Jineke Êzdî ku pêşengiya berxwedana li hember Osmaniyan kiriye: Zerîfe Ûsê

Zerîfe Ûsê û Bekiran heman tiştî tîne bîra mirov; Berxwedana li quntara Çiyayê Şengalê, serhildêriya jina Êzidî ya li beramber Osmaniyan.

GULÎSTAN EZÎZ

Şengal – “Li mala Zerîfe Ûsê çira tên pêxistin, xelk tê serdana mal. Ji ber ew der pîroz e, ji ber di dema xwe de Zerîfe Ûsê li dijî Osmaniyan şer kiriye, xelk rakiriye ser piyan û bi ser ketiye. Hiştiye çanda me û Ezdayetiya me bê parastin.”

Xwediya van gotinan, Sara Botan e ku yek ji keçên Êzidî ye. Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê e. Bi pey dîroka jinên Êzidî ketiye. Îro jî dem dema Zerîfe Ûsê ye.

Me çaydank û çaya xwe girt û em ketin rê. Me berê xwe da gundê Bekira. Bi gotina Êzidiyan em li Şemalê Şengalê ne. Bihar zorê dide zivistanê. Roj di bin ewran de serî hildide. Daran kulîlk vekirî, hêviya biharê mezintir dikin.

‘Lêkolînkirina dîroka Zerîfe Ûsê ji bo min bi wate ye’

Gundê Zerîfe Ûsê di qontara çiyayê Şengalê de hatiye avakirin. Hemû mal ji keviran, bi keda dest çêkirine. Sara dibêje: “Tu li ku dera Çiyayê Şengalê bigerî, şop û cihên ku di dîrokê de jinan li ber xwe dane hene, têne dîtin. Niha jî em li cihekî ne ku navenda tekoşîn û berxwedanê ye. Berxwedanek ji bo çand û nasnamê ye.”

Sara di çarçoveya xebatên jineolojî de bi pey şopa jinên navdar û berxwedêr ên Êzidî ketiye, yên ku di dîrokê de hatine nixumandin. Dixwaze xweliya li ser wê dîrokê rake. Dibêje: “Ez wek jineke Êzidî lêkolîna van cihan dikim. Behskirina wan kesayetên wek xwedawendan, ji bo min gelek girîng û bi wate ye.”

Warê Zerîfe Ûsê wê îro malovaniya me bike. Zerîfe, bi kevirên malên xwe, bi şikeftên xwe, bi dar û berên xwe xêrhatina me dike.

“Ji dîrokê heta niha gelek jinên tekoşer û berxwedêr ên Êzidî derketine. Pêşengî hem ji jinan re hem jî ji giştiya civakê re kirine. Wan parastine. Zerîfe Ûsê jî yek ji wan jinan e. Zerîfe ji malbata Ûsê ye. Ûsêyê Doxo.”

‘Zerîfa Ûsê li dijî Osmaniyan li ber xwe daye’

Sara dema bahsa berxwedaniya Zerîfe Ûsê dike kelecan digre. Ew jî dizane ji heman kokê ne. Bi gotina Sara dema gundê Bekira tê gotin rasterast Zerîfe Ûsê tê bîra meriv. Zerîfe Ûsê di fermana Hafiz Paşayê Osmaniyan de gel rakiriye ser piyan û li ber xwe daye. Wê bi xwe şer daye meşandin. Ger Zerîfe ew bar negirtiba ser milê xwe, dibe ku di wî şerê dijwar ê Osmaniyan de biserneketiba. Kurên Zerîfe jî di nav de li kêleka Zerîfe şer kirine. Şer şerê parastinê ye.

Niha li kêleka gundê Zerîfe neviyên Zerîfe gundek din ji xwe re ava kirine. Nexwestine jê dûr bikevin, nexwestine ji çiya biçin û bihêlin. Sara dibêje: “Hê jî bermahiyên wî gundê kevin maye. Ev gund ji bo me hemû Êzidiyan mîrateyek e.”

