Jinên Lubnanê bi rêya haştaga “Tacizkar eşkere bike” bûyerên tacîzê derdixin

Parêzvana mafê jinan û endama damezrîner a Înîsiyatîfa Harass Tracker a bi boneya parêzvaniya mafê jinan hatî vekirin Nay EL-Raaî li ser tiştên ku di Yasaya Lubnanê ya têkildarî tacîzê de hatiye gotin nirxandinên giring kir û got: “Di van demên dawiyê de jinan ji hev cesaret girtin û gelek bûyerên tacîzê derxistin. Herî zêde jî piştî Haştaga ‘Tacizkar eşkere bike’ gilî tên ber destê me û bi qasî ji destê me tê dibin alîkar.”

SÛZAN EBÛ SAÎD
Beyrûd - Li Lubananê salek li ser pejrandina zagona "sûcdarkirina destdirêjiya zayendî û piştevanî kirina qurbaniyên wê" re derbas bû lê hîna çanda destdirêjiyê her diçe zêde dibe.  Sê bûyerên destdirêjiyê yên dema dawî çêbûn li welat bû sedema bilindbûna hêrsê. Hin giliyên şahidên bûyerên qewimîne cesaret da jinên dinê jî bikarin tiştên jiyane vebêjin û bi van bûyeran re jinan sînorê bêdengiyê şikandin. Komek jinan giliyê rojnamevan û nivîskar Cefer El-Etar ê tacîzkar kir. Ev helwesta koma jinan hem di nava welatên ereban de hem jî di raya giştî ya cîhanê de hat dîtin û her kesê piştevaniya jinan kirin.
Jina ciwan S.M ya esmer û bedew di bihara temenê xwe de bi heskirina fêrbûna avjeniyê berê xwe da zeriyayê. Heta wê demê peyîva tacîz çiye û ji bo çî tê gotin di ber hişê wê re jî derbas nebûyîbû, heta ku di nava zeriyayê de kesê avjenî nîşan dida ew tacîz kir. Ji wê rojê û şonde jiyana wê guherî û ket nava lêgerîna wê çawan ji wê deruniyê bikare derkeve. Demdirêj biriyar da bêdeng bimîne, ji ber di nava civakek girtî û timî bûyerên wiha xetayê jinê dibîne de tiştek wiha anîna ziman qet ne hêsane. Her ku ew bûyer difikirî xwe sucdar dikir ku çima cilên zeriyayê li xwe kiriye û ketiye nava avê.  
Doza duyemîn jî bi giliyên jinên li dijî Rêveberê Navenda Lubnanê ya Binavbûnê Youssef El-Cundî despêkir û jinan gilî kirin ku rastî tacîzên nepenî hatine. Li gel ku yek ji mexdûran parêzerek ji bo şopandina dozê di riya darazê re hewil dide bûyerê bide famkirin jî hîna tiştek nehatiye kirin. Ev tê wê wateyê ku mexdûr dê serî li dadrêsiya ceza bidin, yanî gilîkirina giştî dê biçe navendek polîs, dozger, dadger û lêpirsînê, û tiştên ku pêre rû bi rû mane eşkere bikin. Li aliyê dinê jî zehmetiya mexdur a îsbatkirina bûyerên tacîzê û encamên jî hene. Li gorî çalakvan û hiqûqnasan ev yek ji lawaziyên vê yasayê ye, lê dibe ku civîna şahidiya çend mexdûran bibe sedema cîbicîkirina cezayên yekem ên di vê qanûnê de li dijî tacizkaran, her çendî ku berî vê yekê di nava civakê de jî dihatin mehkûmkirin.
"Qîrîna Xîna El-Denawî "
Doz sêyem ku civaka Lubnanê bi giştî û Trablus bi taybetî hejand, bûyera mamosteyê dibistanê Besam Mewlewî ku xwendekarên xwe tacîz kirîbû. Dema ku xwendekar Xîna El-Denawî di medyaya civakî de qêrînek kir di navbera wê û mamostayê wê de pevçûn derket derbarê awayê danûstandina wî bi xwendekaran re. Pişre berê xwe da rêveberiya dibistanê û li mamaosta gilî kir bi tohmeta tacîza devkî û fîzîkî. 
Haştaga "Tacizkar eşkere bike"
Bûyerên dawî li ser malperên ragihandinê bi haştaga "Tacizkar eşkere bike" derket pêş û jinan bi awayekî vekirî behsa tiştên ku bi wan re çêdibin kirin, paşê jî bi hev re doz vekirin. Sendîkaya Lîstikvanan berpirsiyariya dozê girt û şopand, ji ber ku çar ji mexdûran girêdayî xebatên wan bûn ku ew veguherand dozek raya giştî.
