Jina aktîvîst ku rastî îşkenceya Talîbanê hat: Dibe ku em berdêla wê bidin, lê em ê bi ser bikevin
Gotina aktîvîsteke jin a Afgan ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, li dijî pêkanînên Talîbanê got: "Dibe ku em berdêla wê bidin, lê em ê bi ser bikevin " bi me dide hîskirin ku berxwedana jinê têkoşîneke pîroz a ji dîrokê heya îro ye. Aktîvîsta ku serpêhatiyên jina bi navê Arezû ku ji ber nexwest bi endamekî Talîbanê re bizewice bi îşkenceyê hat qetilkirin bi bîr xist û got, "Em ê fikrên dijminatiya jinan ên Talîbanê hilweşîn in.”
BİHARİN LEHİB
Kabûl - Li paytexta Afganîstan Kabûlê, di 11’ê Mijdarê de endamekî Talîbanê xwest bi jina bi navê Arezo (Arzu) re bizewice. Ji ber ku Arezo ev daxwaz qebûl nekir, ji aliyê sûcdarê mêr ve bi qamçî kirinê rastî îşkenceyê hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hat hînbûn ku Arezo bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Jinên Afganî li dijî vê bûyerê serî hildidin. Jin aktîvîst ku ji ber ewlehiyê nexwest nasnameya xwe eşkere bike, bi navê Narges Nisar bûyerê ji ajansa me re vegot.
“Pêwîstî bi rêxistinbûna lezgîn heye”
Narges Nisar, anî ziman ku ew bi îradeya xwe li dijî pêkanînên Talîbanê li ber xwe didin û diyar kir ku li dijî Talîbanê pêwîstî bi rêxistinbûna lezgîn heye. Narges Nisar destnîşan kir ku ev bûyer nayê qebûlkirin û her roj mînaka jinên ku bi awayekî eşkere bi destê Talîbanan tên îşkencekirin derdikeve holê.
“Em serî natewînin”
Narges Nisar, anî ziman ku heta niha her meş û çalakiya ku ji bo mafên jinan pêk anîne rastî zextan hatiye û got: “Em hatin qamçî kirin û taloq kirin. Em jinên ku dengê xwe dan bihîstin bûn. Pir zehmet e mirov bifikire ka çi li jinên ku nikarin dengê xwe bidin bihîstin hatiye kirin.” Nerges Nisar her wiha diyar kir ku beriya demekê Talîbanê bi ser mala wê de girt û bi zaroka ve xwe rastî şîdetê hatiye û wiha got, “Dema avêtin ser mala min hevjînê min ne li mal bû. Ez bi kurê xwe yê biçûk re li malê tenê bûm. Ji ber ku ez aktîvîst bûm telefona min xwestin, lê dema min nexwest telefona min bidim, li min û kurê min xistin. Me li hemberî lêdan û gefên Talîbanê serî netewand û natewînin jî.”
"Hejmara me kêm e, lê em Talîbanê pir ditirsînin..."
Narges Nisar destnîşan kir ku ew weke jinên Afganî hewl didin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Narges Nisar bal kişand ser serpêhatiyên Arezoyê ku hat qetilkirin û wiha got: “Mînaka Arezo ne ya yekem e û dê ne jî ya dawî be. Ligel ku em pir kêm in em wek jin kolanan naterikînin. Banga min ji jinên cîhanê re; Alîkariya me bikin ku em dengê xwe bidin bihîstin. Em jin bi hejmareke pir kêm, Talîbanê ditirsînin, ez pir serbilindim ku bi hejmarek ew çend kêm me jinan kariye bandorek wiha bidin çêkirin."
“Em berdêla wê bidin jî bi ser dikevin”
Narges Nisar bilêv kir ku têgihiştineke Talîbanê heye ku tê xwestin bê afirandin, lê divê jinên cîhanê bi vê ferasetê neyên xapandin û wiha domand: "Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin, em ê ramanên dijminatiya jinan ên Talîbanê tune bikin û em ê jiyaneke wekhev, adil û demokratîk bimeşînin. Dibe ku em berdêla wê bidin, lê em ê bi ser bikevin."
Çi çêbû bû?
Di 11’ê Mijdara 2021’an de vîdeoya jineke ku li paytexta Afganîstanê Kabûlê ji aliyê Talîbanê ve di hat qamçî kirin hat parvekirin. Di dîmenên ku hat diyarkirin aîdî jina ciwan a bi navê Arezo ye de hat dîtin ku jin rastî îşkenceyê hatiye. Hate hîn bûyin ku jina ciwan ji ber ku zewaca endamê Talîbanê red kiriye cezayê qamçiyê lê hatiye birîn. Arezo ya ku zewacê red kir, ewil hat binçavkirin, di bin zextan de zordariya zewacê lê hat kirin û piştre jî cezayê qamçiyê lê hat birîn. Li gorî agahiyên dawî, Arezo jiyana xwe ji dest da ye.