Jinên Iraqî: Bila perwerdeya malbatî û pergala reformê ji nû ve bên nirxandin
Parêzvan û aktîvîstên mafên jinan, diyar kirin ku zêdebûna dozên hevberdanê yên li Iraqê, bi faktorên civakî, aborî û malbatî, xirabûna şert û mercên jiyanê, zêdebûna bêkariyê û zewaca di temenê biçûk ve girêdayî ye.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Bi zêdebûna rêjeya hevberdanê re, aktîvîstên mafên mirovan û jinan diyar dikin ku çareseriya rastîn li salonên dadgehê nîn e, pêwîstî bi baştirkirina şert û mercên aborî, avakirina mekanîzmayên bi bandor ên lihevanîna malbatî, misogerkirina tomarkirina yasayî ya zewacan û parastina mafên endamên malbatê heye.
Di salên dawî de li Iraqê ji ber sedemên bingehîn ên cûrbecûr dozên hevberdanê zêde bûne. Li gorî amarên fermî, di meha Tebaxa 2026’an de 5 hezar û 775 dozên berdanê hatine tomarkirin û ev jî tê wateya ku ji her heşt xulekan carekê dozên hevberdanê pêk tên. Ev rewş mezinbûna pîvana pirsgirêkê nîşan dide û balê dikşîne ser pêwîstiya çareserkirina ne tenê encamên wê, di heman demê kokên wê yên civakî û aborî jî.
‘Bi guhertinên civakî re hevberdan zêde dibe’
Pispora mijarên jinan Dr. Buşra el-Zuweynî, zêdebûna dozên hevberdanê bi rêze guhertinên di nava civaka Iraqê de û bi taybetî jî bi guhertina nirx û kevneşopiyên civakî re girê dide. Dr. Buşra el-Zuweynî, da zanîn ku berê di civaka Iraqê de hevberdan pir kêm bû, destnîşan kir ku li gel guhertinên civakî, vebûna bilez a li hemberî cîhana derve û belavbûna platformên medyaya dîjîtal biryara hevberdanê ji bo hinek kesan hêsantir kirine.
Dr. Buşra el-Zuweynî, diyar kir ku hinek kes bêyî xwediyên şiyana girtina berpirsiyariyên jiyana zewacê bin, dikevin wê jiyanê û ji ber vê dema ku rastî qeyraneke destpêkê tên, li şûna hewl bidin nakokiyan çareser bikin an li çareseriyan bigerin, hevberdanê wekî riya rizgarbûnê dibînin. Dr. Buşra el-Zuweynî, destnîşan kir ku platformên medyaya dîjîtal û bi taybetî jî bikaranîna berbelav a telefonên mobîl û zêdebûna pirsgirêkên têkildar, bûne faktoreke zêde ku nakokiyên zewacê girantir dikin.
Aborî û destwerdana malbatan
Dr. Buşra el-Zuweynî, destnîşan kir ku faktorên wekî zextên aborî, bêkarî û jiyana bi malbata hevjîn re bandorê li aramiya jiyana zewacê dikin û da zanîn ku ev rewş bi taybetî dema jiyana hevpar bi destwerdana berdewam a di hûrgiliyên têkiliya jin û mêr de tê girêdan, girantir dibe. Dr. Buşra el-Zuweynî wiha got: “Her çendî destwerdana malbatê ji bo armanc çareserkirin an sivikkirina nakokiyan tiştekî erênî be jî lê hinek destwerdan dikarin bibin sedema veqetînê. Mînak şîretên wekî "Berde û xilas be”, çanda zû ya serlêdana li hevberdanê xurt dikin. Hinek malbat hê zewacê wekî amûrek ji bo "parastin û nixumandinê" dibînin û bêyî ku binirxînin ka ew dikarin berpirsiyariyan bigrin an na zarokên xwe di temenê biçûk de dizewicînin. Kesên ku dizewicin piştî demeke pir kurt fêm dikin ku jiyana hevjîniyê ji wêneyê ku bi dawet û pîrozbahiyan tê pêşkêşkirin pir cudatir e û bi rastî li ser bingeha pabendbûn, têgihîştin û berpirsiyariyê hatiye avakirin.”
Dr. Buşra el-Zuweynî, tekez kir ku hevberdan nayê wateya bidawîanîna pirsgirêkan û berevajî vê yekê dema ku zarok hebin dibe destpêka gelek berpirsyariyan û got ku di nava van de dayîna nefeqe, dozên dadgehê, pêvajoyên yasayî û encamên cûrbecûr ên civakî û derûnî hene.
