"Jinên Ereb ji bo parastina xaka xwe destanên dîrokî bi xwîna xwe nivîsandine"

Rêvebera Ofîsa Jinan di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de Necla Hemza li ser rola jinên Ereb di şoreşa Rojava de axivî û wiha got: "Tevî asta zanebûna jinên Ereb, ew her dem ji aliyê civaka xwe ve dihatin înkarkirin. Jinên Ereb li kêleka jinên Kurd xwe îsbat kirin. Di roja me ya îro de em dibînin ku jinên Ereb cihê xwe di hemû qadan de digrin. Jinên Ereb nema weke berê tiştan li ser xwe qebûl dikin ji ber êdî bi mafê xwe dizanin. Gelek jinên Ereb ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda kirine û destanên dîrokî bi xwîna xwe nîvisandine."

        

GULNAR ROJ
Heleb- Li Sûriyeyê ji ber rejîma Baasê û urf û adetên li ser jinan, bi taybet jinên pêkhateyên Ereb ji hemû mafên xwe bêpar mabûn. Lê bi derketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku bi şoreşa jinê tê nasîn jin êdî bûn xwedî roleke mezin di civakê de û di hemû qadan de rengê wan hat xuyakirin. Jinên Rojava bi qehremaniya xwe bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re. Ne tenê pêkhateyek cihê xwe tê de girt, gelek pêkhateyan cihê xwe tê de girtin û pêşengî jê re kirin ji ber vê yekê şoreşa gelan jê re hat gotin. Jinên pêkhateyên Ereb ji ber urf û adetên eşîrî hatibûn sînordarkirin û qet dedizanîn mafên xwe lê bi derketina şoreşê re ew jî tevli bûn û cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de girtin û banga mafên xwe yên ku ev çend sal in jê mehrûm mabûn kirin. Têkildarî mijarê rêvebera Ofîsa Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Necla Hemza li ser rola jinên Ereb di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji me re axivî.
 "Jinên Ereb li kêleka jinên Kurd xwe dan îsbatkirin"
Necla Hemza di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di civakê de û wiha axivî: "Jin bingeha avakirina civakê ne. Hebûna jinan di civakê de tê wateya jiyana zindî. Çiqas jin di civaka xwe de xwedî hêz bin, ewqas ew civak xwedî hêz e. Civaka ku jin tê de di asta jêr de bin ew civak mirî ye û bê sîstem û rêxistin e. Ger mirov civakek azad bixwaze divê di serî de jinên wê civakê azad bin. Ji beriya şoreşê û piştî şoreşê ve heya roja îro jî jin sembola berxwedan û têkoşînê ne. Jin ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşînek mezin li hember zîhniyeta desthilatdar û baviksalarî didin meşandin. Jinên Ereb li kêleka jinên Kurd xwe dan îsbatkirin. Di roja me ya îro de em dibînin ku jinên Ereb cihê xwe di hemû qadan de digrin. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo neteweyek an pêkhateyek çêbû, ev şoreş şoreşa hemû gelên Sûriyeyê bû û hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne. Jinên Kurd bi lehengiya xwe, bi xwe re gelek jin ji zilm û zordariyê xelas kirin, wan ber bi riya azadiyê ve birin û gelek derfet ji wan re ava kirin da ku di civakê de bibin xwedî rol."
"Tevî asta zanebûna xwe jî jinên Ereb her dem ji aliyê civaka xwe ve dihatin înkarkirin"
Necla Hemza di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku beriya şoreşa Rojava jinên Ereb di civaka xwe de hatibûn înkarkirin û wiha got: "Bi rastî di civaka Ereb de jin her dem bi ol, urf û adetan sînordar kirine ji ber vê yekê tevgera wan di civakê de pir kêm bû. Gelek malbatên Ereb nedihiştin keçên wan biçin dibistanan û ew ji mafê wan ê xwendinê mehrûm dikirin. Hin jinên Ereb bi îsrara xwe dixwendin û diçûn dibistanê, dema xwendina xwe bi dawî dikin jî ji wan re digotin cihê jinê mala hevjînê wê ye. Hemû derfet li pêşiya wan digirtin, nedihiştin ku rola xwe baş di civakê de bilîzin û rêveberiya civaka xwe bikin. Tevî asta zanebûna wan jî her dem ji aliyê civaka xwe ve dihatin înkarkirin."
"Êdî jinên Ereb bi mafên xwe dizanin"
Necla Hemza destnîşan kir ku bi derketina şoreşa Rojava re jinê Erebî di qadên civakî, leşkerî, siyasî û her wekî din de cihê xwe girtin û wiha pê de çû: "Jinên Ereb li kêleka jinên Kurd parastina xaka xwe kirin. Jinên Sûriyeyê li cîhanê bi berxwedana xwe ya bêhempa li dijî terorê tên naskirin. Jinên Ereb nema weke berê tiştan li ser xwe qebûl dikin ji ber ku êdî bi mafên xwe dizanin. Gelek jinên Ereb ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda kirine û destanên dîrokî bi xwîna xwe nivîsandine. Sûriye niha di krîzeke aborî re derbas dibe, li hemberî vê yekê jî jinên me hewl didin aboriya xwe xurt bikin û bi pêş bixin da ku civaka xwe li ser piyan bihêlin." 
 "Bi rihê 8’ê Adarê em ê tekoşîna xwe bilind bikin"
Necla Hemza bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku em xwe bigihîjînin hemû jinên ku heya niha êşê dikşînin û di bin zilm û zoriyê de ne. Em ê asta kar û xebatên xwe bilind bikin. Bi kar û xebata xwe em ê bibin dengê hemû jinên cîhanê. Divê jinên me jî xwe bi rêxistin bikin. Roja 8'ê Adarê nêz dibe hêviya me ew e ku hemû jinên me yên li herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, di heman demê de xaka me ji destên çeteyan bê rizgarkirin. Bi ruhê 8'ê Adarê em ê têkoşîna xwe bilind bikin."