Jinên ciwan ên Silêmaniyê pirojeya çanda pirtuk xwendinê dane destpêkirin

Li Silêmaniyê Yekitiya Jinên Kurdistanê pirojeya bi navê çanda pirtuk xwendinê dan destpêkirin. Her hefte jinên ciwan rojek diyar li hev kom dibin û li ser pirtukekê niqaş dikin. Mijara wan a vê heftiyê jî li ser pirtuka bi navê Rêberê Pirtuksaz hatiye Kuştin niqaş hatin kirin.

Silêmanî- Pirojeya çanda pirtuk xwendinê nêzî dû mehane ji aliyê çend jinên endamên Yekitiya Jinên Kurdistanê ve hetiye despêkirin. Heta niha çar caran jinên ciwan li pirtukxaneya Tewar li hev kombûne, di her kombûnekê de nêzî 20 jinên ciwan bejdarî xwendina pirtûkan bûne û paşê jî li ser wê pirtuka ku xwendine nîqaş dikin.
“Her hefte em li ser pirtukekê nîqaş dikin”
Sanya Kamil endama pirojeye çanda pirtuk xwendinê û rêvebere pirtukxaneya Teware di derbarê pirojeya wan de ev agahî da: “Armaca me ewe ku ciwan pirtukan bi xwinin. Ji ber wê jî di nava heftiyê de em çend pirtukan diyar dikin û yek ji wan pirtukan di hilbijêrîn û piştre jî li ser wê pirtukê niqaşan dikin. Bi vê yekê em dixwazin ciwanên ku di astek zêde de torên civakê û telefonê bi kartinin kêmtir bikin û berê wan bidin pirtuk xwendinê û bibin hevalê pirtukê, ne tenê pirtuk dibe ku bi hevre li ser filmekê yan ji kurte çîrokekê jî niqaş bikin. Me heftiyê rojekê ji bo çalkiya xwe ya xwendinê veqetandiye û her hefte rojek li ser pirtukekê nîqaş dikin.”
“Pêwîstiya jinan zêdetir bi xwendinê heye”
Xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Sêwe Yasîn ku yek ji bejdarvanên pirojeya çanda pirtuk xwendinê ye wiha behsa giringiya xwendinê dike: “Ez bi xwe qasî ku bikarim ezê bejdar bibim, ji ber ev pirojeye gelek giringe û pêwîstiya jinan zêdetir bi xwendinê heye û gelek giringe ku jin pirtukan bixwinin. Ji ber ku yê civakê perwerde dike jin e.”