Jinên li Xezayê merheleya duyemîn a agirbestê çawa dibînin?
Jinên li Zîvala Xezayê, bi hêviya ku peymana agirbestê bidome dijîn û xeyal dikin ku careke din li Xezayê mercên jiyana weke beriya 7’ê Cotmeha 2023’yan ava bibin.
Refîf Îslîm
Xeza- Li Xezayê her kes li bendê ye ku agirbest bi temamî bi cih were û di demên pêş de jiyan asayî bibe û hinek tişt biguherin. Gelo ev guherîn çi ne? Tê gotin ku di merheleya duyemîn de dê Hamas çekên xwe teslîm bike. Li aliyê din binpêkirinên Îsraîlê didomin û her roj hejmara miriyan zêde dibe. Gelo linên li Xezaya ku di bin dorpêçê de ye bertekek çawa nîşanî tiştên dibin didin û çawa li pêşerojê dinêrin?
‘Dê kî cihê kesên hatin kuştin bigre’
Nîhal el-Cercawî, diyar dike ku jinên li Xezayê rastî gelek êrîşan hatine, xizmên wan hatine kuştin loma bi wê hestê li pêşketinan dinêrin û wiha dibêje: “Di her malbateke Filistînî de kesên ku di êrîşan de hatine kuştin hene. Çima şer bi dawî nabe û jiyana normal nabe? Çare ji zirarên madî re tê dîtin mal ji nû ve dikarin werin avakirin lê gelo dê cihê mirovên ku hatin kuştin kê bigre? Jinek dê çawa bikaribe cihê kurê xwe, cihê xwe xwişka xwe bigre? Di van mercên giran de jin bi tenê mane, xwe û zarokên xwe xwedî dikin. Ji bo ku ev êş bi dawî bibin divê agirbest mayînde be. Jinên ku temenê wan 23 salî û bi du zarokên xwe re bi tenê mane hene. Gelek tişt tên gotin lê pratîk tune ye. Divê ku Deriyê Sînor ê Refahê were vekirin, mercên derbasbûna Filistîniyên li welatên cîran ên Ereb mehsûr mane werin avakirin. Gelek nexweşên giran hene û ji bo wan tu tişt nayê kirin.”
Hewl dide hêviya xwe biparêze
Jineke pêncî salî, li hemberî nûçeyên ku belav dibin nizane çi hîs dike; kêfxweş e, yan xemgîn e, yan jî xemsar, ew jî nizane lê hewl dide hêviya xwe biparêze. Diyar dike ku ne tenê gotin nabin dixwaze gavên şênber bibîne. Dixwaze ji bo bajar ji nû ve were avakirin çîmento bikeve bjar, pereyê kexiz û hesin ji nû ve bikevin bajar û dixwaze jin ji zoriyên ku her roj ji ber muameleya pereyê pêşîn dikşînin rizgar bibin.
Diyar dike ku ji malperên dîjîtal an jî medyaya civakî nikare nûçeyan bişopîne, ji kesên li derve diaxivin û jinên di navbera xwe de li ser agirbestê diaxivin hinek tiştan dibihîse. Dide zanîn ku daxwaza jinên li bajar tenê ew e ku jiyana wan bi aram bibe û wiha didomîne: “Hêzên Îsraîlê her roj binpêkirinan dikin. Ev yek jî hêviya bi peymana ku di plana serokê DYE’yê Donald Trump de heye tune dike.”
‘Kî dikare bibêje ku jinên li Xezayê du salan di nava wan êrîşan de şer nekirin?’
Tehanî el-Amarîn jî diyar dike ku gotina agirbestê, ji bo ruhê wê dibe şîfa lewre ev yek tê wateya navberdayîna şer û wiha dibêje: “Kî dikare bibêje ku jinên li Xezayê du salan li dijî êrîşan şer nekirin? Tevî koçberiya bi zorê, mirin û tunebûna xwarinê, jinên li Xezayê û zarokên keç têkoşiyan. Ne cihê lê bimînin hebû ne jî pêdiviyên din. Ango tişta ku jiyanê zor dikir tenê êrîşên hewayî nebûn. Hevjînê min di destpêka êrîşan de ji bo dermankirinê ji Xezayê derketibû û heta niha venegeriyaye. Min zarokên xwe bi tenê xwedî kir. Ji ber qedexeyan ez û zarokên xwe nikaribûn biçin ba hevjînê xwe, hevjînê min jî nikaribû were Zîvala Xezayê. Divê ku deriyê sînor ji herdu aliyan ve were vekirin û ev yek di peymanê de jixwe heye.”
‘Îsraîla bi êrîşan dixwaze peyam bide û bibeje ku jiyana we weke berê nabe’
Tehanî el-Amarîn her wiha dixwaze welatên navbeynkar zorê li Îsraîlê bikin ku li gorî agirbestê tevbigere û wiha got: “Îsraîl wekî ku li dijî gelê Xezayê meydan bixwîne, bi van êrîşan dixwaze peyam bide ku êdî jiyan nabe wekî beriya 7’ê Cotmehê, her çendî tu sûcê zarok, jin û extiyaran tunebe jî dê her dem siya mirinê li ser wan be.”
Tehanî el-Amarîn, nûçeyan tenê ji rojnameyên Filistînê û malperên wan ên medyaya dîjîtal naşopîne, li radyoyên herêmî û analîzên siyasî jî guhdarî dike. Dixwaze bendên ku hatine îmzekirin werin bicihanîn, kesên ji malên xwe mehrûm mane vegerin malên xwe yên li herêma xeta zer, xanî werin çêkirin, Deriyê Sînor ê Rehfahê ji herdu aliyan ve were vekirin, Komîteya Aştiyê dest bi xebatên xwe bike û barê li ser milên jinan sivik bibe.