Jin ji bo her pirsgirêkê di nava lêgerîna çareseriyê de ne

Zekiya Dahir a 60 salî hebûna denê avê di mala wê de bi wate ye û ji bo çareseriya pirsgirêka kehrebê wekî amûrekî alternatîf ji bo ava cemidî bi kar tîne.

RONÎDA HACΠ
Hesekê-Bi hatina demsala havînê re dewleta tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm kir, ev yek bû sedem ku kehrebe li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bibe. Ji bo her pirsgirêkê jin xwe berpirsyar dibînin û riya çareseriyê didin pêşiya xwe. Zekiya Dahir ji taxa Til Hecer a bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ev 30 sal in denê avê bi kar tîne û ji bo pirsgirêka kehrebê û peydakirina ava cemidî dibe çareserî. Zekiya dayika 9 zarokan e hebûna denê avê di mala xwe de pir girîng dibîne û bi hezkirin bi kar tîne .
“30 sal e denê avê bi kar tînim”
Zekiya diyar kir ku den di mala wê de cihek pir girîng digre û ji bo peydakirina ava cemidî bi kar tîne û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev den temenê wî 30 salî ye, min ji Qamişlo kirî, ez pir jê hez dikim, her çiqas mirovan ji min xwestin jî min neda. Di demên berê de kehrebe tunebû, di her malê de den hebû lê bi pêşketina teknîkî kêm bû. Pêşketina teknîkî bandorek neyînî li civakê kir, her kes fêrî rehetiyê kir û amûrên kevnar dan helandin lê ez tu carî ne fikirîm denê avê bifroşim an jî bidim kesî, min her ji bo mala xwe bi kar dianî, her çiqas berad jî derketin lê min ava xwe ya cemidî bi riya den peyda dikir û vedixwar.”
Zekiya teqez kir ku dewleta tirk a dagirker ji bo civakê bide fetisandin rêjeya ava Firatê kêm kiriye û kehrebe li ser wan biriye û got: “Îro dewleta tirk a dagirker li dijî civakê şerekî qirêj û bêexlaq dide meşandin. Bi hemû rêbazan civakê tengav dike, herî dawî di germahiya havînê de rêjeya ava Firatê pir kêm kir û pirsgirêka kehrebê derket û ava cemidî nema hat peydakirin. Denê avê yê di mala min de ji bo vê pirsgirêkê bû bersiv. Rojane êvarê min avê derdixist ber bayê da ku bicemide û serê sibê min berdida denê ji bo cemidî bimîne. Min û zarokên xwe pir sûd jê digirt û bi teybetî di heyva rojiyê de.” 
“Li dijî siyasetên fetisandinê jin dibin bersiv û di nava lêgerîna çareseriyê de ne” 
Zekiya teqez kir ku parastina amûrên kevnar pir girîng e û xelasiya ji krîzan e û wiha anî ziman: “Dema amûrên kevnar di malê de hebin, tê wateya ku dîrokek di wê malê de hatiye parastin. Ji bilê wê jî ji bo xelasiya ji krîza aborî û şerê ku li ser me tê meşandin pêwîstî bi zindîkirina amûrên kevnar heye. Niha li gel min den, papor heye û ez ji wan sûd digrim. Jin ji her pirsgirêkê re dibin bersiv û ji bo xwe û mala xwe ji krîz û pirsgirêkan rizgar bikin di nava lêgerînê de ne.Ez dixwazim her kes amûrên kevnar bi kar bîne, bila siyasta dijmin bandor li me neke. Dixwazin me fêrî rehetiyê bikin da ku bigihîjin armancên xwe.”
“Dîtina Rêber Apo ji bo min şanseke mezin bû”
Zekiya bal kişand ser dîtina Rêberê Gelê Kurdî Abdulah Ocalan di salên 1990’an de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di salên 1990’an de me berê xwe da Lubnanê da ku em Rêber Apo bibînin, kurê min pir biçûk bû lê ji bo ku ez Rêber Ocalan bibînim min kurê xwe li malê hişt û ez çûm Lubnanê. Min hesreta dîtina wî ji dilê xwe derxist. Dema min Rêbertî dît destê xwe da hûçkê min û pir kêfxweş bû ku min cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn û heya niha jî ez her van cilan li xwe dikim. Ji ber ku em Kurd in û bi cil û bergên xwe tên naskirin. Rojeke tarî bû dema ku gotin Rêberê me hat girtin û heya niha jî tecrîdek giran li ser tê meşandin. Ev tecrîd li dijî pîvanên mirovahiyê ye. Rêber Apo doza mafên gelan kir tu sûcekî din nekiriye lê mixabin tê xuyakirin ku li gel hêzên desthilatdar ger tu doza mafekî bikî tê werî cezakirin. Ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku Rêber Apo ji zindanê derxin êdî bes e. Îro siyasta fetisandina gelan a ku dewleta tirk bi kar tîne av û kehrebeyê li ser me qut dike, berdewama siyaset û komploya li dijî Rêber Apo ye. Ji bo wê pêwîst e em li hemberî van siyasetan şiyar bin.”