Jinên mexdûrên erdhejê benda alîkariyê ne

Bi nêzîkbûna zivistanê re jinên herêma Al-Haouz yên ji erdheja Mexribê rizgar bûne, ji çarenûsa xwe metirsîdar in ku riyên gundan ji bo gihîştina alîkariyê gelekî xerab in.

RECA XÊRAT

Mexrib - Jinên herêma Al-Haouz hewil didin bi jiyana xwe nû tevî şert û mercên zehmet ku erdheja 8’ê Îlonê li Mexribê rû da li pey xwe bihêlin û jiyan bikin, ew bin konan de dûrî malên xwe yê rûxandî dimînin, li benda sererastkirina wan avahiyan û vegerin malên xwe ne.

Jinên gundê Tadcharet li herêma Amizmiz tevî zarokên xwe rawestîne li benda barhilgirên torên ardin, ev yek ji herêmên herî zêde zirar ji erdhejê dîtine ku li pey xwe 2946 mirî û 5674 birîndar hiştine. Ji ber dijwariya rê alîkarî gelekî kêm dighêjin wan ev jî astengî û êşên wan jinan zêde dike.

‘Em di rêwşên gelek zehmet de dijîn’

Fatiha Bouhdag a ji erdhejê rizgar bûye destnîşan dike ku bi zarokên xwe re di rewşên gelekî zehmet de jiyan dikin, hewaya di nava rojê de gelekî germe konên wan dibin firneyên vekirî, jin nikarin demek dirêj têde bimînin û betaniyên heyî têra wan nake. Fatiha Bouhdag wiha axaftina xwe didomîne: “Zarok ji xwendinê qutbûne bin tava roja şewitî de digerin. Em nizanin ev rewş heta kengî dê berdewam bike, em fêrî malên xwe ji heriyê bûne ku em ji serma zivistanan û germa havînan diparastin, me nizanîbû ev rewş li benda me bû.” Fatiha Bouhdag der barê alîkariyên mirovî jî dibêje ku piraniya wan alîkariyan nagihêjin gund ji ber dijwariya riyên çiya kes nikare xwe bi wan gihîne, lewra jin neçarin nanroja xwe bi dijwarî peyda bikin.

‘Dive rêyên gundan bê çêkirin da ku alikarî lêz bigihêje’

Aisha Ait Talib jî destnîşan kir ku ji ber tirsa ji erdhejê xwarine piraniya xelkên gund û gundên derdorî wan nikarin normal birazin, zêdetirî hefteyekê malên xwe vala kirine, lê ew hîs dikin ku bi mehan li çolê mane û got: “Ji ber dijwariya şert û mercên jiyanî, me cil û berg û tiştên xwe li malên me zirardîtî hiştine, em ditirsin têkevin mal ku bi ser me de bê xwarê, tenê hinek nan û cil têra me dikin, em nizanin heta kengî ev rewş dê berdewam bike. Ez bang dikim ku bila rêyên  gundan bên sererastkirin daku alîkarî bighêjin gund bi taybet ku werza zivistanê nêzîk bûye dê berf bibare û riyên gund qutbibin di encamê de êşên jinan û zarokan zêde bibin. Mêrên gund car caran diçin derveyî gund pêdiviyên sereke peyda dikin, lê jin tenê ji bo dermankirinê dikarin derkevin, lewra jiyana jinan dûrî malên wan dijwartir bûye.”

‘Em hewil didin tevlî jiyana nû bibin lê em nikarin’

Fatima Ait Bella a mexdûrê erdhejêye ye da zanîn ku jiyana wê û hemû jinên gund normal nîne wekî û wiha axavî: “Em hemû roja xwe di nava malên me rûxandî de û nava konan de diqedînin, ji ber germa şewitî em nikarin bin konan de bimînin, bi neçarî em têde jiyan dikin tu rê nîne. Jiyana vir gelekî dijwar bûye, bi qasî em dikarin em hewil didin tevlî jiyana nû bibin lê em nikarin.  Bandorên tirsê hîna jî heye. Carnan ez şiyar dibim tevî xwêdaneke sar ji tirsa ku min zarokên xwe windakiribin, ez nikarim tiştê bûye jibîr bikim, ji bo me hemûyan ew şevek gelekî dijwarbû, em di reşxewnekê de jiyan dikin bi hêvî me em zû jê şiyarbin.”

‘Rewşa heyî pir dijwar e’

Hemû çîrok û axaftinên jinên gund der barê erdhej, zarok û penaberiyê ne, Zahra Ait Mubarak a bi temen mezin yek ji van jina ye ku şert û mercên heyî de gelek zehmetiyan dikşîne dibêje: “Ez ji xewa çolê westiyame, êdî van şertan tehemûl nakim, ez jinek temen mezinim xewa li vir min bêhtir diwestîne, em hewil didin tevlî jiyana nû bibin, lê dijware, her ku şeva erdhejê tê bîra min ez hîs dikim dilê min dê raweste.”