Jinên ku ji ber pandmiya Corona karên xwe winda kirine

Belavbûna pandmiya Corona li Rojava, Rojhilata Navîn û li Tûnisê bû sedema ku komek jin karên xwe winda bikin. Hin jî ji kar hatine avêtin. Ev yek bi xwe re kirîza aborî anî û bandor li ser zêdeyî ji sedî 60 karsaziyên aborî kir.

 
ZIHUR AL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Li pêşberî van zehmetiyan barê herî mezin dikeve ser milên jinan, tevî hemî pirsgirêkan jinên karsaz ên ku çavkaniyên dabara xwe winda kirine, di dîmenek ku Rêxistinên Femînîst bêdengiya dewletê weke trajîk bi nav kirine. Komeleyên femînîst ên Tûnisî bawer dikin ku jin li Tûnisê ji zindiyên herî zêde ku bi pandmiya Corona bandor bûne, ji ber ku ji tundûtijiya aborî bigire heya tundiya laşî û psîkolojîk şîdet li ser wan hatiye ferz kirin. tevî astengiyên azadiya kesayetî û kar, ji hemî derfetên serkeftinên xwe bê par man e. 
Valahiyên zayendî yên heyî bandorên neyînî yên pandemiya Corona li ser jinan zêdetir kir. Ev jî paşkeftinek di destkeftiyên jin û keçan de çêkir, di forma berhevkirina sermiyanê mirovî, bihêzkirina aborî û şiyana serxwebûnê.
Ji bo ronîkirina zehmetî û şideta ku jinên Tûnisî di demên pandemiya Corone de rû bi rû mane, ajansa me bi komek jinên Tûnisî re civiya.
'Ji dema qedexeya derketinê li Tûnisê min xizanî dît'
Delîla Aiyarî 50'î salî ye, ew pispora bedewnasî (Cerahiya plastîk) jineke berdayî ye û bi tena xwe li paytexta Tûnisê dijî. Rastî zehmetiyên herî zêde bi mayîna li malê tê ku rojê tenê 7 dolaran digire, piştî ku wê rojane ji karê xwe 30 dolar digirt. Ev jî dibe sedema ku êşên xizantiyê bikşîn e. Delîla wiha dibêje: "Tiştê ez winda bikim nîne...Nexweşî û xizantiya dikşînim, li beramberî dewletên ku nikarin min û xeyînî min biparêzin."
Delîla bi dilekî xemgîn û çavên bi hêstir dom kir: "Ez zehmetiyên aborî û manewî zor dikşînim, bi bexşînên ku dewletê ji karsazên ku ji pandemiya corone re bandorên madî dîtin şa nebûm. Tevî ku min çend caran daxwaza alîkariyê jî kir lê bê encam bû, çendî bi hewcedarî alîkariyê me jî. Carek din daxwaz nakim ji ber ku ez jinek azadim û xwe kêm nakim ji bo peran."
Delîla wiha domkir: "Nêzî 20 salan di vî warî dixebitim û zêdeyî 15 salan di komek salonên birîn û bedwiyê de xebtîme, bi perayên rojane 15 dînar ango 6 dolaran dike min debara xwe dikir. Mixabin dewletê tu alîkarî neda me, kesên karsaziyên taybet dikin ji pirsgirêkên qanûnî û rêxistinî ya vê beşê dikşînin. Karsaziyên wiha di Tûnisê de bê çavdêrek qanûnî, aligeriyek civakî, tendirustî û aborî winda bûnê dijî."
'Neçar mam ku ji malê derkevim'
Fewziya El-Abid ya 40 salî dayika du zarokan e, li paresgeh Binzîtê ya bakûrê Tûnisê di kargehek şîraniyê de dixebitî wiha dibêje: "Mayîn li malê cihê herî bi ewlehe ku xwe ji nexweşiyê biparêze, lê ji bo kesên ku karên xwe winda kirin zore. Xizantî ji nexweşiyan zehmetire, dema ku zarok pêlav ya cakêtekî bixwaze û tu nikaribî pêk bîne ew mirin bi xwe ye." 
Bi lerzînekê ku destên wê girtibû dom kir: "Hevjînê min di avahiyê de bi heqdestekî rojane dixebitî, ew ji kar hat sekindandin û êdî perê me tune ku em ji bo jiyanek guncaw pêdiviyên herî hêsan peyda bikin. Ji ber vê yekê piştî salan, yekem car, ez û du zarokên xwe ku mezinê wan 14 salî ye. Ji bo em karûbarek ji xwe re peyda bikin, bi demkî ji malê diçin mala malbata min. Ev ne di xeyalê min de bû ku wê kargeh ji bo corona were girtin û emê biçin mala bavê min da ku deriyê xêrê vebin." 
