Jinên Marakêşê debara xwe bi berhemên xwezayî dikin
Jinên herêma Imlîl ji bo debara jiyanê berê xwe didin çol û çiyayan. Bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan hewl didin debara xwe bikin lê ji ber kêmbûna berf û baranê giyayê sewalan kêm bûye.
RAJA KHAYRAT
Marakêş- Ji ber nebaşbûna rewşa hewayî li çiyayên Atlasê yê Mezin, astengiyên jinên herêma Imlîl li taxên Marakêşê zêde bûne di zivistanê de piştî barîna berfê zehmetî zêde dibin. Rê tên girtin çûnhatin jî gelekî kêm dibe, ji bo bidestxistina nanê rojane şerekî dijwar li dijî şert û mercên xwezayî yên giran dimeşînin.
Li Tamatêrt li aliyên çiyayê Tobqal (4167m.), debara jiyanê zor zehmet bûye, karên giran ji jinên herêmê tên xwestin, ew li malê û li nava zeviyan kar dikin. Hinek jin ji herêma Imlîl dûr dimeşin ber bi binarê çiya ve li hotêl û starên geştûguzariyê kar dikin, ji bo geştiyaran xwarinê çêdikin weke tajîn û xwarinên Mexribê yên cuda.
Zarokên keç ji xwendinê bêpar dimînin
Reşîde Aznak, dayika du zarokan e û ji niştecihên herêmê ye dibêje ku karê ku dikin her roj zehmetir dibe. Ji ber dijwariya sermayê pir zehmetiyê dikşînin lê dîsa jî neçar dimînin debara xwe bikin û wiha domand: “Berê rewşa geştûguzariyê baş bû bi hêsanî me kar dikir. Karê ku me dkir hêz û enerjî dida me tevî hemû dijwariya sermayê û xwezayê me gelek karan dikir lê îro geştûguzarî ji ber koronayê bi paş ketiye. Her du zarokên min jî diçin dibistanê û neçar in riyên dûr bimeşin dibistana Fîlaj li Imlîlê, ew jî dibe sedem ku zarokên keç piştî dibistana seretayî ji xwendinê qut bibin û di temenek biçûk de bizewicin, carna xort jî nikarin xwendina amadeyî û zanîngehê biqedînin. Serê sibehê zû jin ber bi bax û bostanan ve diçin ji bo giyayê sawalan û darên hişk berhev bikin û pê xwarinê çêbikin. Ji ber şertên jiyanê kes nikare gazê bikire, piraniya jinan li vir di mal de di nava bostanan de kar dikin, diçin ber Imlîlê jî da ku hin pereyan bi dest bixin.”
‘Jin li malê di tecrîdê de ne’
Fatma It Îdar yek ji wan jinan hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û dayika sê zarokan e, destnîşan dike ku jiyan piştî mirina hevjînê wê yê ku di geştûguzariyê de kar dikir gelekî dijwar bûye û wiha pêde çû: “Ez li hotêleke Imlîlê karê paqijiyê dikim, pereyên ji vî karî digirim têra pêdiviyên malbatê nakin, lawê min ê mezin li Marakeşê zanîngehê dixwîne û mesrefek mezin jê re pêwîst e. Ez nikarim alîkariya wî bikim ji bo xwendin û pêşeroja xwe berdewam û misoger bike. Gelek rojan ez bê kar li malê dimînim, li benda kesekî ku alîkariya min bixwaze dimînim. Rewşa hemû jinên herêmê wekî hev e. Tevî ku çerxerê nêzî herêma geştiyariyê ye lê di tecrîdê de ye ji ber dijwariya xwezayê û qutbûna zarokên keç ji dibistanan tenê zarokan xwedî dikin û karê çandiniyê û sawalvaniyê dikin. Çerxeriya Tamatêrt di mehên Adar û Nîsanê de geş dibe, di mehên din de jî radiweste, geşteyariya derve tenê wan du mehan xurt dibe ew jî hatinek kêm ji bo pêdiviyên malbatê amade dike. Carna mêr û kur ber bi Marakeşê ve ji bo kar diçin, jin jî bi dijwarî debara jiyana xwe li vir dikin.”
‘Jiyana li çiya ne hêsan e’
Fatma Ayt Yahtût dayika sê zarokan e û ew jî dibêje: “Jiyana çiya qet ne hêsan e, tenê du mehên geştiyariyê em derfetên kar di hotêlên herêmê de dibînin, lê dirêjahiya salê em li nanzikê digerin. Dibistan jî ji çerxerê dûr e, veguhestina zarokan bi barîna berfê re dijwartir dibe, gelek zarok ji xwendinê qut dibin, wisa derfetên kar bêyî dîplomayan jî dijwartir dibin. Jinên ducanî jî astengiyan li nexweşxaneyan dibînin, tenê nexweşxaneyek li herêma Esnî 17 km. ji çerxeriyê dûr e heye lewma rewşa gelek jinên ducanî di metirsiyê de ye.”