"Êdî mexduran cesaret girtin û tacîzkaran sucdar kirin"
Çalakvana mafên jinan û endama damezrîner a Înîsiyatîfa Harass Tracker a di sala 2017'an de hatî vekirin, Nay EL-Raaî li ser tiştên ku di Yasaya Lubnanê ya têkildarî tacîzê de hatiye gotin, wiha dibêje: "Peyvên xirab ew wesfên ku bi demê re diguherin in û tê wateya mijarên cuda. Ev ne bi tesadufî pêk hatiye. Belê, ev rastiyek e ku xwe li ser gelek kesan ferz kiriye, ez jî di nav de. Min nedikarî li hemberî vê diyardeyê bêdeng bimînim. Her yek ji me li gorî xwe bi rastiyekê re şer dike. dibe ku hin kes bi bilindkirina hişmendiya li hawirdora malbata xwe, kar, an wesayîta nivîsandinê an çalakiyê wekî ku ez dikim şer bikin. Tecrûbeya Misrê îlham da me ku em înîsyatîfa Harass Tracker bidin destpêkirin. Piştî ezmûnên erênî yên ku li ser civaka Misrê xuya bûn, ji wan nexşeya  tacîza Harass map. Ji dema çêkirina vê nexşeyê ve, çalakvanan karîbûn gelek astengiyan derbasbikin û tacîzkar sûcdar bikin. Me ji sala 2017'an û vir ve dest bi cîbicîkirina wê kiriye. Bi navgîniya nexşeyek înteraktîf a dozên tacîzê, ku tê de agahdarî bi nepenî tê kirin, ku ev yek cihek azadiyê dide mexdûr ji bo eşkerekirinê."
"Çalakgerên femînîstên Lubnanê piştevaniya me kirin"
Nay El-Raaî bal kişand ser vê yekê ku Tevgera çalakiyan a femînîstên Lubnanê ew teşwîq kirine ku bikarin xebatên baş bikin û bigihêjin armanca xwe, ku ew jî karakterê normalîzekirinê ji bo vê kiryarê biguhezînin û wiha dom kir: “Dîtina civakê li ser çewsandinê wekî tiştek normal dibînin û civak bertek nîşan nade, ji mexdûrên tacîzê daxwaz dikin ku bi tacîzkar re bijîn, lewra armanca me ew bû ku asayîkirina vê kiryarê betal bikin û bêdengiyê bişkînin. Nûçeyên nenas ku jê re tên bi malperên wê yên tora civakî yên li ser Facebook û Twitterê re hevaheng in, ku jin dikarin bi formek nepenî ragihînin. Wekî din, em ê hay ji van bûyerên tacîzê hebin, van malperan hişt ku jin xwe û serpêhatiyên xwe îfade bikin. Xebata me bi riya medyaya civakî li ser guherîna hişmendiyê dewam dike. Rewşa mexdûrên tacîzê her tim tê şopandin, lewma ji bo ku ev zext kêm bibe û li ser mijarek wiha were axaftin, ev malper amûrek ji bo ragihandinê." 
"Jinan bi helwesta xwe piştgiriya civakî girtin"
Nay El-Raaî amaje bi wê yekê jî kir ku guhertin bi rêya yasayê hêdî dimeşe, û yasa bi xwe jî encama xebata çalakvanên di vî warî de ye û zêdetirî deh salan e ku ji aliyê komele û rêxistinên jinan ve hatiye şopandin û wiha domand: “Çawa ku jinan dest bi şikandina dîwarê bêdengiyê kirin cesaret ji hev girtin û gelek tiştên nepenî aşkera kirin. Dema ku xwendekarên lîsê cesaret kirin mamosteyê xwe sûcdar bikin, ev guhertin dihêle mexdûr biaxivin û ev mijar wek tabû nayê dîtin. Li hember vê yekê jî piştgirya civakî deskeftiyeke û ji jinan re wek serkeftin e."
Nay El-Raaî tekez kir ku tevî ku di sala 2020'an de qanûnek bi hejmara 205/2020 hate pejirandin, lê proseya dadwerî li Lubnanê pir sist û hêdî dimeşe. Heger li gorî sûcê berpirsyarî û rêgirtinên têrker û hişyariya navxwe û civakê hebûya, tacîzkar newêrîbû sûc berdewam bike. Pirsgirêk ew e ku ev normalîzekirin dihêle jin rastî van tişan bê û xetereya herî mezin jî di vir de ye. Ji ber vê yekê, ragihandina wê bi xwe re dijwariyan tîne. Gelek jin hîna ji tirsa civakê tiştên jiyayî red dikin û cesaret nakin gilî bikin.”
