Ji Til Temirê pîrek Aşûrî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dike!

Xena Yûnan a 77 salî ku bi eslê xwe Aşûrî ye ji navçeya Til Temirê ye, behsa êrîş û komkujiyên ku ji Sêfo heya Sîmêl, ji Sîmêlê heya Xabûrê û niha êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Til Temirê dike û da zanîn ku bi vî temenê xwe yê mezin, ew ê li hember dagirkeran şer bike û daxwaz ji NY’ê kir ku komkujiyên li ser gelê Aşûrî de yên dê dîrokê de pêk hatine êdî rawestînin û bihêlin ku êdî rehet bijîn.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Xena Yûnan a 77 salî ku bi eslê xwe ji Iraqê ye, piştî ku ji komkujiya dewleta Iraqê di sala 1915-1917'an de, li herêma Nînowayê ya Iraqê li ser gelê Aşûrî, Suryanî û Ermenî pêk anî, xwe ji pencên Iraqiyan xilas kirin û berê xwe dan Sûriyeyê. Aşûriyên ku ji komkujiya Sêfo û Sîmêlê ya li Colemêrga Bakurê Kurdistanê û Nînowaya Iraqê, bi fermana Osmaniyan û Iraqiyan reviyan û xwe avêtin bextê Sûriyeyê û li navçeya Til Temira Kantona Hesekê bi cih bûn û zêdetirî 33 gund li qeraxa çemê Xabûrê ava kirin. Di berbanga 23'ê Sibata 2015'an de jî çeteyên DAIŞ'ê ku bi xwe çêkera NATO'yê ye, êrîşên pir hov anîn ser gundên Aşûriyan û zêdetirî 250 aşûrî di nav de jin û zarok, kal û pîr hebûn revandin her wiha zêdetirî 8 dêran jî bi bombeyan hilweşandin. Aşûriyên Til Temirê êrîşa li ser Xabûrê wekî berdewamiya komkujiya Sêfo û Sîmêlê bi nav dikin.
Nêzî heyvekê ye, topbarana dewleta tirk û çeteyên wê li ser navçeya Til Temir û Zirganê ranewestiya ye. Di vê topbaranê de hemû zagonên navdewletî binpê dikin sivîlan qetil dikin, binesaziya herêmê û deverên giştî yên di bin xizmeta civakê de dikin hedefa topên xwe, mînaka wê jî topbarana Meclisa Qibûr Xeracina, Şaredariya Zirganê her wiha xetên elektirîkê û hwd. in. Êrîşên ku îro li dijî Til Temirê rû didin, xetereke pir mezin li ser hebûna gelê Aşûrî çêdikin. Berê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê jî di daxuyaniyên xwe de dabû diyarkirin ku bi bi dehan caran gundê Til Şinan ê Aşûrî hatiye topbarankirin û xeteriyeke pir mezin li ser heye. Têkildarî vê mijarê pîrejineke Aşûrî bi navê Xena Yûnan niha li Til Temirê dijî, helwesta xwe ya hember dagirkeriyê anî ziman.
Ji Sîmêlê heya Xabûrê!
Xena di destpêkê de behsa koçberiya malbata xwe ji Iraqê dike û wiha dibêje: "Em bi eslê xwe ji Iraqê ne, di dema ku dewleta Iraqê komkujiyek bi navê Sîmêlê li dijî me pêk anî, malbata min neçarî koçberiyê bûn û hatin Sûriyeyê. Ew li Til Temirê bi cih bûn û ji nû ve dest bi jiyana xwe kirin. Di sala 2015'an de DAIŞ’ê êrîşî gundên me kir, gelek kesên me yên Aşûrî revandin, yek ji wan jî malbata min bûn. Çete hatin gund ew xistin gemiyê û çemê Xabûrê derbas kirin û ber bi Çiyayê Kizwanan ve wê demê çûn. Çeteyan tiştek nehiştin, dêrên me rûxandin û hilweşandin her wiha mal û milkên me xirab kirin û dizîn. Hejmarek ji xelkên me neçarî koçberiyê bûn, tenê ji bo ku nekevin nav pencên çeteyan û wan tecawiz nekin û tiştekî derveyî exlaqê mirovahiyê bi wan nekin. Em ji komkujiya Sîmêlê li Iraqê reviyan lê em rastî komkujiyeke nû li Xabûrê hatin."
