Jinên ciwan dixwazin çanda robotîk û jîrbûna çêker li Lîbyayê belav bikin

Eyşe Omer anî ziman ku Tîma Super, komek ji xwendekarên temenê wan di navbera 12 û 19 salan de ye û wiha domand: "Em hewl didin di navbera dema xwendinê û dema xebatê de hevsengiyê çêbikin û du rojên me yên hefteyê hene ku em li wir kom dibin da ku kar û afrîneriyê bikin.”

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Di hundurê atolyeya robotîk de, hin keç dixebitin da ku hewl bidin qada teknolojiya robotan û jîrbûna çêker li Lîbyayê belav bikin. Di hundirê atolyayê de hin keçan digot "Kilîta 3 mm li ku derê ye" û yên din jî digotin "Pişk li ku derê ne. 
Di hundurê atolyeya robotîkê ya ji bo tîma super de, çi bû sedem ku keçên 18 salî berê xwe bidin robotîkê û jîrbûna xwe bi kar bînin. Der barê mijarê de Eyşe Omer ji ajansa me re axivî û got: "Ez 18 salî me, endama tîma super û rêvebera çavkaniyên mirovî me. Berî salekê ez tevli tîma super bûm û tevlibûna min ji ber dildariya min di vî warî de bû. Aliyê teknolojiyê, robotîk û jîrbûna çêker ne di bin çavan de ye û min bi riya hesabê wan ê Facebookê dest bi xebatên tîmê kir û piştre bi wan re têkilî danî û piştî wê ez bûm endama tîmê.” 
Eyşe Omer anî ziman ku Tîma Super, komek ji xwendekarên temenê wan di navbera 12 û 19 salan de ye û wiha domand: "Em hewl didin dema xwendinê û dema xebatê hevseng bikin û du rojên me yên hefteyê hene ku em li wir kom dibin da ku kar û afrîneriyê bikin.”
Her model robotan çêdike
Wê teqez kir ku rahênan bi hewldanên wan pêk hatiye û heta Hezîrana borî tu kesê perwerde û serperiştiya wan nekiriye û got: "Me pêwendî bi rahênerekî Urdinî re danî û ji wê demê ve wî rahêneriya tîmê kir lê çawa tîm hat damezrandin, kar çawa dest pê kir û perwerde çawa pêk tê, ev hemû bi hewldana endamên tîmê pêk tên.”
Eyşe Omer got ku ew tîm girêdayî rêxistina Ibotex li Trablusê ye û ji ber vê yekê ew bi rêxistina yekem a Emerîkayê ve girêdayî ye û tîmê bi jimareya rêzenivîsa 18424 ji vê rêxistinê bawernameya cîhanî wergirtiye. Her wiha, ev rêxistin her sal kêşeyek taybet ji bo tîmên berpirsiyar ên wê saz dike û perçeyan ji her tîmê re dişîne û ev kêşe her sal yek ji pirsgirêkên cîhanê çareser dike. Sala borî ji bo kesên astengdar robotek werzîşê çêdikir û îsal jî vînçek e ku ji bo veguheztin, barkirin û hwd. têbikaranîn. 
Ne tenê karên robotîk dike tîm beşdarî xebatên civakî jî dibe
Eyşe Omer diyar kir ku karê tîmê ne tenê cîbicîkirina karê jê tê xwestin e, her sal hewl dide kêşeyek çareser bike lewre ew tîmeke civakê ye û karên din jî dike, beşdarî çend çalakiyan dibe û dibêje: “Hin bûyer hene ku em beşdar dibin û ji me daxwaz dikin ku em robotek ji xwe re bi cih bikin, me robotên cihêreng jî çêkirine, di nav de robotên jîr û robotên bixêrhatinê hene. Wekî din, tîm di vî warî de gelek semînerên perwerdeyê organîze dike.” 
Der barê aboriya li pişt pîşesaziya robotîk de jî got: "Armanca tîmê qezenca darayî nîn e. Qezenca ku em dixwazin bi dest bixin ew e ku em vê çandê di civaka Lîbyayê de belav bikin, û Lîbya beşdarî forumên navneteweyî yên têkildarî teknolojiya robotîk bibe her wiha navê Lîbyayê di jîrbûna çêker de derbas dibe û bi van ciwanan navê wê bi rûmet be.” 
14 salî tevli tîma robotîk bû
Manasik Ebdulselam a 14 salî ku di qonaxa seretayî de ye, der barê ketina xwe ya vî warî dibêje: "Hezkirina min ji vî warî re bû sedem ku ez têkevim wê qadê, nemaze li Lîbyayê tu girîngî li ser aliyê teknolojîk û robotîk tune ye. Li Lîbyayê, mirov hê karê ku robotek divê bike, dikin û gava ku min li ser medyaya civakî şopand, min dît ku tîmek ji Bîngaziyê heye bi navê Super. Min di hefteya karsaziya cîhanî de bi wan re hevdîtin kir û têkilî danî, da ku îhtîmala tevlibûna tîmê hebe. Piştî hefteyek, ez tevli tîmê bûm û min bi wan re dest bi kar kir û demsal pir xweş derbas bû. Ji ber ku em ji ezmûn û xeletiyan fêr bûn heya ku em bi başî gihîştin sazkirina perçeyê.” Wê da zanîn ku beriya tevli tîmê bibe, di warê robotîkê de qet agahiyek wê tunebû lê ew ji tîmê fêr bûye. 
 Der barê qedandina xwendina xwe ya pêşerojê de di aliyê akademîk de di warê robotîkê de jî got: "Min hê biryar nedaye lê bi îhtîmaleke mezin ez ê di warê teknîkî de berdewam bikim, ji ber ku min di temenekî biçûk de dest bi xebatê kir, ji ber vê dê di pêşerojê de temam bikim.”