‘Jinên li dijî sinetê derdikevin di nav civakê de tên demxekirin!’

Derûnnas Asmaa El-Ananî diyar kir ku divê li hemberî 'sinetkirina jinan' ku li Misirê her çendî qedexe ye jî lêkolîn bên kirin û destnîşan kir ku jinên li dijî sinetkirinê di nava civakê de tên demxekirin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Sinetkirina Jinan li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê gelek li pêş e hîn jî berdevam dike. Ev pêkanîn bi rêbazên wekî qutkirina qismî an jî bi tevahî klîtora li herêma genîtal an dirûtina vajînayê tê kirin. Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber encamên wê di gelek jinan de dibe sedema zirara mayînde û mirinê, vê pêkanînê wekî 'sinetkirina zayendê' pênase dikin.

Misir yek ji wan welatan e ku ev pêkanîn lê belav bûye. Hikûmetê ragihand ku ji sedî 87’ê jinên Misirê yên di navbera 15 û 49 salî de di lêkolîneke ku di sala 2015’an de hatiye kirin de rastî ‘sinetkirinê’ hatine û di sala 2016’an de jî ‘sinetkirina jinan’ hatiye qedexekirin. Her çend di qanûna pejirandî de heta 7 sal cezayê girtîgehê ji bo bijîjkên ku vê pratîkê dikin û heta 3 salan jî ji bo kesên ku vê pratîkê dikin, hatiye diyarkirin, lê tê zanîn ku heta niha tenê hejmareke sînordar ceza hatiye birîn. Ev pêkanîn ku weke 'çand' tê dîtin, li gundewarên Misrê bi awayekî berfireh dewam dike.

Parêzvanên mafên jinan amaje bi wê yekê dikin ku daraz qedexeya mijara gotinê pêk nayîne. Derûnnas Asmaa El-Ananî ku li ser mijarê lêkolînên qadê kir, diyar kir ku jin ji tirsa ku ji civakê bê dûrxistin, sinetê qebûl dikin.

*Gelo heta niha sinetkirina jinan li herêma El-Şerqiye heye?

Belê rast e sinetkirina jinan li gelek cihên welat tê pêkanîn. Ne tenê di malbatên nezan de heye, malbatên xwedî astên xwendinê bilind jî vê kiryarê dikin, di gumana wan de ev tişt ji zarokê re baş e. Sedema vê adetê jî vedigere hewildana destwerdana di rêbaza zarokên keç û jinan de, ji ber gelek kes dibînin ev sûc daxwazên wan sînordar dikin. Ya herî xirab ew e ku gelek kes dixwazin vê mijarê bi riya birina zarokê cem bijîjkan rewa bikin. Di demên dawî de tê gotin ev weke emeliyata estetîkê ye.

*’Sunetkirina jinê' ji bo jinan travmayeke ku nayê jibîrkirin. Jin ji vê rewşê çawa bandor dibin?

Mixabin zarokên keç ên rastî vê mijarê tên di hemû jiyana xwe de vî tiştî jibîr nakin, min gelek zarokên keç ên ku hîs dikin ev bûyer doh bi wan re çêbûye dîtine, ew di wê êşê de ne weke ku dem derbas nebûye. Bi sedema sinetkirinê jî, jin piştî zewacê rastî gelek nexweşiyan tên. Kêliyên destpêkê yên zewaca jinan, sinetkirinê tîne bîra wan û jin rûbirûyî tirs û êşê dimînin.

*Tu weke bijîjkeke derûnî rewşa jinan di demekê de ku hîna diyardeya sinetkirinê heye çawa dinirxîne?

Rastiya heyî gelekî xeter e, gelek zarokên keç hene dibînin ku sinetkirina jinan karekî girîng e û lazim e û vê yekê qebûl dikin, mixabin ev rastiyek heyî ye. Her wiha jina ku nayê sinetkirin civak wê weke bêexlaq dihesibîne.

Min keçek li gund dît ku bibû çîroka devê her kesî ji ber nehatibû sinetkirin, sedema behsa wê jî ew e ku hevserê wê nexweş ketiye û civak pê hesiyaye ku ew nehatiye sinetkirin ji ber wê ketiye rojeva wan de, malbata wê jî biryar dane ji bo ji pirsgirêkê xilas bibin ji civakê re behsa cin û pêbûnê bikin.

Dema ez pêre axivîm ji min re teqez kir ku ew di jiyana xwe de ne rehet e ji ber hevserê wê yekser ji rê diçe û guh li peyvan dide, ne tenê ev lê belê di mêjiyê vê keçê de hatiye çandin ku bi rastî jî cinek heye jê hez kiriye û ji ber nehatiye sinetkirin ji biçûkanî ve bi wê re ye, ev mijar li gund belav bûye ji bo malbat ji nesinetkirina zarokên xwe yên keç bitirsin.

*Em dizanin ku li gundan fikrekî cuda heye, gelo mirov çawa dikare vê diyardeyê çareser bike?

Destpêkê divê em zanibin ku encamên karkirina li ser çareserkirina vê diyardeyê di nava şev û rojekê de diyar nabin, her wiha guhertina çand û fikrê civakekê jî ked û karekî komînal dixwaze. Divê em civakê zana bikin û jinan li ser tekwîna laşê wan di milê zanistî de perwerde bikin. Her wiha divê em zarokan jî ji biçûkanî de fêr bikin û xeteriya wê bi wan re parve bikin. Divê hikûmet û civaka sivîl jî alîkar bin. Di heman demê de divê bijîjkên vî karî dikin jî werin hişyarkirin û zanakirin.