‘Perwerdeya beriya zewacê pêwîstiyek e’
Dr. Buşra el-Zuweynî, da zanîn ku ji bo çareserkirina rêjeya zêde ya hevberdanê divê dewlet û saziyên têkildar roleke mezintir bilîzin û pêşniyar kir ku ji bo kesên xwe ji bo zewacê amade dikin, saziyên pispor û bernameyên taybet werin avakirin. Dr. Buşra El-Zuweynî, axaftina xwe wiha domand: “Pêwîstî bi bilindkirina asta hişyariya mêr û jinan der barê cewher û pêdiviyên jiyana hevjîniyê de heye û divê têgehên wekî têgihîştin, dilsozî, hevkarî û berpirsyariyê bên xurtkirin. Her çendî nakokiyên malbatî tiştekî xwezayî bin jî divê di çareseriyan de hevberdan nebe çareseriya ewil. Mînak hinek dozên hevberdanê yên digihîjin dadgehan, ji ber nakokiyên biçûk ên wekî mesrefên malê, xurek an jî destwerdana malbatê ne. Ger diyalog û destwerdana aştiyane nebe, dibe ku ev pirsgirêk mezin bibin.”
‘Amadekirina kesan a ji bo berpirsiyariyê dê ji bo kêmkirina nakokiyan bibe alîkar’
Dr. Buşra el-Zuweynî, destnîşan kir ku bilindkirina hişyariya der barê berpirsiyariya zewacê de çareseriyeke sereke ye û got: “Amadekirina kesan a ji bo vê berpirsiyariyê dê ji bo kêmkirina nakokiyan bibe alîkar. Ez bang li malbatan dikim ku rola xwe ya aştiyane xurt bikin û beriya biryara hevberdanê, piştgiriyê ji endamên malbatê yên xwedî hişmendî û aqil bigrin.”
Bihêzkirina rola xebatkarên civakî
Buşra el-Zuweynî, diyar kir ku divê rola xebatkarên civakî ya li dadgehan were bihêzkirin û pêşniyar kir ku di dozên yasaya malbatê de çarçoveya destwerdanên lihevanînê were berfirehkirin.
Dr. Buşra el-Zuweyn, bang li dadgehan kir ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera hevjînan de odeyên taybet bên amadekirin û pêşniyar kir ku sûd ji ezmûnên welatên wekî Urdunê were wergirtin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hebûna xebatkarên civakî yên pispor di van waran de dê derfetê bide hevjînan ku li derveyî hawîrdora dadgehê diyalogê bikin û beriya ku biçin hevberdanê hinek pirsgirêkan çareser bikin.”
Zewacên ne fermî jinan ji mafên wan bêpar dihêlin
Parêzer Îsra el-Xefacî jî destnîşan kir ku destwerdana malbatê, zextên aborî û cudahiyên di paşxaneya civakî ya hevjînan de, faktorên sereke ne ku dikarin nakokiyan girantir bikin û bal kişand ser zewac û hevberdanên ku li derveyî pergala fermî ya dadgehê pêk tên.
Îsra el-Xefacî, diyar kir ku ji ber tomarnekirina yasayî ya zewacê û nebûna tu belgeyeke fermî ya têkiliya zewacê û maf û erkên pêwendîdar piştrast dike, gelek jinan ji mafên wan bêpar dihêle.
‘Pîvana zewaceke serkeftî ne tenê bi gihîştina temenekî diyar re sînordar e’
Parêzer Îsra el-Xefacî, axaftina xwe wiha domand: "Zewacên lezgîn û bi taybetî yên ku kesên biçûk an jî kesên hê negihîştine asteke ku ji bo zewacê pêwîst e yan şiyana girtina berpirsyariyê, faktoreke din in ku îhtîmala cudabûnê zêde dikin. Pîvana zewaceke serkeftî ne tenê bi gihîştina temenekî diyar re sînordar e. Divê girêdayî wê yekê be ka kes ji aliyê derûnî, civakî û aborî ve ji bo hilgirtina berpirsyariya avakirin û birêvebirina malbatê amade ye yan na.”
Qûralên hişk ên li pêşiya zewacê
Îsra el-Xefacî, diyar kir ji bo peymanên zewacê bên çêkirin, pêdivî bi rêzik û şertên zelal heye û da zanîn ku biryara zewacê divê ne li ser bingeha hesteke demkî yan zexteke civakî be, li ser amadebûneke rastîn a hilgirtina berpirsyariyên bi avakirina malbatek be.
Îsra, destnîşan kir ku prosedur û şertên pêşwext dikarin bibin alîkar ku zewacên zarokên di temenê biçûk an jî zewacên bilez ên ku bêyî amûrên dabînkirina standardên jiyanê yên bingehîn hatine çêkirin kêm bibin. Her wiha da zanîn ku çareserkirina vê pirsgirêkê hewce ye di navbera mafê zewacê û pêwîstiya misogerkirina şertên bingehîn ên ku ji bo aramiya malbatê tên bicîhanîn de hevsengiyek were dîtin û bal kişand ku divê zanîn hebe û kesên ji bo zewacê amade dikin ji zagonan agahdar bin.