Jinên ji Nebatiyeyê bi berxwedanek mezin li hemberî şer li ber xwe didin
Di korîdorên nexweşxaneyê û di bin siya şert û mercên şer de, jinên dilxwaz karê xwe yê rojane ji bo amadekirina xwarinê û xizmeta nexweş û birîndaran didomînin. Bi temsîlkirina ruhê hevgirtinê û berxwedanê, nîşan didin ku rola jinan bingehîn e.
RANA CONÎ
Lubnan — Di nava rewşa bi xeter de, li metbexa Nexweşxaneya "Alîkariya Gel" a li Nabatiyeyê, Xeyriye Gamlouş û Wafa Frîc biryar dan ku li başûrê Lubnanê bimînin û li ber xwe bidin. Wan wekî celebek berxwedana mirovî tercîh kirin ku rojane ji bo nexweş û birîndaran her wiha ji bo tîmên alîkarî, rizgarkirin û çapemeniyê xwarinê amade bikin. Nexwestin ku başûrê Lubnanê yê bi şerekî dijwar re rû bi rû ye, biterikînin û tevî riyên xeternak ku gihîştina pêdiviyan dijwar dikin jî bi ketina metbexa nexweşxaneyê, li hember xeteran serî hildan.
Di nava quşxane û tenûran de, Xeyriye Gamlûş bi aramî û biryardarî karê xwe didomîne û dibêje ku ew ji bo ciwanan, karmend û tîma tenduristiyê hewldaneke mezin dide û balê dikşîne ku her kes di van şert û mercên dijwar de xwe bi qasî pêkan e rehet hîs bike.
Dilsozî û fedakarî
Xeyriye Gamlûş destnîşan dike ku wê di roja yekem a şer de dest bi xebatê kiriye û bê rawestan berdewam dike. Tevî êşa veqetandina ji malbat, xwişk û birayên xwe û zarokên xwe, tekez dike ku ew ê dilsoz bimîne û karê xwe bi fedakarî didomîne.
Xeyriye Gamlûş li ser hewldan û keda xwe ya mezin dibêje ku westandin her dem bi wan re ye, carna pir dijwar e û dibêje: “Lê belê dema xwarinê amade dikim û her kes dixwe, hestek aramiyê ya mezin hîs dikim. Di wê gavê de fêm dikim ku hemû hewldan bê feyde nebûne.”
Der barê rola jinan di dema şer de jî tekez dike ku jin roleke bingehîn dilîzin, qet li kêlekê nîn in û bi dilsozî daxwaza xwe wiha pênase dike: “Ji bo ku şer biqede, her kes vegere malên xwe û aştî serdest bibe em têdikoşin.”
‘Ji bo ku zarok bikaribin di nava ewlehî û azadiyê de bijîn em dixebitin’
Wefa Frîc, yek ji aşpêjên nexweşxaneyê ye. Ew jî dibêje ku wê biryar daye were û bimîne da ku bi kesên li ber xwe didin re be. Her wiha dide zanîn ku ew dixwazin bi hev re li ber xwe bidin lewre tiştê ku dikin ji bo welat e û dixwazin zarok bikaribin di nava ewlehî û azadiyê de bijîn.
Wefa Frîc wiha dibêje: “Me xwest em hemû bi hev re bixebitin. Em hewl didin her roj xizmeta zarok û birîndaran, nexweşan û hemû kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye bikin. Ji saet şeşê sibehê ve em dest bi amadekariya xwarinê dikin. Tevî riyên dijwar û çavkaniyên sînorkirî, em hewl didin ji bo her kesê xwarinê peyda bikin. Em xwarinê bi dilsozî û niyeta alîkariyê amade dikin. Ji ber ku ev yek hêz û enerjiyê dide mirov. Di van şert û mercên dijwar de bi wateya jiyanê em karê xwe dikin. Em bi karê xwe berxwedana mirovan a li hemberî şer raber dikin.”