'Garsonek li welatekî bêmaf'
Keça ciwan Merwa Abid Elah 25 salî ye gersoneke û di qehwexaneyekê de dixebite. Ew bi tenê ye û li yek ji bajarên hundirê welêt dijî. Li taxa Elatar ya Sîdî Huseyîn ku yek ji taxên pir xizan e, li ser kursiye rûniştibû û nefesên xwe bi zehmetî ji karê qehwexaneyê dikşand da ku bihina xwe vede.
Merwa wisa behsa çîroka xwe dike: "Ez gersonek di welatekî ku mafê lê nîne 10 saetan bê navber bazdidim di nav şert û merçên nexweşiyê de da ku bi 6 dolara dabara malbatek ku xizantî ew fetisandiye bikim."
Piştî bêdengiyekê got: "Beriya demekê hikumetê di Adara borî de 3 heyvan ji bo corone qedexeya çûnûhatinê ferz kir, bû sedema ku bi hezaran kes karên xwe winda bikin. Bi taybet jinên ku dabara xwe ji karên xwe dikirin bûn qurban."
Merwa Abid Elah got: "Divê hikumet li ser debara karkeran bifikire û barê kiriyên mala û dikanan ên ku berê zirar dîtine bike."
Li gorî rêjeya fermî ji 100 hezar karkir jê 30 hezar karkerên jinin ku karê xwe ji dest dane. 
Depresiyona bazirganiyê
Destên wê de tayek dirêj bi nermî badida.. wisa xuya dikir ku westiya ye.. nêzî wê bûm ku sohbetek pê re bikim, bar û êşên salan ku wê hilgirtiye binasim. 
Ew Zeyneb Al-Melalî ye jinebiyek 50'î salî ye bi tena xwe di xaniyek biçûk de dijî û dabara xwe bi karê dirûtinê dike, xuyaya ew jî, ji pandemiya corone rewşek dijwar dikşîne. Li welatekî ku wê ji kar derxist, bêyî karta bijîşkî, meaşê teqawidiyê, an jî bê alîkarî dijî. Ew ji kargehên pispor ên dirûtina cilûbergan peçeyên mayî dikire û pê maskan çêdike.
Hêdî ketim odeyek biçûk makîneya dûritinê û kursiyek lê bû, ew rojên xwe hemî bi dirûtina maskên rengîn derbas dike.Heya bi êvarê hema bêje çend dînarên Tûnisî qezenc dike. Ji bilî vî karî çavkaniyekê wê ya din nîne ku dabara xwe jê bigire ku pê dermanên xwe peyda bike.
Li ser vê mijarê pispora civaknasî Sabrîn Acirûdî dibêje: "Jinek bêmal û kar bibîne ne tiştekî hêsane, ji ber ku wê xwe li beramberî şidetên bêistqrarî û tirs bimîne. Her wiha dê rastî hemî cûreyên tundiyê were, ev jî têkoşîn û hevgirtineke bi hêz dixwaze da ku xwe ragirin."
Civaknasa Tûnisî wiha domand: "Nebûna kar li gel jinan bandorên pîskolojîk û civakî da çêkirin. Kirîza kovîd 19 gelek nexweşiyên derûnî û kesiyatî ku bê bawerî, bêzarî û acizbûn bi xwe re derxist holê. Bêkarî bandora herî zêde li ser jinan dike, yên bê kar rastî gelek pirsgirêkên derûnî ji yên ku karên wan hene dike. ji ber vê yekê em bi hewcedariya istiratîciyek alîkeriya derûnî bikin da ku rewşên wan ji bo bê karî gurtir nebe." 
Sabirîn da zanîn ku pandmiya Corona hewldanên ku 50 sal in li Tûnisê têne kirin ku wekheviya zayendî armanc dike têk dibe. Jin li welatê xwe têne tehdît kirin û biryara xwe winda dikin.
Zêdetirî 161 hezar kar ji ber krîza Corona winda bûne û pir bandor li aboriya Tûnis kiriye. Li gorî rapora Enstîtuya Neteweyî ya Tûnisê ku di 15'ê Çileyê de hat ragihandin, rêjeya bêkariyê di çaryeka çaremîn a sala 2020'an de gihîşt ji sedî 17,4, di çaryeka sêyemîn a heman salê de ji sedî 16,2.
Her wisa di rêjeya Niştimanî ya nîştecih û kar ji bo çaryeka çaramîn a sal 2020'an diyar kir ku hijmara bêkaran gihayî 725.1 hezar ji tevahî nifûsa çalak, li gorî 676.6 hezar bêkar di çaryeka sêyemîn a 2020'an de. 
Hijmarê mêrên bê kar mane gihayî 14.4 ji sedî, bi bilndbûnek ku hatiye tomar kirin 0.9 li gorî jinan, û her wisa di sê çaryeka 2020'an de ji sedî 24.9 bi 2.1 niqte hat tomar kirin.
Li gorî paymangehê, rêjeyên bilind ên hejariyê gihêştiye asta tomarkirî, li deverên bêjahî bi taybet li navenda bajêr û bakûrê wê. Lê belê di hundirê paytextê de rewşa hejartî û xizantiyê kêmtire.