Jinên Filistînî di sînemaya remezanê de çawa xuya dikin?

Gelek lîstikvanan piştrast kirin ku dramaya Filistînî bi derketina jinan û temsîlkiina wan a ji pirsgirêkên wan û yên giştî re pêşveçûnek berbiçav bi dest xistiye.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Şopînerên drama Filistînî bi giştî baş dizanin ku jin di wê de çawa xuya dikin û çi rol digrin. Belkî ji ber ku ew ji dîlîtiyê, ji tundûtûjiyê rizgar bûne wiha xuya bikin. Jinên ku ji aliyê bav, bira, mêr û kur ve xwe di nava dorpêça malbatê de dibînin; dema ku riyên çareseriya ji vê yekê bibînin yekser bala wan dikşîne û berê xwe didin riyên nû.

“Senaryoya xebatên remezanê”

Derhêner û lîstikvan Mervat Hemîda ku di rêzefîlma Remezanê ya vê demsalê de du rolan dilîze ew jî dayikek şikestî û dayika girtiyekî ye. Li ser mijarê dibêje ku rolên jinên Filistînî kêm in û senaryoya ku ji bo wan hatiye nivîsandin ji hêla karmendan ve di bin çavdêrî û şopandina nêzîk de ye. Her wiha da zanîn ku destûr nayê dayîn keçik rolên wêrek bilîzin an jî jiyana giştî ya ku jin di civaka Filistînê de dijîn pêk bînin. Ev jî îsbat dike ku jin çiqas ji "dagirkeriya Îsraîlê" êşê dikşînin loma jî ne li gorî ku tê xuyakirin e rewş.

Mervat Hemîda meraq dike ka çima jin rola pêşengiyê nagirin? Bi taybetî jinên Filistînî rastî çendîn rewşên ku wan dikaribûn berpirsiyariyê bigrin ser xwe hat û amaje bi wê yekê kir ku di dema xwendina senaryoya xebatên Remezanê de, tişta ku di hişê wê de bûye ew bûye ku dayikê li hemberî kurê serdest serî hildaye, kurê ku jiyana wê û keça wê ya biçûk kontrol dikir.

“Di diramaya Filistînê de pêşketinek nû”

Mervat Hemîda dorpêçkirina jinan di wan rolan de vedigerîne zordestiya ku di nav civakê de rast tê û rewşa dijwar a siyasî û aborî, zêdebarî pabendbûna derhêneran bi vîzyona ku ji aliyê çêker ve hatiye ferzkirin. Ji ber ku beşa lîstikvanî û dramayê nayê destekirin. Di dramaya Filistînê de pêşketinek çêbûye, berê destûr nedidan jin derkevin holê lê rola wan a di xebatê de ji aliyê zilamekî ve bi cil û bergên xwe û makyajê pêk dihat.

Ji aliyê din ve, lîstikvan û rahênera şanoyê Hana Al-Ghoul piştrast kir ku di drama Filistînî de pêşketinek heye bi riya ketina jinan û temsîlkirina wan ji pirsgirêkên wan re, her çend ew mijarên klasîk bin jî û bal kişand ku ew der barê lîstina hin rolan de, wek rola di xebata civakî ya dramatîk de, yan jî rolên xerab bi giştî, îtirazên keçan dibîne ku timî dixwazin rolên wan xweşik nîşan didin û wan di nav temaşevanan de navdar dikin bilîzin, her çendî ku her rol peyamek bilind radigihîne jî.

“Di lîstikvaniyê de jin”

Hana Al-Ghoul destnîşan kir ku karê jinan di lîstikvaniyê de ne hêsan e, ji ber ku ew bi nêrîna civakê re rû bi rû ne vê fikrê red dikin û dibe ku ji ber hewcedariya kişandina dîmenên şevê, dereng heya saetên sibehê li derveyê malê bimînin ku ev jî pêwîstiya xwe bi hişyariya malbatê û piştgiriya ji bo keçikê heye da ku karibe tiştên jê tên xwestin pêk bîne. Drama ji bo jinan bi qasî mêran girîng e, ji ber ku ew êş û azarên wan vedihewîne û rastiya wan a jiyîn ji cîhana derve nîşan dide.

Hana Al-Ghoul diyar dike ku jin dikarin hemû rolên dramatîk bilîzin, ji ber ku rola  şervanek an sîxur, bindest an rêber digre lê girîng e ku ew bi şiyanên xwe û bi xwe bawer be ku bi jêhatîbûna tam rola xwe bi cih bîne. Her wiha anî ziman ku ew wek aktor berî ku rola xwe bilîze bi karekterê re rûdinê da ku li ser şêwaza jiyana xwe, awayê axaftinê û celebê kincên ku li xwe dike fêr bibe û bala xwe dide hemû hûrguliyan, wek ken û girîn da ku li ber kamerayê bisekine û xwe bispêre nivîsek bihêz û performansa ku bikaribe peyamê ragihîne.

“Jin dengê bindestan baştir radigihîne”

Nivîskar Necwa Xanem diyar kir ku di dema nivîsandina senaryoyê de, ew hewl dide senaryoyê nerm bike da ku jin hemû rolan bi cih bînin, digel lîstina rola mêran ku her dem tenê ji bo mêr hatiye veqetandin. Ji ber ku jin dikarin her rolê bilîzin û pêşkêş bikin û dengê kesên bindest baştir ragihînin. Jin berê çi di şano û çi jî di dramayê de bi awayekî têr amade nedibûn û mêran rola xwe dilîstin lê di van salên dawî de ev mijar hatiye guhertin û hebûna jinan meqbûl û pêwîst e.

Necwa Xanem got ku metn wek peyamek e yan komek ji peyaman e ku ji tiştên di civakê de diqewimin tên wergirtin û nivîs li ser bingeha van peyaman ji bo sererastkirina kêmasiyek, navnîşana rayedarek, îdiakirina mafek an jî tenê eşkerekirina fikaran tê formulekirin. Bi van peyaman mirov hewl dide mafê jinan ê di astên pêşengiyê de û mafê wan ê girtina cihên biryardanê ronî bike.