Jin ji ber xizmeta nava malbatê demê ji bo xwe nabînin

Jinên Iraqê yên ku dizewicin mecbûr in li gel malbata hevjînên xwe bijîn û ev jî zehmetiya jinan zêdetir dike, di navbera erkên zewacê, malbatî û tenduristiyê de bandorên neyînî çêdike.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Iraq yek ji welatên ku di hurgiliyên zewacê û encamên wê de şêweyeke cuda çêdike ye. Jinên ku dizewicin mecbûr in bi malbata hevjînê xwe re bijîn. Di nêrîna civaka mêrsalar de jin wekî makîneyek xebata domdar di hundurê malê de ne divê ji hevjîn û malbata wî re xizmetê bikin loma zarokên wan bê mafên bingehîn an jî lênêrîna tenduristiyê ne.
“Ez gelek diwestim” 
Jina bi navê S.S serpereşta malê ye, zewiciye û sê zarokên wê hene, der barê serpêhatiya zewaca xwe de wiha dibêje: “Min nizanibû ku dê zewac min bike xizmetkara malê û bin qedexeyên malbata hevjînê min. Ez neçar dimînim ku serê sibê saet di 7'an de rabim û kar bikim û nikarim biçim odeya xwe ya taybet heya piştî saet 9’ê êvarê.
Ez di malbata hevjînê xwe de ku hejmara wan ji 13 kesan pêk tê di maleke 200 metreyî de dijîm. Ez gelek diwestim. Ez û hevjîna birayê hevjînê min bi dorê karê malê dikin, paqijî û kincan dişon, xwarinê amade dikin û bi qasî hejmara endamên malbatê nan dipêjin. Havînê dema nan çêdikim ji germê, zivistanê jî ji sermaya zêde dimirim.
Dema ku ez bi diya xwe re diaxivim, dibêje ku wê jî di temenê xwe yê biçûk de te jiyana dijwar derbas kiriye û ji aliyê mabata hevjînê  xwe ve rastî tundiyê hatiye. Kurekî min ê 10 salî heye ez dixwazim wî perwerde bikim û teşwîq dikim da ku tiştên hêsan bike. Gava mezin bibe mêrek xweşik jê derkeve û dema ku zewicî ji hevjîna re baş be.”
“Divê jin hestên xwe yên westandinê diyar bikin”
Jina bi navê S.A ya ku li gel malbata hevjînê xwe ya ji 8 endaman pêk tê û piraniya wan mêr in, dijî û bûka mezin a malê ye, ji ber vê yekê ew gelek caran hemû karên malê bi halê xwe yê ducanî û tenê dike dibêje: “Min ducanîbûnê û encamên wê nedizanî, ez zû diwestiyam lê neçar bûm ku kar bikim û bi demjimêrên dirêj li ser lingên xwe bisekinim û firaqan bişûm.
Min li gorî pêdiviyên ducanîbûnê tu merc nedîtin. Ji ber vê yekê zaroka min a yekem ji ber min çû vê yekê gelek tişt ji tenduristiya min bi xwe re bir. Piştre ez hîn zêdetir bi xwe re eleqedar bûm, ji ber vê yekê divê her jin li tenduristiya xwe miqate be û li bendê nemîne ku mêr an kesek din li wan xwedî derkevin.
Divê jin hestên xwe yên westandinê diyar bikin, û ji bo ku hevjînê xwe razî bikin, ewqas zoriyê li xwe nekin.” 
“Ez hewl didim demê ji xwe re veqetînim”
Jina bi navê F.S. karmendeke îdarî ye li Wezareta Enerjiyê wiha got: “Hevjînê min alîkarîdayîna min a di karên malbatê de weke şerm dibîne. Her çend ez jinek xebatkar im û gelek wext ji derveyê malê derbas dikim jî hemû karên malê dikim û hem jî girîngî didim dersên zarokên xwe. Ez hewl didim demê ji xwe re veqetînim.”
“Dema jinên Iraqê ji bo wan tune ye”
Hîndekara pêşketina mirovî, malbatî û civakî Zîna El-Sebax di wê baweriyê de ye ku jin stûna bingehîn a malbatê ne, hebûn û hêza wan heye. Jin desteka bêdawî didin malbatê, li hemû hurguliyên xwe xwedî derdikevin û wiha dibêje: “Rola jinan di malbatê de tenê westandin e.
Dema ku erkên malê ji bilî lênihêrîna zarokan û dabînkirina hewcedariyên wan û guhdana li ser lênêrîna perwerde jî di nav de ye digre nav xwe. Jinên Iraqê di warê bedenî de hêza xwe di nava karên malê de bi taybetî di nav malbat û xaniyên hevbeş de dixwe û ev yek jî bandorê li têgeha xebata derûnî ya jinan dike. Her wiha hewldana derûnî temamkera hewla bedenî ye lewre çavdêrîkirina hevsengiyê pir girîng e û pêwîstiya parastin û nûkirina tenduristiya derûnî heye.
Jin di dema bêhnvedanê de di nîvê rojê de jî  ji zarokên jin û mêrên malbatê de di hinek karan de hevkariyê dikin.”
Zîna El-Sebax di dawiya axaftina xwe de, hişyarî da ser xemsariya ji bo tenduristiya jinên di nava malbatê de, yan jî bê eleqedariya wan bi xwe re, ji ber ku ev yek dê bibe sedema nexweşiyek derûnî ku bandorê li reftarên danûstandinên dayikan bi zarokan re dike.