Jinên ji Germiyanê: Em êşa Enfalê tu caran ji bîr nakin

Fehîme Rûstem ku ji enfalê rizgar bûye û di enfalê de hevjîn û zarokek xwe winda kir dibêje: “Rejîma Baas parçeyek ji ciger û jiyana min bir. Heta niha ez jî bi hêviya ditîna lawê xwe dijîm.”

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan - Di 7’ê Nîsana 1988’an de rejîma Baas ya Iraqê li Germiyanê dest bi pêla sêyem a enfalê kir. Di enfalê de 182 hezar kes di nav de jin û zarok jî hebûn hatine qetilkirin û windakirin, her wiha bi sedan gund û bajarok hatin rûxandin. Hikumeta herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja enfalê naskiriye. Enfal ji bo gelê Kurd û bi taybet kesûkarên enfalan birînek neye kewandine.

Fehîme Rûstem ku di Enfalê de dû canî bû û hevjîn û zarokek xwe winda kiriye çîroka xwe ya Enfalê anî ziman û got, “Em ê êşa Enfalê tu caran jibîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Heya niha çarenûsa wî ne diyar e

Fehîme Rûstem da zanîn ku beriya enfalê li gundê xwe jiyan dikirin û roja Enfalê wiha anî ziman: “Nivroya roja 14’ê Nîsana 1988’an ez û hevjînê xwe li gund bûn, bi dengê topan û em bi hatina leşkerên rejîma Baasê ve hisiyan. Wê demê ez dû canî bûm, ji me re gotin ‘gundê xwe vala bikin, ger hun gund vala nekin hunê hemû werin kuştin’. Ez li gel hevjînê xwe û keça xwe em çûn cihek çol ji gund dûr û tenê çirayek me li gel xwe bir û em çûn Qedir Kerîm. Dema em gihan Qadir Kerîm rejîma Baas hemû mêr girtin, hevjînê min her çendî cotyar bû bê çek bû, lê belê ew jî girtin û çekek xistin destê wî, wêneyên wî kêşan. Piştî rojekê hinek ji wan berdan, hevjinê min jî di nav de bû. Piştre ji aliyê sîxoran ve carek din hevjînê min girtin û bi hêceta ku wê nasnameyê jê re derbixin û êdî em ê bikarin bi azad jiyan bikin, piştî wê çarenûsa hevjinê min ne diyar bû.”

‘Bi hêviya ku zarokê min jiyan dike, dijîm’

Fehîme Rûstem diyar kir ku piştî girtina hevjînê wê zaroka wê ji dayîk bû û got: “Piştî girtina hevjînê min rojekê, di rojek baran û êşek mezin de min zaroka xwe anî dinyayê û ez ji hişê xwe çûm. Piştî ku ez hatim ser hişê xwe zarokê min nemaye. Di wê demê de kesek nasê me tê min dibe, di wê rêyê de rejîma Bass dû caran rê li me girt û daxwaza pere dikir, lê belê ez bi salemet rizgar bûm. Gelek kesûkarên min rastî îşkenceya rejîma baas hatin û mamek min li girtîgehê ji ber helqeyek zîv li destê bû rejîma Baas destî wê dişkêne û wê helqeyê ji destê wî dikin. Bavê min xeber dide min dibêje hemû ciwan hatine girtin û kûştine, ez jî ji vegera hevjînê xwe bê hêvî bûm û min zanî ew jî şehîd bûye. Lê bele hîna ez bi hêviya ku lawê mi jiyan dike, dijîm.”

‘Hikumet xwedî li şehîdan dernakeve’

Fehîme Rûstem bal lê kişand ku himûmeta heyî him xwedî li şehîdan dernakeve û him jî ji bo cenazeyên wan vegerin nakeve nav liv û tevgerê wiha axaftina xwe bidawî kir: “Xweziya ez li cihê malabata xwe şehî bibûma, ji ber rojên reş û bi êş berdewam dike. Sedam û rejîma baas parçeyek ji ciger û jiyana min bir. Lê belê hikumeta niha tu guh nadin daxwazên xwedî şehîdan, tenê sixor kirine desthilatdar. Herçend kesûkarên me li ser Kurdayetî û xaka Kurdistanê şehîd bûne lê belê hîna cenazeyên wan nevegeriyane cihên xwe.”