Jinên ku di şertên jiyana hemdem de hêviyê diçînin

Jinên gundê Hamza Bek a Dêrikê tevî hemû amûrên hemdem jî, aramiyê di xwezayê de dibînin. Jin, wek demên berê xwarinên xwe yên xwezayî tînin, bi hev re taştê dixwin û jiyanê parve dikin.

ASEMA MUHAMMED

Dêrik – Di bayê ku têkelî bêhna axê bûye de, di kolanên herî de, çîrokên hatine veşartin hene. Ev, çîrokên aydê jinên kedkar ên ku bi tav û tayê kedê rojên xwe dihûnin e. Li gundê Hamza Bek a girêdayî navçeya Dêrika Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, jin jiyanek sade û tije didomînin. Halîme Hacî Mihemed Selîm, çîroka xwe ya ji gundê Krî Dera heta gundê Hamza Bek ku ev 35 sal e lê dijî, anî ziman. Halîme jiyana xwe ya gundewar ku bi bêhna dembûriyê û asanbûnên îro aniye ber hev, sebir, ked û guherînê radixe ber çavan. 

‘Her tişt xwezayî ye’

Halîme Hacî çîroka xwe ya li gundewarê bêhna axê têkelî nanê germ bûye, çîrokên ku dapîr dibêjin wiha vedibêje: “Ev zêdeyî 30 salan e li vî gundî dijîm. Ez bi her alî ve xwe aydê vê derê hîs dikim. Jiyana gund ji ya bajêr cûda ye. Li vê derê sibehan ne bi dengê erebeyan, bi dengê çêlek û dîkan em radibin. Em sibehê bi nanê ku me bi destê xwe amade kiriye, destpê dikin. Em penîrê xwe çêdikin, em taştê bi berhemên xwe datînin.” 

‘Li gund sibeh bi derketina rojê re destpê dike’

Halîme da zanîn ku jiyana gund bi kar û hurgûliyan tije ye û bi van gotinan behsa rojek xwe kir: “Sibehê zû em êm didin mirîşk, werdek û qazan. Em li bizinan dinhêrin, çêlek ji govê derdikevin, em bi wan re eleqeder dibin. Piştre em vedigerin malê, taştê amade dikin, malê paqij dikin û qadên hatine çandin av didin. Ev karê rojane ji bo me ne bar e, awayek jiyanê ku em jê hezdikin e.”

Zoriyên berê û asaniyên îro

Halîme gava ku behsa zor û zehmetiyê berê dike, dibişire û bê navber wiha vedibêje: “Berê mirovan li ser milê xwe av dikşand. Ji bîran û çavkaniyan bi meşê dianîn. Niha kaniyên me hene, li nêz bîr hatin vekirin, karê me asan bû. Berê xwegihandin hema bêje tunebû, li gund tu erebeyek nebû. Îro li ber deriyê her malek, erebeyek heye. Bi van erebeyan em diçin dibistanê, cem bijîşk û diçin bazarê.”

Halîme da zanîn ku nifşên berê karên gelek giran kirine û wiha pê de çû: “Hemû rojê li baxçe bi amûrên asan dixebitîn. Bi westana îro re nayê qiyaskirin. Lê belê sebir û hêza wan gelek bû. Gundê îroyîn, li gorî berê gelek bipêş ketiye. Malên me yên xweş hene, hinek avahî bi awayek modern hatine avakirin.”

‘Gund bê jibîrkirina kokên xwe bipêş dikeve’

Halîme rojên berê û tengasiyên ku hatine kişandin tîne ber hev. Halîme destnîşan kir ku li dora gund avakirina baxçe baş e û berê kesek ku nexweş dibû bêyî ambulansê li ser pişta xwe hildigirtin, niha xwegihandina xizmetên tenduristiyê asan û bi ewle bûye. 

‘Em aramiya rast li vir dibînin’

Halîme di dawiya axaftina xwe de li ser cudahiya çandiniya bi destê xwe, rawestiya û wiha got: “Derbarê bajar de çi bê gotin bila bê gotin, hewaya gund, xweza, dar û sebzeyên ku me bi destê xwe kom kiriye gelek cûda ye. Em aramiya rast li vir derê dibînin. Em bi rîtma axê û sadetiya jiyanê dijîn.”