Jinên Îdlibê li hemberî zoriyên jiyanê têdikoşin

Jinên Îdlibê di salên şer de xwe li hemberî zoriyan ragirtin û ji ya ji wan dihat xwestin zêdetir bi berpirsiyarî tevgeriyan.

SUHÊR EL-ÎDLİBÎ

 Îdlib - Jinên Îdlibê di salên şer ên zor de li gel hemû şert û mercên zehmet jî xwe îspat kirin ku dikarin li hemberî zoriyan têbikoşin. Her wiha ji tişta ku ji wan dihat xwestin zêdetir kirin û dixebitî ku xwe bi perwerdekirinê di qada pratîkî û pêşeyî de bi hêz bikin da ku bihêztir û jêhatî tir li hembe  şert û mercên dijwar ên şer ê li ser wan dihat ferzkirin li ber xwe bidin. Ji aliyê din ve jî li hemberî kevneşopiyên ku wan sînordar dikin derkevin.

"Ez êdî nema barim"

Ghaliya El-Rahhal a 47 salî ya bi dirûşma "Ez êdî nema barim, ez alîkarim" yekemîn navenda bihêzkirina jinan li gundewarê Îdlibê ava kiriye têkildarî karê xwe wiha dibêje: "Min ji tinebûnê dest pê kir. Tenê biryardariya min a xurt û jêrzemînek biçuk û tarî di destê min de hebû. Amûrên hêsan, bala jinên mexdûr û westiyayî dikişand lê ev amûrên hêsan alîkariya wan dikir ku karibe kedekê ji xwe re bikin. Ez rastî gelek rexne, tehdîd û çewsandinên civakekê hatim ji ber ku ne dîtine ku jin sermiyanê malêye û ew dest datîne ser xwedîkirina zarokên xwe bi tena xwe. Min karê xwe berdewam kir tevî ku  hevjînê min di navbera xwe û karê min de bijarteyek da, an ezê li gel hevjînê xwe mabam an jî minê vî karî kiriba, her du bi hev re nedibû. Dîsan jî min karê xwe hilbijart, ku ji bo serkeftina xwe têdikoşiyam. Sibê ji bo gelek kesên ku jê sûd werdigirin çirûskek hêviyê bim çi bi perwerdekirina wan an bi bidestxistina derfetên kar di nav pisporiyê de.”

"Heft salan di nava çar dîwarê malê de bûm"

Selma El-Awad a ku ji bajarê Marat El-Numan koçberî bajarê Îdlibê bûye got ku wê çîrokek bi derbaskirina hemû şert û mercên dijwar û aloz di jiyana xwe de ji bo îsbat bike ku ew ne bê fê deye her wiha ew heye û dikare li hember bêderfetiyan derkeve  û wiha  dirêjî da gotina xwe: "Çîroka min bi zewaca min ya di temenê biçûk de destpêkir ku temenê min wê demê 16 salî bû. Wê demê tenê belgeya perwerdehiya bingehîn bi min re hebû. Piştî zewacîm heft salan di nava çar dîwarê malê de bûm. Erka min xwedîkirina sê zarokên bû û hemû dema min ji bo xizmeta hevjînê min û razîkirina wî bû. Min biryar da ku ez di jiyana xwe ya pîşeyî de tiştek bi dest bixim û min biryar da ez lîsans bixwînim û bawernameya navîn werbigirim. Hevjînê min bi zihniyeta xwe ya paşveru nahêle ez ji malê derkevim. Ji ber wê jî li malê bi dizî di dema xwe ya vala û di dema nebûna hevjînê xwe de dixebitîm û min dixwend. Bi lez û bez bûm ji bo ku dema hevjînê min were malê pirtûkên xwe veşêrim û hewcedariyên wî pêk bînim. Pir caran hevjînên min ji nişkave ve dihat malê û pirtûk di destê min de didît, ew pirtûk diqetand û tundiyek derunî û fîzîkî li min dikir.”