Sara bahsa polîtîkayên Seddam Hisên ên ji bo Êzidiyan ku ji çiya dûr bixe jî dike û dibêje: “Ger di fermana dawî de em ji çiya dûr neketibana, em ê nehatibana qetilkirin, tecawizkirin, kirîn û firotin.”

Zarokên Zerîfe Ûsê hemû kur in, keçên wê nebûne. Lê belê niha jî jinên berxwedêr di nav wê eşîrê de hene.

‘Mala Zerîfe Ûsê heta niha weke cihê pîroz tê ziyaretkirin’

Kavilên gund gelek tiştan dibêjin; xweşî û nexweşî, şadî û xemgînî, lehengî… Êzidiyan jiyana xwe li vê derê birêve birine. Girêdayî her malekê şikefteke biçûk jî hatiye çêkirin da ku xwe biparêzin. Mala Zerîfe Ûsê di nav gund bi xwe de ye, weke malên her kesekî din. Sara dibêje: “Heta niha jî gel tê serdana vê malê dike. Wek cihekî pîroz tê dîtin. Ji ber dema şer derdikeve gel xwe li vir digre û diparêze.”

Şikeft ji bo Êzidiyan bûye stargeh, bûye parêzvan li dijî fermanan. Li gor vegotinên Sara ev şikeftên heyî jî bi dest, bi kedeke pir mezin hatine çêkirin û tê de jiyane. Li gor Sara ew şikeft ne tenê kes parastine, di heman demê de hebûn, dîrok û nasnameya wan jî parastiye.

Di mala Zerîfa Ûsê de her êvara Çarşemê û Pêncşemê û dîsa di cejnan de çira tê pêxistin. Hê jî şopên wê demê yên jiyanê, yên tekoşînê diyar in.

Sara ji bo pirsa gelo çima çiya ji bo Êzidiyan girîng e dibêje: “Em dizanin yê ku me parastiye ev çiyayê me ye. Ji ber wê jî bi piranî cihên me yên dîrokî di quntara çiyê de ne. Bi vî rengî me hebûna xwe daye parastin.”

‘Em dixwazin dîroka hatî windakirin vegerînin’

Rexneyê Sara ji bo dîroka heyî heye û dibêje: “Mixabin tevî ku lehengeke bêeman e, di dîrokê de kêm bahsa Zerîfe Ûsê tê kirin. Ev ne tenê ji bo Zerîfe, ji bo piraniya jinên di dîrokê de li ber xwe dane derbasdar e.

Civaka me cih daye jinê, rêz ji jinê re girtiye. Lê bandorên neyînî yên derve ku li ser civaka me di milê jinê de pir çêbûne. Ji ber wê jî ew rastiya jinê her çûye hatiye windakirin. Em dikarin weke Zerîfe Ûsê behsa bi sedan jinên din ên berxwedêr bikin ku ji civaka xwe re pêşengî kirine. Em jî dixwazin vê rastiya dîrokê ku hatiye windakirin, vegerênin ser rûyê erdê. Xebatên me yên Jineolojî jî, li ser esasê derxistina holê ya vê dîrokê ye. Da ku Şêrîna Şêx Kalo, Dayê Zero û yên din nemirin. Da ku em jî bikarin li ser riya wan bimeşin.”

Stran jî li ser egîdiya Zerîfe hatine gotin û gundê wê lê kêm dimîne. Tevî wê jî ked, hewldan û berxwedana Zerîfe Ûsê bi awazên Êzidkî dighê ber gûhê xelkê me yê Êzidî. Nexwe wê çawa Zerîfe bihata nasîn û navê wê li gelek keçên Êzidî bihata kirin?

Dema me gera xwe ya nav dîrokê qedand, em rûniştin li meydana gund. Li kêleka me Zerîfe Ûsê. Me çaya xwe ya ser agir vexwar û rabûn. Me got: “malî ava.”