Jin li Tûnisê ji bo debarê li ser riyan sebzeyan difroşin
Jinên Tûnisê yên ku li bazaran û li ser riyan sebze û giyayan difroşin ji bo debara xwe bikin, herî zêde bi zehmetî û kêşeyan re rûbirû dimînin. Jin diyar dikin ku tevî dijwariya kar ji bo debara malbata xwe bikin hemû zextan tehemul dikin.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Jinên ku li bazaran li ser riyan dixebitin ji wan kesên ku herî zêde bi zehmetiyên dijwar ên jiyanê re rûbirû dimînin in. Ew neçar in zehmetî û kêşeyan tehemul bikin ji bo ku debara xwe bikin. Li parêzgeha El-Qesrîn a Tûnisê xebata jinan li ser riyan e. Jin ji bo firotina sebze û giyayên ku bi xwe diçînin ji bo debara malbatên xwe bikin, deve riyan hildibijêrin. Li ser riyan gelek firoşkarên sebzeyan hene, ev qerebalix dibe sedem ku jin bi tacîzên polîsên şaredariyan re rûbirû bin.
'Hemû zext û dijwariyan tehemul dikin'
Zekiye Nasrî jinek kedkar e, berbangê ji malê derdikeve ji bo ku zûtir bigihîje bazarê. Ew kelûpelên xwe li ser rê bi cih dike, da ku bikaribe pere qezenc bike û hewcedariyên bingehîn êm malbata xwe bi cih bîne. Zekiye Nasrî wiha dibêje: "Em bi gelek zehmetiyên polîsan re rûbirû dimînin. Em her tiştî tehemul dikin tenê ji bo sebzeyên xwe yên me çandine bifroşin û debara xwe bikin. Jinên ku li ser riyan kelûpelên xwe difroşin rewşa wan a civakî têk çûye. Em nikarin xwarin û koşt bikirin û zarokên xwe têr bikin. Em saetên dirêj di bin barana zivistanê û germa havînê de tehemul dikin tenê ji bo xeyalên zarokên xwe pêk bînin."
'Ji ber buhabûnê nikarim xwe tedawî bikim'
Mebrûka Hemdî ya ku 14 sal in li ser riyan kelûpelên xwe difroşe wiha got: "Ez berpirsyara malbatê me ji ber vê li ser riyan sebzeyên xwe difroşim. Herî zêde em di zivistanê de zehmetiyan dikşînin ji ber di baran û avê de bi seatan dimînin. Ev jî bandorê li tendirustiya min kiriye û bi nexweşiyan re rûbirû me. Pêdiviya min bi tedawiyê heye lê ez nikarim ji ber derman gelek buha ne û em nikarin bikirin."
'Ji bo debara zarokên xwe em dixebitin'
Mûfîda Xedrawî ku sebzeyan ji çotkarên bajarên Fosane û Nebil ve dikre û li ser riyan wan difroşe wiha got: "Ev kar pere zêde jê nayê û nikare pêdiviyên jinan hemû pêk bîne lê dîsa dibe destek ji wan re. Em hemû zext û dijwariyan tehemul dikin tenê ji bo zarokên xwe xwedî bikin û pêdiviyên wan pêk bînin. Ev 32 sal in di karê firotina sebzeyan de dixebitim her wiha debara zarokên keça xwe yên sêwî jî dikim."
'Jin bi kêşeyan re rûbirû ne'
Kemîla Yehyewî ku sebzeyan bi destên xwe amade dike û difroşe wiha axivî: "Rewşa jinên ku li ser riyan sebze û giyayan difroşin gelek dijwar e. Bi kêşeyan re rûbibû ne. Jinên ku piştî tiştên xwe difroşin li malê jî kar dikin, xwarinê amade dikin û zarokan xwedî dikin, ji ber vê herî zêde bi astengiyan re rûbirû dimînin. Şaredarî her dem li dijî me derdikeve û ji me dixwaze em vê derê biterikînin. Carekê, polîs û şaredariyê kelûpelên min bi zorê ji min standin. 25 sal in vî karî dikim."