“Rêwîtiya me bi komkujî û kobçeriyê derbas dibe”
Xena da payin ku rêwîtiya wan bi koçberî û komkujiyê derbas bûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em ji Iraqê hatin Sûriyeyê, me gund ava kirin, 33 dêr li seranserî çemê Xabûrê ava kirin. Lê bi êrîşa DAIŞ'ê re kevir li ser kevir neman, bi dehan dêr hilweşandin. Ev bi xwe sûcekî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Rêwîtiya gelê me yê Aşûrî, Suryanî, Ermenî û Keldanî bi komkujî, êrîş û koçberî û derbaskirina sînorên welatan re derbas bûye. Ji ber ku em jî ji kevintirîn gelên li Mezopotamyayê ne, em her dem tên qetilkirin. Her çend sal derbas dibin jî em dîsa bi heman komkujiyê re rû bi rû dimînin û belayeke ne normal tê serê me, em rihet nejiyane."
“Êrîş û topên dewleta tirk xeteriyeke pir cidî li ser hebûna gelê Aşûrî çêdike”
Xena xeteriya êrîşên dewleta tirk a li ser gelê Aşûrî û hebûna wan bi bîr xist û wiha pêl da gotinên xwe: "Her ku topbaran çêdibe, metirsiyek li cem me çêdibe. Xeteriya êrîşan li ser hemû neteweyan heye lê bêtir li ser gelê Aşûrî. Ji ber ku dewleta tirk neviyê osmaniyan e, dixwaze gelê Aşûrî di qirkirineke nû û komkujiyên nû re derbas bike. Ger dewleta tirk bikeve gundên me wê hemû mal û milkên me bişewitînin, xira bikin û dêrên me yên pîroz birûxînin û hilweşînin. Lê ew her çiqasî xira bikin, em ê ava bikin. Ew bişewitînin, em ê şîn bikin. Ji ber ku em doza aştiyê ne xirabiyê dikin. Em ê ji nû ve ava bikin û wekî gelê Aşûrî bimînin û bijîn. Heya ku ji me were em ê li hemberî dewleta tirk a dagirker li ber xwe bidin."
“Ez neviya komkujiya Sêfo, Sîmêl û Xabûrê me, ji berê bihêztir im”
Xena da xuyakirin ku ew tenê jî bimîne, wê dest ji axa xwe bernede û wiha pêde çû: "Hêza me ji hêza dewleta tirk mezintir û xurtir e. Dewleta tirk bi hêza vî gelî nikare, ger ku bi tenê bimînim ez ê li hemberî wan şerê hebûna xwe bikim. Bedel çi be ez ê bidim, ez ê canê xwe jî feda bikim lê rê nedim dagirkeran ku mal û bajarê min ê bi dehê salan e lê dijîm dagir bikin. Ez neviya gelê Aşûrî, Suryanî, Ermenî û Keldaniyên ku di komkujiya Sêfo, Sîmêlê û Xabûrê de hatin qetil kirin im. Ez îro ji berê xurtir im û hêza min ji berê zêdetir e. Ji ber ku şervanên me jî hene îro, em ê li pişta şervanên xwe bin, da ku hebûn û dîroka xwe biparêzin."
Banga ji bo NY’ê!
Xena bi banga ji NY’ê re dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji Neteweyên Yekbûyî dixwazim ku şerê dewleta tirk li dijî gelê herêmê û bi taybetî li ser Til Temirê rawestîne. Ji ber ku hebûna me wekî gelê Aşûrî dikeve xeterê. Divê ku îro NY rê li ber komkujiyên li ser gelê me bigre, ji ber ku ev yek berpirsyariya wê ye."