Jinên Hesekê: Em ji pirsgirêka avê re çareseriyekê dixwazin

Jinên Hesekê ji ber qutkirina avê bi gazinc in û tekez kirin ku qutkirina avê zirareke cidî dide tenduristî û jiyana mirovan. Jinan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku rê nedin dewleta tirk avê weke çekekê li dijî gelên herêmê bikar bîne.

RONÎDA HACΠ
Hesekê-Stasyona Elok avê ji bo bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navçeya Til Temirê, herêmên Başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe, Şedadê û kampên li herêmê yên weke kampa Erîşe, Hol, Waşokanî û Serêkaniyê, peyda dike. Bi dagirkeriya dewleta tirk ji stasyonê re bi milyonan kes, xweza û lawir li Hesekê ji ava vexwarinê qut bûn. Jinên bajarê Hesekê têkildarî qutkirina avê nêrînên xwe anîn ziman û bi mere parve kirin.
 ‘Qutkirina avê sûncekî li dijî pîvanên mirovahiyê ye
Şikriya Seyîdbi temen 51 salî ji jinên taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ye, qutkirina avê bi tundî şermezar kir û wiha nêrîna xwe anî ziman:” Di Hesekê de zêdetirî milyon mirov jiyan dikin, qutkirina avê tê wateya qutkirina jiyanê. Bê her tiştî dibe, lê bê av jiyan nabe. Pêwistiya xweza, lawir û mirovan bi avê heye. Qutkirina avê sûncekî li dijî pîvanên mirovahiyê ye.  Ji dema ku dewleta tirk Stasyona Elok dagirkiriye şêniyên Hesekê û Koçber tî mane. Her car avê li ser me qut dike û tu kes dengê xwe nake. Pêwist e çareseriyek bê dîtin, her car dewleta tirk dibêje ez ê avê berdim û soza xwe pêk nayîne. Em çareseriyekê cidî dixwazin.”
‘Qutkirina avê tenduristiya zarokên me dixe xeteriyê de’
Nazo Xelo bit emen 81 salî tekez kir ku qutkirina ava Elok zerarek cidî dide tenduristiya zarokan û wiha nêrîna xwe anî ziman: ”Ev meh û nîveke me ava Elok nedîtiye, em ava xwe ji depoyan dikirin, lê ew jî ne paqij e em nizanin jêdera vê avê ji kuderê ye. Ji dema em ava depoyan bikar tînin zarokên me nexweş ketine, nexweşxaneyên bajar dagirtîne û zarok canê wan tehmûl nake. Em rojane bi 10 hezaran avê dikirin, her kes nikare bi vî rengî av ji xwe re peyda bike. Ev ne exlaqê mirovatiye ye, temenê min bû 81 salî di dîrokê de ev cara yekem av li ser mirovan tê qutkirin.?”
‘Em çareseriyekê ji pirsgirêka avê re dixwazin’
Nazo destnîşan kir ku her komînek li gorî derfetên xwe bîrek lê hatiye kolan û wiha bi dawî kir: ”Di her komîneke  ji komînên taxên  Hesekê bîrek avê lê hatiye kolandin. Mala ku derfetên wê heye bi kolandina bîrê rabûye . Me jî bîrek di komîna xwe de koland û avê li tevahî cîranan belav dikin, lê mixabin ev av nayê vexwrin tenê ji bo şûştinê tê bikaranîn. Gelek kes hene ji ber rewşa wan a madî ava bîrê vedixwin. Em çareseriyekê ji pirsgirêka avê re dixwazin, êdî bes e li dijî me şerê qirkirinê didin meşandin û her kes li me temaşe dike.”