Jinên Mexribê di navbera bêkarî û hejariyê de dijîn

Di daneyên ji aliyê Komîseriya Bilind a Plandanînê ya Mexribê ya di 3’ê Tebaxê de hatin weşandin de diyar bû ku rêjeya bêkariya jinên Mexribê ji sedî 15,6 gihîştiye ji sedî 15,9 û li gorî Neteweyên Yekbûyî, Mexrib di nava welatên beşdarbûna jinan di hêza kar de kêm dimîne. Mexrib di nav 135 welatan de, di rêza 128’an de ye.

Di daneyên ji aliyê Komîseriya Bilind a Plandanînê ya Mexribê ya di 3’ê Tebaxê de hatin weşandin de diyar bû ku rêjeya bêkariya jinên Mexribê ji sedî 15,6 gihîştiye ji sedî 15,9  û li gorî Neteweyên Yekbûyî, Mexrib di nava welatên beşdarbûna jinan di hêza kar de kêm dimîne. Mexrib di nav 135 welatan de, di rêza 128’an de ye.
HENAN HARIT
Mexrib- Çend daneyên fermî yên ji aliyê Komîseriya Bilind a Plandanînê ve li Mexribê hatin weşandin, piştrast kirin ku bêkarî di nav jinan de bi awayekî berbiçav zêde dibe. Di daneyên  dawî yên ku di 3’ê Tebaxê de hatin weşandin de diyar bû ku  rêjeya bêkariya jinan ji sedî 15,6 gihîştiye ji sedî 15,9. Daneyên berê yên heman saziyê nîşan dan ku zêdetirî ji sedî 35,3 ji karmendan di çandinî, daristan û masîgiriyê de wekî karkerên destî dixebitin, ji sedî 14 wekî karkerên di pîşeyên biçûk de, ji sedî 11,3 jî wekî pîşekar dixebitin, ji sedî 8,8 wekî rêveberên payebilind an endamên pîşeyên lîberal û ji sedî 7,8 di nav koma karkerên çandiniyê de, masîgir, karên daristan û nêçîrvanan de ne.
Di rapora jêrîn de, ajansa me guh da çend jinên Mexribê yên ku ji bêkariyê êşê dikşînin ku hin ji wan ji ber şert û mercên zehmet mecbûr in karên xeternak û kêm perê bipejirînin. Gelo  çima bêkarî di nav jinan de zêde dibe û çi dibe sedem ku ew bi hejariyê re rû bi rû bin?  Çareseriyên pêşniyazkirî ji bo derketina ji vê tarîtiyê çi ne? 
“Hêviyên min têk diçûn” 
Fatîma Rafikî ya 32 salî, ji bajarê Dar EL-Beyda ye bi salan e bêkar e, ji me re çîroka xwe wiha vedibêje: "Ez di sala 2004’an de ji beşa Zanistên Înglîzî derçûm û bi salan e ez bêkar im. Xeyalên min têk çûn û pêşeroja min tarî xuya dike, beriya derçûnê xeyal û hêviyên min hebûn, min digot ez ê di mezintirîn pargîdaniyan de bixebitim û wesayîdeke min hebe û serxwebûna xwe ya darayî pêk bînim. Lê dema ku ez li kar geriyam ez bi rastiya heyî re matmayî mam. Her ku salek derbas dibû, hêviyên min têk diçûn."
Tunela tarî
Fatîma Rafikî qet nizanibû ku çarenûsa wê di çêkirina şirînahiyê de biqede û dawiya xeyalên xwe binivîse û derbasî riyeke girtî bibe. Li ser vê yekê wiha dibêje: "Derbasbûna salan hişt ku ez xwendina xwe ji bîr bikim heta ji ber ku êdî ez pê napeyivim zimanê min ê Ingilîzî jî winda bû. Mehaneya bavê min kêm bû û birayên min jî hebûn niha dixwînin, min dît ku pereyê bavê min tenê têr nake, ji ber vê pêwîst bu ku ez karekî bifikrim û min berê xwe da çêkirina şîraniyê."
