“Jin li Efrînê bi îşkence û kiryarên hovane re rûbirû dimînin”

Endama komîteya edaleta mala jinan a kantona Efrînê Yesmîn Qadêr bal kişand ser kiryarên ku li herêmên dagirkirî li ser jinan pêk tên û got: "Li Efrîna dagirkirî rojane jin tên hedefgirtin û di îşkenceyan re derbas dibin. Em li Şehbayê qîrîn û hewara jinên Efrînê ji cîhanê re radighînin."

HESNA MIHEMED
Şehba- Bi dagirkirina hin herêm ji herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê wek Efrîn, Girê Spî, Serêkanî, Bab, Ezaz û Cerablûsê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê ve rojane siyaseta qirkirin û tunekirinê li wan deveran tê meşandin. Ji 18'ê Adara 2018'an û vir ve kantona Efrînê ket bin serweriya dewleta tirk a dagirker, ji wê demê û heya vê kêliyê kiryarên xwe li ser gel û xwezaya wê herêmê dide meşandin. 3 sal û nîv di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûye lê heya niha kiryarên li wê deverê nehatine rawestandin.
Jinên Efrînê rojane bi kiryar, îşkence, tecawiz, revandin û tehdîdê re rûbirû dimînin. Bi hezaran jin hatine revandin û di zindanan de bi îşkenceyê re rûbirû dimînin, gelek ji wan jî çarenûs û cihê wan nediyar e. Li herêmên dagirkirî ji bo xwe xilaskirina ji tehdîd, zext û zordariya dagirkeriyê asta xwekuştinê di nava jinan de zêdetir bûye. Ev siyaset ji împaratoriya Osmaniyan diherike û jinan ji xwe re dike hedef. 
Li gelek deverên cîhanê bi taybet herêmên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne jin li wê derê li dijî dagirkerî û zîhniyeta baviksalarî serî hildidin têdikoşin, ev yek jî li hesabê dewleta tirk nayê ji ber ku her dem dixwaze jin û civak di bin serweriya wê de bin û serî bitewînin. Li gorî çavkaniyên herêmî ku ji Mala Jin re hatine û li gorî belegeyên wan li Efrînê zêdetirî 1200 jin hatine revandin, îşkencekirin, tecawiz, zewaca bi darê zorê û xwekuştin e.
Endama komîteya edaleta Mala Jin a kantona Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Yesmîn Qadêr behsa zehmetiyên ku jin li herêmên dagirkirî dibînin kir.
"Li herêmên dagirkirî herî zêde jin tên binçavkirin"
Yesmîn behsa dagirkirina kantona Efrîn û gundewarên wê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û kiryarên ku li wê derê didin meşandin kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ev nêzî 4 salan e dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê Efrîn û gundewarên wê dagir kirine.
Ji wê kêliyê û şûn ve hemû kiryarên xwe der barê niştecih û xwezaya Efrînê de didin meşandin. Jin dendika civakê ne û ji ber jinên Efrînê serî li hemberî dagirkeriyê hildan û taybetmendiya wan bindestiyê qebûl nake lewra her dibin armanca dagirkeriya dewleta tirk.
Li Efrînê jin rû bi rû bi îşkence, tecawiz, zewaca bi darê zorê û revandinê re dimînin. Komên çekdar ji xwe re qetilkirina jinan û bindestiya wan helal dîtine.
Divê komîteyek ji dewletên navneteweyî bê amadekirin û derbasî deverên dagirkirî bibin da ku rastiya li wan deran tê jiyîn ji raya giştî re ragihînin. Dewleta tirk li pêş çavên dinyayê kiryarên xwe vedişêre û rastiyê ranagihîne."
"Jin bi îşkence û tundiyê re rû bi rû dimînin"
Di nav domandina gotinên xwe de Yesmîn hejmara jinên rastî kiryaran li Efrînê hatine ragihand û got: "Li gorî belgeyên di destên me de û çavkaniyên herêmî, ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha zêdetirî 1200 jin hatine revandin û îşkencekirin, ji wan bi sedan hatine qetilkirin, tecawizkirin, revandin û heya niha çarenûsa wan nediyar e.
Gelek jin jî gihîştin asta xwekuştinê ji ber hovîtiya ku tê jiyîn. Di heman demê de gelek jin bi darê zorê ji aliyê çeteyan ve hatine zewicandin. Bi dehan jin jî tevli zarokên xwe di zindanan de hatine dîlgirtin. Ev kirin tevahî cureyên tundî û hovîtiyê ne.
Em ê tu carî rê nedin neyaran ku xeyalên xwe pêk bînin. Em li Şehbayê piştgiriya jinên li Efrînê dikin, qêrîn û hewara wan hewl didin ji cîhanê re ragihînin da ku bi wijdanî nêzî mijara kiryaran li Efrînê bibin û çareseriyekê bibînin. Li hemû deverên dagirkirî ev kiryar tên meşandin."