Jinên Libyayî: Divê hebûna jinan di tîmên mirovî de bê xurtkirin
Jin dikarin di dema krîz û karesatên xwezayî de di warê pêşxistina çareseriyên berfireh de tevlî xebatan bibin û li gorî girîngiya rewşê rolên xwe baştir dilîzin.

HINDIYÊ EL-IŞÊBÎ
Libya – Di nava krîz û şerên li Libyayê de her wiha karesatên xwezayî yên curbecur ên ji ber guherîna avhewayê li herêmê çêdibin, pêdiviyek lezgîn heye ku rola jinan di xebata mirovî û di tîmên lezgîn de were xurtkirin da ku li gorî hewcedariyên wan di dema krîzê de xizmetên pêwist ji jinên rizgarbûyî re werin peydakirin.
Seroka Rêxistina Nawazî ya Lêkolîn û Geşepêdanê Henîn Boşoşa diyar kir ku jin di karên mirovî de di dema krîzan de dikarin bi lezgînî bibin bersiv û dibin alîkar ku karîgeriya karên mirovî yên ji hêla tîmên mirovî ve tê pêşkêşkirin bilind bibe. Henîn Boşoşa wiha got: "Jinên di krîzan de dikarin hewcedariyên malbat û civakên xwe çêtir fam bikin, ji ber vê girîng e şiyanên serokatiya jinan, bi taybetî di rêxistinên jinan ên herêmî de werin xurtkirin da ku bikaribin beşdarî biryardayîna mirovî bibin."
Dewreya perwerdeyê li ser beşdariya jinan di rewşên krîzê de
Hejmareke jinên Libyayî ji bajarên cuda yên rojhilat û başûrê Libyayê beşdarî dewreyeke perwerdeyê bûn li ser girîngiya beşdarbûna jinan di tîmên lezgîn de û rola wan di xebata mirovî ya herêmî de. Der barê vê perwerdeyê de Henîn Boşoşa wiha got: "Perwerde roja 23 Hezîranê hat destpêkirin û wê heya hefteya yekem a meha Tîrmehê bidome. Perwerde çend mijarên cuda yên li ser jinên di xebata mirovî de ye û pêdiviyên jinan di dema karesatên xwezayî û krîzan de nirxand. Armanca perwerdeyê ew bû ku rola jinan di xebata mirovî de xurt bike. Bi taybetî piştî karesata Daniel a 2023'an ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û tevahiya bajar ketin bin deryayê."
'Jin ji pêdiviyên zarok jin û malbatê zêdetir haydar in'
Der barê beşdarbûna wan a di vê perwerdeyê de, Encumena Neteweyî ya Jinên Libyayê Ezîza Mihemed wiha got: "Perwerdeyê alîkariya min kir ku hewcedariyên jinan di dema krîz û karesatên xwezayî de bibinim. Her wiha di mekanîzmayên ji bo mijûlbûna bi jin û zarokan re, nirxandina hewcedariyên wan di dema karesatên xwezayî de û dabînkirina hewcedariyên wan ên psîkolojîk, xurek, bijîşkî û tendrustiyê di dema krîzekê de, min baştir fam kir. Di dema krîzan de danûstandina bi jinan re ji danûstandina bi mêran re hêsantir e. Ji ber ku jin ji pêdiviyên jin, zarok û malbatan bêtir haydar in."
'Rola jinan di tîmên mirovî de gelek girîng e'
Xebatkara civakî û yek ji beşdarên perwerdeyê Întîsar El-Ammamî tekez kir ku bersivdayîna pêdiviyên jinan di dema krîzan de mijareke pir girîng e, bi taybetî ji ber rewşa heyî ya ku welat pê re rûbirû ye û got: "Jin di tîmên mirovî de beşek girîng in, di pêvajoya destnîşankirina pêdiviyan de baldartir in di dema kerasetên xwezayî de roleke baş dilîzin.”