Jin bi parastina genim xwedî li keda xwe derdikevin

18 jinên ku di kooperatîfa çandiniyê a Aboriya Jin a navçeya Tirbespiyê de cih digrin, bi kêfxweşiyeke mezin û berpirsiyarî bêyî westandin, nobedariya zeviyên genim dikin û ji şewatê diparêzin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Li Mezopotamya di navbera çemê Firat û Dîcleyê de, axeke wisa dewlemend bi xêr û bêr e ku dikare debara giştî Sûriyeyê û xelkê wê bike. Li ser vê axê gelek zêr hene, zêrê reş û zer û kesk, wekî petrol, genim û baxçeyên gelek cureyên keskahiyê, hene û tên çandin. Yek ji projeyên ku Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê sûdê digre û her sal bi pêş dixe jî çandiniya genim e. Li gundê Meşûq ê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 18 jinan bi piştgiriya Aboriya Jin 75 donim erd wekî genim çandine. Têkildarî projeyên çandina genim Rêvebera Aboriya Jin a Kantona Qamişloyê Şevîn Mihemed her wiha endama kooperatîfê Gulistan Silêman axivîn.

Çandina zêrê zer

Şevîn Mihemed got ku ruxmî metirsiyan jî îsal genim baş e û wiha domand: "Barana îsal, dikaribû genim û çandiniyê li giştî herêmê ji hişkahiyê xilas bike û dilê cotkaran mest bike. Sedema ku cotkaran îsal genim zêde neçand, tirsa hişkesaliya par û pêrar bû lê dîsa jî rûberên ku hatine çandin ne xirab in. Îsal me girîngî da çandina genimê bejî, nok, kizbera (giznîj) û nîskan. Kooperatîfa gundê Meşûq ê Tirbespiyê jî 75 donim erd e genim û kizbera lê hatin çandin. Tenê çend roj man ku em patosê ber bi erdê ve bînin û dest bi çinîna wê bikin. Em ê genim veguhezînin depoyên genim ên Rêveberiya Xweser."

Alternatîfa ji krîzên aborî re

Şevîn Mihemed da zanîn ku bi çandina genim hewcedariya wan bi derve namîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hêja ye ku bi navê zêrê zer were naskirin, ji ber ku bi rastî jî pir bi sûd e ji bo herêmê. Çandina genim dikare gelek pirsgirêkên ku civak jê gazinan dike çareser bike, bêyî ku hewcedarî welatên derve bibe. Tevî ambargoya li ser herêmê jî dikare bibe destek. Çandina genim dikare îstîsmarkirina barzirganan ji krîzên heyî re, bibe bersivek. Her wiha dema ku berhem baş be, civak riya koçberiyê napejirîne û wiha krîza aboriyê kêm dibe. Divê cotkar hemû jî tevî jin û dayikan, çawa li zarokên xwe miqate ne, li axa xwe jî miqate bin û her sal genim biçînin. Çandinî bi hemû cureyên xwe, mijûlbûyîn jê re pêwîst e. Divê her kes bi berpirsiyariyeke ku alternatîfên peydakirina çareseriya krîzên aboriyê, tevbigere. Xweseriya aboriya welatan pir girîng e. Ji bo ku nanê me paqij be, şîrê zarokan bi sûd be, ji bo pêşxistina projeyên tenûran, çandina genim zêde bikin."

Jinan ji bo parastina keda xwe zend û bendên xwe badan

Gulistan Silêman yek ji endamên kooperatîfa çandiniyê ya gundê Meşûqê ye, 4 sal in di vê kooperatîfê de cih digre û der barê kooperatîfê de ev tişt anî ziman: "4 sal bi ked û xwêdan û bê westandineke ku em dest ji vî karî berdin, ji bo axa xwe dixebitin. Têkiliyên min û her 17 jinan, pir baş in û her yek ji me karê li ser xwe dike lê bi rihekî hevpar û hevgirtineke bêyî ku valahî li cihekî hebin. Em hestên bendewariyê ji hev nakin, her kes karê xwe dizane û dike. Em ne wekî rêhevalên hev û axê ne, wekî berpirsên pêşxistina çandiniya welatê xwe ne jî."

Li dijî şewatê nobetê digrin

Gulistan Silêman gavên destpêkê yên ku avêtibûn bi bîr xist û got: "Ev erdê ku hûn dibînin, simbilê genim gihîştiye ser çongan, berê erdekî tijî kevir bû. Di 5 rojan de me kevir hemû jê rakirin û paqij kir, paşê erd cot kir û tovên genim lê reşandin. Tu xeyal dikî bê çiqasî xweş e, lê rastiya jiyana wê xweştir e. Ne tenê ev, em parastina wê jî dikin, ji ber ku me ked pê re daye divê ku em xwedî lê derkevin. Her du saetan 6 jin ji gund ber bi erd ve tên, li dora zeviyê genim tev digerin û çavdêriya wê dikin. Piştî du saetan, 6 jinên din tên û wiha em nobedariya erdê xwe dikin."

‘Wê zeviyên me wekî tîrêjên rojê her dem bi keskahiya xwe şewq bidin welat’

Gulistan Silêman da xuyakirin ku ew heya genim biçînin wê nobedariyê bikin û wiha amadekariyên ji bo pêşîgirtina şewatê anî ziman: "Berî çend salan, agir bi zeviyan ket û vê yekê êş û birîneke kûr di dilê cotkaran de çêkir. Îsal em û hemû cotkar bi tedbîr in, me numareyên agirkujê li cem xwe girtine her wiha çewal û av jî hene. Ger şewatek derbikeve, em ê demildest mudaxele bikin. Ger heya dawî em zeviyên xwe neparêzin, wê keda me ya vê salê hemû vala biçe, wekî ku me tiştek jî nekiriye. Tiştek nabe, bila îro em biwestin lê divê ku sibê civaka me birçî nemîne. Heya ku em li vir bin jî wê zeviyên me wekî tîrêjên rojê şewqê bidin welat."