“Hinek caran jî bûyerê berevajî dikin û mexduran sucdar derdixin”
Nay El-Raaî êrîşên li zanîngehan jî wek nimûne nîşan da û da zanîn ku xwendekar dema tiştek wiha dibêjin bi berteka dê û bavan re rû bi rû dimînin, bi derxistina qurbaniyê tacîzê ji zanîngehê bûyerê bi dawî dikin û wiha pêde çu: “Wê demê kî dê vî derî ji xwe re veke, mexdûr rasterast û nerasterast têne tehdît kirin. Yasa û civak bi giştî mêr diparêze, ji bilî vê, qanûn li wê ferz dike ku îspat bike û belge bike ku ew rastî tacîzê hatiye, lê mexdûr ne xwedî dem û ne jî şiyana tomarkirinê û belgekirina rewşên wiha ye. Li ser mamosteyê avjeniyê, ev jin wê çawa di kûrahiya avê de belge bike. Di heman demê de dema ku jin di hawîrdorek biçûk de bin, îstîsmara desthilatdariyê û destdirêjî heye. Ew pergaleke bûyeran berevajî dikin û mexduran sûcdar dikin. Ji bo ku civak xwe ji berpirsiyariyê dûr bixin vê rêbazê bikar tînin, mîna ku mexdûr sûcdar e nîşan didin. Rewşa wan a qanûnî wan bêtir mexdûr dike û dibe ku şêwe li hev bicivin û li hev bikevin, tê wê wateyê ku tacîzkirina nijadî û zayendî bi hev re dibe. Însan û nasnameya wan komek sîstemên hêzên wek netewe, zayend, reng û di nav de astên hevqutbûnê pêk tînin."
Nay El-Raaî bal kişand ser wê yekê ku jin dizanin rastî tacîzê tên, lê bi giştî di warê desthilatdariyê de parêzvanî ji bo mêran heye û pêre jî jin rastî dûrxistina ji kar tê û wiha domand: “Tu kes xetayê zilam hesab nake û ew hevdu diparêzin, ew dihesibînin ku mafê wan heye ku wiya bikin.  Dibe ku jin neçar be ku rûtîniya xwe ya rojane biguherîne û veguhere rewşeke parastanê da ku hewl bide xwe biparêze.”
“Ez êdî ji siwarbûna asansoran ditirsim”
Di vê çarçoveyê de me xwe gihand hin jinên şahidiyê bûhyerên wiha dîtin û nêrînên wan di derbarê mijarê de girt. Yek ji wan jî N.A ji aliyê hevkarekî xwe ve rastî tacîzê hatiye, ev bûyer di dewreya perwerdeyê ya li şirketekê de bi bîr tîne, ji ber ku wê di dewreyê de hin îşaretên taybet dîtiye û wiha dom kir: “Tacizkar îşaretên xwe dewam kir, heta ku bi min re tenê ma û hewl da min ramûse, min ew paşde vegerand û bi bîra wî xist ku ew zewicî ye.” Ji wê demê ve N.A, hewl dide ku ji karanîna asansorê dûr bimîne ger ew tenê bi kesek ji zayenda dijber re be siwar nabe. N. A bal kişand ser wê yekê ku wê bi salan ji ber vê bûyerê xwe sûcdar kir û wiha got: “Di vê rewşê de, destdirêjiya zayendî ya li ser bingeha zayendî, guhertinên şêwaza jiyanê, û xwe-sûcdarkirin, tevgerên tîpîk ên mexdûrên tacîzê derketine holê, emê hîn zêdetir bi cesaret baxivin û van rewşan derbas bikin.”
“Nehêlan ez êdî ji malê derkevim”
Mexdurekdin a tacîzê xebatkara Esiyobayî M.G piştrast kir ku ew neçar bû biçe firoşgeha firotanê ya li nêzî mala sponsorê wê da ku hin hewcedariyên xwe bikire, di wê navberê de xwediyê firoşgehê hewl da destdirêjî lê bike û hin kesan li wir hewl dan ku hejmarên xwe yên telfûnê bidin wê û ya wê jî bistînin. Dema M. G xwest ku li wan gilî bike, lê destwerdana xizm û nasan rê li ber vê yekê girt û şertê wê jî ew bû ku ji malê derneke heya ku kes bi wê re be. 
“Xwediyê pirtûkxaneya taxê nêzîkatiyên cuda li keçikên min dikir”
Jina bi navê Z. S jî behsa bûyera ku 2 keçên wê yên 7 û 8 salî ji aliyê xwediyê pirtûkxaneya taxê ve rastî hatin kir. Z. S da zanîn ku dema hîn bû nêzîkatiyên xwediyê pirtûkxaneyê li hemberî zarokên wê cudane neçar ma ku li gel jina wî gilî bike, lê jinikê  ew tehdîd kir ku hevserê wê li ber her kesê eşkere bike, ji ber wê jî  xwe paşve kişand. Z. S bi bîr xist ku mijarek wiha dibe ku malbat û keçên wê bike ber stem û şermê û tekez kir ku ev rewşa ne ya keçên wê tenê ye, ev yek bi serê gelke zarokan hatiye.