Tirsa ji pêşerojê
Li aliyê din Nesîma A. ya 22 salî ku nexwest navê xwe aşkere bike û di beşa hiqûqa taybet de xwendekar e. Bi vî awayî, navê wê tevli lîsteya bêkarên parlamentoya li paytext Rabatê, şermezar dikin, bibe wiha dibêje: “Ez ditirsim ku piştî derbiçim di pêşerojê de, bêkar bimînin. Ez ê her fersenda ku bikeve destên min bi kar bînim û di cih de ger şert û merc destûr bidin ji Mexribê koçber bibim, li welatek Ewropayê derfetek kar peyda bikim û di nav rêzên bêkaran ên li Mexirbê de nemînim." 
“Ev pere mirovan dewlemend nake”
Fatîha Makyalî ya 39 salî ku dayika du zarokan e û li navçeya bajarê Dar EL-Beyda niştecih dibe wiha dibêje: "Xwendina min qonaxa seretayî derbas nekir, jiyan pir zehmet e. Piştî ku hevserê min wefat kir, ez neçar bûm kar bikim ku karibim zarokên xwe xwedî bikim lê min tu kar nedît. Piştî lêgerîneke zehmet min di beşa çandiniyê de kar kir, tevahiya rojê ez kar dikim bêyî ku rawestim lê tenê çend quriş pere digrim ku ew jî mirov dewlemend nake ne jî ji birçîbûnê diparizê. Ji ber ku hevserê min tu karê wî yê taybet tunebû tu pere ji me re nehişt."
“Karê jinan zêdetir li paş e”
Ghalia EL-Hajjam a 25 salî, zewicî ye û xwediya dîplomaya beşa edebiyatê ya zimanê Erebî ye wiha dibêje; "Mixabin, civaka Mexribê bêkariya jinan û diyardeya xizaniyê şermezar nake. Di çavên pir kesan de, her çend ew xwedan bawernameyên bilind bin jî xebata jinan hîn li paş e.”
Li bazara kar rewşa metirsîdar
Profesora li Zanîngeha Hiqûqê ya Mexribê Khadija Al-Ghazi, destnîşan dike ku ji ber jin kêm ketine nav bazara kar, bêkariya di nav jinên Mexribê de zêde bûye û dibêje: "Rewşa jinên Mexribê di hin rewşan de, di bazara kar de lewaz dimîne. Bi taybetî li gundan, ji ber ku ew karkerên demsalî ne, ji ber mûçeyên kêm û karê wan bêserûber e qels dimînin.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Mexrib di nava welatên beşdarbûna jinan di hêza kar de y 3eherî kêm e. Mexrib di nav 135 welatan de, di rêza 128 de ye.
“Jin di şert û mercen dijwar de dixebitîn”
Profesora zanîngehê axaftina xwe wiha domand: "Der barê jinên ku ketine bazara kar de gengaz e ku em di navbera du koman de cudahiyê bikin, ji ber ku em dibînin hinekan pileyên xwendina bilind wergirtine, bi aktîfî beşdarî bazara kar bûne û karê xwe îsbat kirine lê hin jî hene ku ji ber nexwendinê lawazî dijîn. Ew di şert û mercên dijwar de dixebitin û di rewşek xizaniyê de dimînin. "
Ev rewş jî bandorek mezin li ser malbatan dike û daneyên ku ji hêla Komîseriya Bilind a Plandanînê ve hatine weşandin piştrast dike ku rêjeya hejariyê di nav malbatên ku jin serwerî lê dikin de ji sedî 12.5 e.
Astengiyên ku nahêlin jin bikevin bazara kar
Khadija Al-Ghazi der barê faktorên ku nahêlin jin bikevin bazara kar de diyar dike ku ew girêdayî mijara cudakariya zayendî ya di navbera jin û mêran de û serweriya civaka baviksalarî de ye, ji bilî cudakariya gihîştina wan cihên bilind û nebûna perwerdeyê. Bi taybetî li deverên gundewarî ku hejmara jinan lê zêde ye. Keç ji ber ku bi adetên civakê tên zewicandin û zarokan mezin dikin naxebitin. 
Çareserî xurtkirina xebatên aboriyê ye
Khadija Al-Ghazi ji bo pêşxistina rewşa aborî û civakî ya malbatê, bi gelemperî zêdebûna berhema navxweyî ya navmalîn û pêşketina civakî ya welat, dibêje ku gengaz e mirov behremandiya jinan a di kar de xurt bike û bi taybetî perwerdeya ku bi riya pêşxistina zanîn û jêhatîbûna di projeyan de ye bi pêş bixe.