Jin cezayê ku li dijî sinetê tê dayîn kêm dibînin

Yek ji welatên ku herî zêde keç û jin lê tên sinetkirin Misir e. Li Misrê dê cezayê sinetê were zêdekirinin li ser vê mijarê jin diyar dikin ku ceza têrî vî sûcê ku hatiye kirin nake

Navenda Nûçeyan- Li Misrê ji sala 2008’an ve sinetkirina jinan hatiye qedexekirin lê belê hê jî li hinek deverên bejahî yên Misrê sinetkirina jinan bi awayek berbiçav tê kirin. Ji ber vê jî her çendî ku li Misrê sineta jinan qedexe ye jî yên ku jinan sinet bikin dê cezayê girantir were dayîn. Roja yekşema borî zagonek ji bo cezayên girantir anîn parlamentoya Misrê. Li gorî vê zagonê biryar dabûn ku yên perwerdeya tibê nedîtibin dema ku jinan sinet bikin heta 7 salan wê cezayê girtîgehê li wan were birîn. Yên ku perwerdeya tibê dîtine û jinan sinet bikin wê heta 5 salan ji karê xwe werin dûrxistin. Ev biryar jî hat pejirandin. Dema ku ev zagon ji aliyê serokomar ve were pejirandin yên ku daxwaza sineta jinan bikin jî wê cezayê girtîgehê li wan were birîn.
NY: Ji sedî 90’ê jinan neçarî sinetê bûne 
Li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2016’an de kirine, jin û keçên Misirê yên di navbera 15, 49 salî de û rêjeya nêzî ji sedî 90 neçarî sinetê bûne û hatine sinetkirin. Aktivîstan ev zagon bi dilxweşî pêşwazî kirin lê belê ketin nava lêgerînên ka dema ev zagon li tevahî Misrê were pêkanîn wê çîqas bi bandor be û bidome.  
“Ceza bi tena serê xwe têr nake”
Rêvebera Pêşketinên Qahîreyê û Weqfa Qanûnê Entessar El- Saeed dide diyarkirin ku cezayên hin girantir bi tena serê xwe têr nakin û wiha got: “Ev gaveke baş e lê belê hê jî em têkoşînê li dijî ramanên kesên ji civaka Misrê, yên wekî bijîşk û dozgeran de ku tu cezayê sinetê nîn e didin meşandin.” 
Rayedarên Misrê û saziyên civaka sivîl bi kampanyayên hişyarkirinê, bi serlêdanên qadan re û bi cezayên hîn girantir hewl didin sineta jinan ji holê rakin.
Yek ji şirîkê avakerê koma The Five Foundation Brendan Wynne, zagona nû bi dilxweşî pêşwazî kir û da zanîn ku ger hikumet vê mijarê ji dil û cidî negre dê tiştek neyê guhertin û got: “Dema hikumet vê zagonê cidî negre, tiştek nayê guhertin. Profesorên Tibê hê jî di klînîkên xwe de jinan sinet dikin, vê yekê jî bê fikar û tirs bi eşkerayî dikin.” 
Çavkanî: Middle East Eye