Jinên li gundên Perwanê di bin çavdêrî û gefên Talîbanê de ne
Çavdêrîkirin û gefxwarina jinan bûye parçeyek ji jiyana rojane. Em bi xwe jî di serdana xwe ya ji bo belgekirina çîroka Nazenîn Ziya û keçên wê de, rastî çavdêrî û gefên Talîbanê hatin.
BAHARAN LEHÎB
Pervan – Sînorkirinên ku li ser jinên li gundên Efganistanê hatine ferzkirin, tenê bi dûrxistina wan ji perwerde û kar re sînorkirî nîne. Çavdêriya tevgerên jinan, afirandina hawîrdoreke tirsê û destwerdana di hûrguliyên herî bingehîn ên jiyana wan a rojane de jî bûne beşek ji rastiya wan. Vegotinên jin û zarokên keç ên ku li gundekî parêzgeha Pervanê dijîn, nîşan didin ku çawa tirsa berdewam a şopandinê an jî gilîkirina wan ji Talîbanê re, karên herî hêsan ên wekî derketina ji bo kirîna pêdiviyên rojane an jî fêrbûna pîşeyekî jî zehmettir dike.
Dema em ketin gundekî parêzgeha Pervanê û nêzîkî mala Nazenîn Ziya bûn, em rastî komek endamên Talîbanê hatin ku li herêmê digeriyan. Piştî ku em ketin mala Nazenîn Ziya , endamên Talîbanê ji hevjînê wê der barê me de pirs pirskiribûn. Lêbelê, hevjînê Nazenîn Ziya bersiva rast neda û gotibû, “Min jinên ku hûn behs dikin, nedît.”
Talîbanê bi hinceta 'cilûbergên neguncaw' an jî binpêkirina exlaqî jin û zarokên keç digre
Ji bo ku em mala Nazenîn Ziya bibînin, me ji çend cotkarên mêr ên ku li zeviyan dixebitîn, pirsa mala wê kiribû. Dema ku hevjînê Nazenîn Ziya bi pirsên Talîbanê re rûbirû ma, der barê wê bûyerê de pirs ji me kir. Me jî diyar kir ku dema me mala wê nedît, me tenê ji çend cotkarên mêr pirsîbû. Piştî ku hevjînê Nazenîn Ziya taybetmendî û xuyabûna fîzîkî ya wan mêran pirsî, wiha got:
"Ew mêrê ku we jê pirsî, navê wî Muhsîn e û yek ji sîxurên Talîbanê ye. Ji Talîbanê mûçeya mehane digre. Ev mêr çavdêriya tevgerên bi taybetî jinan, ya hemû kesan dike û dişopîne ka jin diçin ku derê û kîjan mal ji bo kursên perwerdeyê an jî civînên jinan tên bikaranîn. Karê wî ew e ku jin û keçan bişopîne û çalakiyên wan ragihîne Talîbanê. Talîbanê jî bi hinceta 'cilûbergên neguncaw' an jî binpêkirina exlaqî jin û zarokên keç digre.”
‘Gef xwarin û tundî bikaranîn’
Piştî çend saetan gava rewşa li herêmê hinek aram bû, me bi Nazenîn Ziya re der barê wan bûyeran de axivin. Nazenîn Ziya, di dema axaftina me de behsa têkiliya Talîbanê ya bi jinan re ku hevjînê wê li cihê karê xwe şahidî kiribû vegot:
“Hevjînê min li nêzî mala me dikanekê ku gundî tên û xurek û pêdiviyên xwe yên din dikirin, birêve dibe. Çend roj berê, ez û hevjîna birayê hevjînê min û hevjîna Muhsîn, ji bo pêdiviyên mala dabîn bikin çûn dikanê. Ew mêrê bi navê Muhsîn ku hatina we ji Talîbanê re ragihand, agahiya çûna me ya dikanê jî ji Talîbanê ragihand. Me qet ji vê yekê hay jê tunebû. Piştî çend deqîqe, endamên Talîbanê hatin dikanê. Ji ber ku mala min û mala birayê hevjînê min nêzî hev in, em zû vegeriyan malên xwe. Lê Talîbanê hevjînê min û hevjîna Muhsîn bi saetan li wir girtin û sedema hebûna wan a li dikanê pirsî. Bi saetan li hundir girtin û bi gotin tund û heqaret bikaranîn. Di dawiyê de kurê Muhsîn ê der barê rewşa dayîka xwe de fikar bû û hat dikanê. Gava endamên Talîbanê ew dîtin, gef lê xwarin û tundî bikaranîn ku gotin ku bila carek din dayîka xwe ji bo kirîna pêdiviyên neşîne dikaneke ku mêr lê heye.”

‘Em gelek caran tên şopandin’
Sê zarokên keçên Nazenîn Ziya hene û her sê jî ji mafê berdewamkirina perwerdehiya xwe bêpar in. Lê tevî vê yekê ew hêj bi biryar in ku pîşeyekê fêr bibin û jêhatîbûnên nû bi dest bixin. Niha her sê keç, bi dorê diçin cem jinekê ku karê kuafortiyê fêr dike û xwe fêrî vî pîşeyî dikin.
Keçên Nazanîn Ziya gotin ku gelek caran dema diçûn cihê perwerdeyê an jî vedigeriyan, hatine şopandin û di hinek rewşan de neçar mane rêya xwe biguherînin û vegerin malê. Zarokên Nazenîn Ziya, tekez kir ku ev rewş ne tenê ji bo jinên malbata wan e, gelek jinên din ên li herêmê jî heman tiştan dijîn û ji vê yekê gilî dikin.
Mîne Ziya ya keça mezin a Nazenîn Ziya, der barê mijarê de ev tişt vegot: “Rojek dema ku ez ji bo perwerdeya kuafortiyê ji malê derketim, min ferq kir ku mêrê bi navê Muhsîn demek dirêj min û xwişka min dişopîne. Ji bo ku em wî şaş bikin, em çûn bazarê û bi saetan ji dikanekê çûn dikaneke din. Li bazara herêma me dikan pir kêm in. Tevî vê yekê jî her çiqas me hewl da jî me nikarîbû ji çavdêriya wî xilas bibin. Di dawiyê de em vegeran mala xwe. Ev rewş gelek caran dubare bû. Tevî vê yekê jî hêj fêm nekirin ku em ji bo fêrbûna pîşeya kuafortiyê ji malê derdikevin.”
Vegotinên Nazenîn Ziya û keçên wê, tenê mînakek a rewşa dijwar ku jinên li deverên cûda yên Efganistanê pê re rûbirû ne. Atmosfereke tirs û çavdêriyê, sînorên qedexeyan ji navendên perwerdehiyê û cihên kar wêdetir biriye û heta tevgerên herî asayî û rojane yên jinan jî xistiye bin bandorê.
Tevî van tiştan jî jin li dijî zext astengiyan li rêyên fêrbûn û bidestxistina jêhatîbûnên nû digerin û di hewldanên xwe de bi israr in.