Malî" Ibtîsam Leşikir kampanyayek li dijî kontrola keçikbûnê da destpêkirin û diyar kir "Ev kampanya li dijî tundiya li ser beden û zayendiya jinan e lewre bandorek derûnî û bê baweriyê li ser rûmeta wan çêdike."  
Ibtîsamê bi daxuyaniyek ji ajansa me re bal kişand ser sedema destpêkirina vê kampanyayê û da zanîn ku ev wekî peyamek e ji mêrên têkiliyên xwe bi jinan re bi tundî û bêbawerî dest pê dikin.
Her wiha çalakvana mexribî ev yek wekî tundiyek zayendî û îşkenceyek ku di şeva dawetê de pêk tê dibîne û diyar dike ku ev yek tê wateya tecawizê
Têkoşîna ji bo mafên zayendî
Ibtîsam Leşikir li ser kontrola keçikbûnê ev nirxandin kir “Em ê ji bo mafên zayendî û hemû cureyên tundiyê zilamtî têbikoşin. Ji ber ku ev kiryar, bi tecawizkirina cinsî re têkildare. Ev  ceribandin û kontrol li dijî kesayetiya jinan heqaret e.
Ibtîsam Leşikir rave kir ku kampanya bi delîlan dagirtiye, wekî nêrînên bijîşkan û vîdyoyên ku der barê vê mijarê de hatine girtin û bi sê zimanan, Erebî, Feransî û Înglîzî, ye her wiha li ser malperên ku ji bo vê mijarê hatine veqetandin tê weşandin.  
Di kampanyayê de hatiye xuyakirin ku ji sedî 50 ji jinan di têkiliya zayendî ya yekem de xwînê narijîne, ji ber ku pirî jinan bê putan ji dayik dibin lê yên din nerm in û bi têkiliyê bandor nabin.
Ya herî xirab ew e ku jin ji mafê çarenûsê bêpar bimîne
Leyle jî weke Fatima bedîl e wê jî nexwest nasnameya xwe eşkere bike. Leyle ya 25 salî ku bi azadiya ferdî bawer dike, piştgiriya vê kampanyaya bêhempa dike û diyar dike ku ev kampanya wê bi encam bibe ji ber ku kontrolkirina keçikan bandorek neyînî ya derûnî û zayendî li ser keçikan dike û dibêje "Bi nêrîna min tiştê herî xirab ew e ku jin ji mafê çarenûsê bêpar bimîne." 
Her wiha Leyle wiha domand: "Mecbûrkirina ji bo kontrolkirinê ji nezanînê tê divê têkoşînek bênavber di her nîqaşê de bê kirin û ev kampanya wê ancamên erênî bi xwe re derxe hole."
Tê diyarkirin ku di nava civaka Mexribî de û bi taybetî li gundan ev edet li pêş e divê keçik ji hêla bijîşkan ve were kontrolkirin da ku keçikbûna wê misoger bikin. Pirî caran ji hêla malbata keçikê ve tê kirin da ku ji mala zavayê xwe re paqijiya keçikê teqez bikin.
Tê hewldan ku di şeva zewacê de, hin malbatên Mexribî serê sibê pêvajoya deflasyona keçaniyê pîroz dikin, ji vê rêûresmê re bi devoka Mexribê "sabouh" tê gotin. Şekirek dixin nava patikên spî yên ku bi xwîna keçikê qirêj bûye û pê dîlanê digrin. Bi peyva"wê rûyê sor ê bavê xwe efû kir" ango qala paqijbûna bûkê û parastina wê û şerefa malbata xwe dikin.