Jinên Filistînê ji ber êrîşan ji neçarî li stargehan dijîn

Ji ber êrîşên Îsraîlê gelek jin neçar bûn ku di stargehan de bijîn. Ji ber xirabûna war û malên wan bi sedan jin li dibistan û stargehan bi cih bûne lê di warê pêdiviyên wan ên sereke de gelek kêmasî hene û ji ber nebûna wan êşê dikşînin.

NAGHAM KARAJAH
Xeza - Jinên Filistînê di encama dagikeriya Îsraîlê de, rastî gelek binpêkirinan tên. Jixwe dema ku qeyran an karesat diqewimin, jin ji bo ku ji van zehmetiyan xilas bibe, berê xwe dide navendên stargehê da ku ji rastiya civakê ya bireve.
Asmahan Ebid EL-Qadir yek ji jinên penaber e ku li navendên stargehê, li taxa Şicaiyê ya nêzîkî Tel El-Mentar dijî dibêje: "Ez neçar bûm ku dev ji mala xwe berdim ji ber ku nêzî sînorê rojhilat bû, ev yek jî xeterek mezin li ser malbata min çêdike. Ez koçberî dibistanên UNRWA bûm, ji ber ku xaniyê malbata min pir biçûk e, têra min û zarokên min nake, me ji hejmara pir ya penaberan gelekî êşê kişand. Me nikaribû hin pêdiviyên taybetî yên jinan ji navendên stargehê bistînin. Zarokên min jî bi kincên qirêj û birçî radizan."
“Tenê min dixwest ez sax li malê derbikevim”
Li aliyê din jina bi navê K.M. a 26 salî dibêje: "Ez ducanî bûm û neçar bûm ku dev ji mala xwe berdim, ez ji malê ber bi dibistana UNRWA’yê ve çûm ji ber ku ew tenê stargeha me ya di vê demê de ye. Min ji bîr kir ku amûrên taybet û dermanên ducaniyê ji bo lênêrîna zarok bînim. Di wê demê de tenê min dixwest ez sax ji malê derkevim."  
Der barê navenda stargehê de ew dibêje: "Navendê stargehê ji bilî razanê tu xizmetê nade, ez bi hewceyî ku îlacê bi kar bînim û tenduristiya xwe bişopînim. Tu  madeyên paqijkirinê tunebûn ku mirov xwe ji vîrusê biparêze. Vê yekê jî ez gelekî tengzar kirin ji ber ku ez ducanî bûm, lê ez her tim bi hêvî bûm ku ez ê bi aramî ji nav vê zehmetiyê derkevim."
“Ji ber êrîşên Îsraîlê gelek jin koçî stargeh û dibistanên UNRWA’yê bûn”
Salma El-Swerkî, di karûbarên jinên Filistînî de psîkologe got; "Di van demên dawî de, bi taybetî di dema êrîşa Îsraîlî ya li ser Xezayê de, gelek jin koçî stargeh û dibistanên UNRWA, bûn ku ew cihên ji jinên penaber re xizmetan pêşkêş dike. Ev jin jî di civakê de yên herî ku zehmetî û êş kişandine ji ber ku malên ew lê dijîn ji bo jiyanê ne guncew e. Malên wan yan li herêmên sînorî ne yan jî dibe ku di kîjan kêliyê de li ser serê wan de bikeve. Ji ber vê jin neçar dibin ku dev ji malên xwe berdin û penaberî navendên stargehê bibin." 
Belavbûna pandemiya koronayê bandorên psîkolojîk û zext li jinan kir, ji ber ku hebûna vîrus hevdem bû bi destpêkirina êrîşkariya li ser Xezayê. Salma El-Swerkî got; "Gelê me bi têkilî û bi danûstandinên xwe yên civakî tê naskirin lê piştî belavbûna vîrusa Covîd-19, stres di nav van navendan de zêde bû da ku rewşa tenduristiyê biparêze û ji ber hişyariyê pêdivî hebû ku her malbat tedbîrên pêşîlêgirtinê bigre û xwe biparêze."
Pêdiviyên bingehîn pêwîst in
Salma El-Swerkî destnîşan kir ku dema jin ber bi navendên stargehê ve tên veguhestin divê hewcedariyên bingehîn ji bo wan bên pêşwazîkirin û got: "Pêdiviyên herî bingehîn ên jinan alîkariya psîkolojîk e, ji ber ku malbat rastî gelek şokên psîkolojîk hatine, zêdebarî jî pêdiviyeke zêde ya xwarin û avê li navendên stargehê heye."
Salma El-Swerkî bang li saziyên hikûmî yên ku dikarin xwe bigihîjînin van komên penaber kir ku  pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, vexwarin û cilan peyda bike û wiha got: Me wekî Navenda Karûbarên Jinan, erka xwe kir û me 285 çanteyên parastinê ji bo jinên ku ji xizmetê bi riya xeta belaş 1800333666 dixwazin pêşkêş kir."