Ji şewata di kampên koçberan ên li Idlibê de derdikeve herî zêde zarok û jin zirarê dibînin

Li hemû deverên Sûriyê koçberî hatiye jiyîn, koçberên ji ber şert û mercên şer ji herêmên xwe koç kirine bi şert û mercên jiyanê yên herî zehmet re rû bi rû manin. Bi hatina demsala zivistanê re koçberên Bakurê Sûriyê rewşek herî zehmet dijîn û bi şewata konan re rû bi rû dimînin. Di demê ku koçber di konên xwe de hewil didin xwe ji sermayê biparêzin, ji ber nebûna alavên germahiyê hin madeyên elternatîf bikar tînin ev jî dibe sedema qezayên ku agir bi konên wan dikeve û zarok û jin jiyana xwe ji dest didin.

 SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib - Li kampên penaberan ên herêmên Bakurê Sûriyeyê gelek bûyerên şewitandina konê koçberan qewimîn. Agir pir caran ji ber pîlên gazê yên navmalî an jî ji bo xwe ji sermayê biparêzin materyalên germkirinê yên xeternak ên wekî sotemenî û pilastîkê bikartînin û ev materyalên xeternak dibin sedema teqîna sobeyan û pêre agir bi konê wan dikeve. Li gor amarên dawî yên tîmên agirvemirandin a berevaniya sivîl, tîmên wan ji destpêka sala 2021'ê heta niha hezar û 475 bûyerên şewatê li herêmên bakurê Sûriyê vemirandine, ji wan 110 şewat li kampên koçberan, 450 şewat li zeviyên çandiniyê û Zêdebarî 75 şewatên li daristan û zozanan. Di van bûyerên şewatê de 16 kes mirine, 161 kes jî birîndar bûne.
Di qezaya şewata kon de du zarokên xwe winda kir
Jina bi navê Aliya El-Qadrî ya 38 salî ji gundê Hezarîn ê li gundewarê başûrê Idlibê koçber bû, du zarokên xwe di yek ji bûyerên bi êş ên şewitandina konên li kampên sînorî yên Sarmeda de ji dest dayî der barê bûyerê de wiha dibêje: "Tenê çend deqe bûn dema ku ez ji kon derketim da ku kurê xwe yê biçûk bibim nexweşxanê, dema vegeriyam min dît zarokên min di şewata kon de rastî qezayekê hatin û piştî karesatê çend saetan her dû kurên min jiyana xwe ji dest dane."
Aliya El-Qadrî sedema agirpêketinê nizane, ji bilî wê yekê ku wê sobeya vêxistî hiştibû da ku zarokên wê germ bibin heya ku vegere, lê ne di bala wê de bû ku soba amûreke zarokên wê kuştin beriya germ bike.
Bi zorê zarokên xwe sax ji nava konê dişewitî derxist
Bûyerek bi heman rengî bi Sebah Hac Hemîdo ya 30 ji bajarokê Heyş û niştecihên kampên Qah e re qewimî ku di dema hewildana xwe de parastina ji sermayê agir bi konê ku ew tê de jiyan dike dikev. Sebah Hec Hemîdo dibêje ku wê bi dijwarî karî her sê zarokên xwe ji kon derxîne, konê ku zû bû ax û agir li konên cîranan jî belav bû û wiha got: "Êdî cihek me nemaye ku em xwe lê bigrin, hemû tiştên me şewitî û agir li konên cîranan jî belav bû. Eger ekîbên berevaniya sivîl destwerdan nekirana ji bo vemirandina şewatê dê gelek kesan jiyana xwe ji dest bidana."
Di şewatên ku li kampan rûdidin de herî zêde zarok zererê dibînin 
Her wiha zaroka bi navê Reham Karmo ya 8 salîye, di encama şewata konê ku ew û malbata xwe têde jiyan dikirin yê li kampa Atma ya sînorî de, rû û destên wê zirar dîtine û ev bû sedem ku di tevahiya jiyana xwe de êş bikşîne qala wan kêliyan dike.
Suhêr El-Jadoa 40 salî ji gundê Hantoutinê ye keça wê Reham bi awayekî mûcîzeyî ji mirineke neçarî xilas bû, piştî ku çadir şewitî û ew jî di hundir de bû, ji encamên qezayê rizgar nebû hin birînên ji wê demê mayî dê heya dawiyê pê re bimîne. Suhêr destnîşan kir ku dema wê hewl da keça xwe nîşanî bijîjşkan bide bijîşkan jêr pişterast kirin ku pêwistiya keça wê bi hin emeliyatan û îmkanan heye û ew emeliyatên giranbuha ne ku ew nikarin ji ber kêmderfetiyê keça xwe emelyat bikin. Suhêr El-Jadoa bang kir ku dawî li êş û azarên wan ên berdewam bê û çadirên plastîk bi avahiyên niştecihbûnê bên guhertin.