"Di nava mercên zehmet de bi îsrara xwe min notên bilind girt"

Selma diyar kir ku Dema azmûnan nêzîk bibû û li vir pêwîst bû ku ew hevjînê xwe razî bike ji bo ku destûr bidê ku ew ji malê derkeve û beşdariya ezmûnên li Navenda Ezmûna Azade yên Îdlilbê bibe û wiha qala xwe gihandina ezmûnan kir: "Bi rastî jî bi navbeynkariya hinek xizmên min  destûr da ku ez biçim. Di nava hemû tinaz û gotinên ku ji vir û wir dahatin gotin ku piştî navberek dirêj ez ji bo xwendinê vegeriyam di nava şert û mercên malbatê û barên ku ez dikşînim. Ji xeynî xwendina min li malê ji bo hemî dersan bêyî ku beşdarî dersên taybet bibim ku dê alîkariya min bike ji bo fêr bibin, ji bo ku zanibin mufredat ji hêla pir kesan ve nehatiye bidestxistin û kesên ku dersên taybet dixwendin û li dibistana diman jî bidest nedixistin.”

"Deverên lê dimam dihatin bombebarankirin lê min dev ji xwe berneda"

Selma El-Ewad  da zanîn ku serkeftinên wê di nava mercên giran de bidest xistî di ser îde hevjînê wê û hemû derdora wê matmayî hêlaye û wiha domand: “Di nava salek zehmet xebit de hevjînê min û hemû derdora min matmayî man ku wê demê mînaka biryardariya min hat dîtin, êdî ez xwedî îrad û zîrek didîtim. Ez bi ser ketim û min notên herî bilind bi dest xist. Min lêkolîn li ser xebat û pêşketinên dawiya sala 2016an kir.”

Selma El-Awad anî ziman ku ew di karê xwe de rastî gelek pirsgirêkan hat û hîna jî rûbirû ye, nemaze piştî ku tevlî tîmên berevaniya sivîl a jinan bû ji bo alîkariya jinan di dema bombebaran û bûyerên cuda de û wiha berdewam kir: “Tevî adet û kevneşopiyên ku jinan liv û tevgerên wan dişopînin û her karê ku dikin dipirsin. Her weha metirsiyên ku ew pêre rû bi rû dimîninî tayîbetî  dema ku deverên ew lê diman careke din dihatin bombebaran kirin lê rûximî wê jî me karê xwe berdewan dikir û em dilsozê doza xwe bû.”

"Berpirsyariya jinan a jiyanê heye"

Çalakvana Civakî Rawan El-Şellah a 33 salî jî got ku jina Sûrî karîbû xwe weke hevalbenda sereke ya mêran di warên cuda de nîşan bide, lê ew nebûna nûnertiya xwe ya  di serokatî û aliyên siyasî de rexne dike û wiha berdewan kir: “Hîna jî beşdariya min di nava meclîsên xwecihî û desteyên siyasî de kêm e, ku beşdariya jinan bi awayekî aktîf nîne. Di heman demê de bi qasî ku berpirsyariya jinan di jiyanê de heye, civak giringiyê bi berpirsyariya jinê nade ji ber ku hê jî di vî warî de pêşengiya jinan sînor dar dike. Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya sala derbasbûyî de li ser torên civakî raporek a saziya mafên mirovan a Sûriyê ronî kir li ser hin jinên ku di karên giştî de rastî binpêkirin û destdirêjiyên tên daneyên tundiyê hebûn. Her wiha di Raporê de behsa rûbirûbûna hin jinên ku tevlî karên giştî bûne û di xebatên siyasî, medyayî û alîkariyê de dixebitin li ser bingeha zayendê rastî zehemtiyan tên û wan sînordardikin ji bo ku dev ji karê xwe berdin. Heman rapor diyar dike ku şert û mercên giran ên aborî û civakî gelek jin neçar kirine ku li qadên kar û derdorên ne guncaw bixebitin. Li ser esasê cinsiyet rastî tacîz û cudakariyên gelek zor hatin, li gel sînordarkirina tevger û cilûbergên wan.”