Jinên li peravên Sûriyeyê ji zêdebûna bûyerên revandina jinan bi fikar in

Jinên li peravên Sûriyeyê, ji ber revandina jin û zarokên keç û raporên destdirêjiyê di nav fikaran de ne. Tirsa veguherîna van bûyeran a ji bo amûrên tirsandin, belavkirina xofê û têkbirina têkiliyên civakî, bandoreke kûr li ser malbat û civakan çêdike.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Rapor û îdiayên derbarê binpêkirinên li dijî jin û zarokên keç ên li herêma peravî ya Sûriyeyê, têkildarî ewlehiya wan dibe sedema fikaran. Nûçeyên derbarê berdewamkirina revandin, girtin, dîlgirtin û muameleya xirab de, bandorên kûr ên derûnî û civakî yên van bûyeran a li ser jin û zarokan, malbatên wan û civakê tê rojevê.

‘Kiyarên tên jiyîn dibin sedema lawazbûna civakê’

Arcuwan El-Şahaf a derbarê geşedanên tê jiyîn de axivî, bi van gotinan behsa tiştên ku ji dersên olî fêr bûye bibîr anî: “Di vê pêvajoyê de mijara ‘dîlgirtinê’ him ji bo min û him jî ji bo hevalên min yên polê gelekî şokker bû. Ji ber ku qebûlkirina hebûna kiryarên wiha ji bo me zehmet bû. Raporên heyî yên derbarê revandina jin û zarokên keç û binpêkirinên ku ew lê rast tên de, pirsên wê demê ji nû ve anî bîra min. Ev yek dibe sedema zêdebûna fikarên min yên li ser vegera kiryarên ku ez difikirim aydê serdema Îbn Teymiyeyê ne. Ev bûyer piştî desteserkirina hikûmeta li Sûriyeyê ya ji aliyê cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam ve pêk hat.”

Arcuwan El-Şahaf, da zanîn jin stûneke bingehîn a hêz û yekparçeyiya civakê ye û fikarên xwe yên kûr ên derbarê pêşveçûnên piştî hatina HTŞ’ê ya ser desthilatê de, bi van gotinan anî ziman: “Bi taybetî hedefgirtin, revandin û dîlgirtina jinan û cûreyên cuda yên binpêkirinan ku jin lê rast tên, fikarên min zêde dike. Kiryarên wiha dibin sedema lawazbûna civakê û şikandina îradeya wê ya kolektîf.”

Arcuwan El-Şahaf, diyar kir radestkirina çekan a li herêma peravî ya Sûriyeyê şaşitiyek e û got: “Bawerkirina bi sozên ku ji aliyê rejîmê ve hatine dayîn, ji bo misogerkirina ewlehiya xelkê herêmê netêrkêr e. Redkirina radestkirina çekan a ji aliyê gelê herêmê ve, di pêşîlêgirtina binpêkirinên li dijî jinan de roleke sereke lîst.”

‘Divê aqûbeta jinên winda bê eşkerekirin’

Arcuwan El-Şahaf a ku got jin û zarokên keç ên biçûk tên revandin, dîlgirtin û firotin û vê bangê kir: “Divê ev mijar bi awayekî cidî bê lêkolînkirin. Divê aqûbeta jinên winda bê eşkerekirin, şert û mercên bûyerên hatine ragihandin bên zelalkirin û kesên berpirsyar li gorî delîlan “bên eşkerekirin.”

Arcuwan El-Şahaf, anî ziman ku rayedarên têkildar raporên ku van bûyeran belge dikin red kirine û di nava raporan de raporên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine weşandin jî heye. Arcuwan El-Şahaf, destnîşan kir ravekirinên ji aliyê rayedaran ve têne dayîn, pir caran îdiayên wekî zarokên keç bi dilê xwe reviyane an jî xwestine ola xwe biguherînin dihewînin.

‘Divê jin bên parastin û ji tundiyê bên rizgarkirin’

Arcuwan El-Şahaf, diyar kir ku bêyî pêkanîna lêkolîneke serbixwe ya bûyeran piştrast bike û îfadeyên jinên têkildar di hawîrdoreke azad û ewle de bigre dayîna daxuyaniyên wiha, dibe sedema kêmkirina girîngiya îdiayan an jî xistina gumanê ya vegotinên jin û zarokan. Arcuwan got ku divê her doz bi awayekî cuda bên meşandin û di dema lêpirsinê de jin rastî tu cure zext an jî gefan neyên.

Bandora dozên ku îdiayên revandin an jî tundiya zayendî dihewînin, tenê bi kesên rastî van binpêkirinan tên re sînordar namîne. Ev bandor gelek caran dighîje malbatên wan û civakê. Ev bandor dikare bi rêya tirs, gefan an jî belavbûna agahiyên piştrastnekirî yên derbarê aqûbeta jin û zarokên keç de hêj girantir bibe.

‘Divê jin û zarok ji ber kiryarên ku lê rast tên, berpirsyar neyên dîtin’

Di vê çarçoveyê de Arcuwan El-Şahaf, bal kişand ser girîngiya pêşkêşkirina piştgiriya derûnî, tibî û civakî ya ji bo jinên ku ji tundiyê rizgar bûne û da zanîn divê tu agahiyên ku nasnameya wan eşkere bike an jî wan bixe xeteriyê neyên parvekirin û got: “Nêzîkatiya li hemberî dozên bi vî rengî divê li ser bingeha rêzgirtina li îrade û rûmeta jinan û divê jin û zarok qet ji ber kiryarên ku rastî hatine, berpirsyar neyên dîtin. Ev tedbîr ji bo pêşîlêgirtina şermezarkirina civakî ya jinan an jî ji bo ku gotinên wan beriya wextê bên gumanbarkirin, pir girîng in. Divê ji bo parastina mafên jin û zarokan û misogerkirina pêbaweriya pêvajoya lêkolînê, lêkolînkirina bûyeran li gorî pîvanên pîşeyî pêk bê.”

Arcuwan El-Şahaf, bang kir ku divê di nav malbatan de derbarê awayê tevgerînê ya di rewşên xeternak an awarte de hişyariyek bê pêşxistin û dawiyê wiha got: “Ev cure hişyarî dê alîkariya malbatan bike ku xwe û kesên xwe yên hezkirî biparêzin û rê bide wan ku di şert û mercên ewlehiyê yên dijwar de, bi baldarî û biryarên rast tevbigerin”.