Ji ezmûna jiyanê ber bi avakirina komeleyê ve
Malbatên ku xwedî zarokên astengdar in zehmetiyan dikşînin û malbat ji bo ku zarok bikevin nava civakê her dem di nava hewldanan de ye. Ji bo vê komeleya Gundê Amal li parêzgeha Îskenderiyê astengdaran perwerde dikin ji bo ku bikevin nava civakê.
ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Li gundê Amal jî jineke ku xwedî çîrokek bi zehmetiyan tijî ye heye. Di hemû şert û mercan de xwedî li kurê xwe yê astengdar derdikeve û ji bo ku pêdiviyên wî pêk bîne dest ji hêvî û xeyalên xwe berdide. Li gorî ku dayik dibêje, di encama şaşîtiyek bijîşkî di dema zarokanînê de damarên mejiyê kurê wê zirarê dîtine.
Ajansa me seroka meclisa rêveberiya komeleya gundê Amal a pêşveçûna civakî ji bo astengdaran Nada Sabit re hevdîtin kir.
Di xizmeta astengdaran de gundê Amal xwedî dîrokek dûr û dirêj e, xala destpêkê çawa bû hûn fikirîn van kesan di warê aborî de xurt bikin?
Xwezaya karê min ji vî warî gelekî dûr e, tu rojan min plan nekiribû ez ê ewqas girîngî bidim vê mijarê lê piştî zarokê min ê duyem ku beriya 42 salan hatibû cîhanê, min dît ew nikare tevbigere min fam kir ku astengdar e û ji ber şaşîtiyek bijîşkî di dema zarokanînê de wisa bûye.
‘Piştî kurê xwe ji bo rewşa kesên wisa baş bibe ez xebitîm’
Piştî ku hîn bûm kurê min tenê dikare bibihîze, ji ber ku tiştek nizanibûm, nikaribûm tiştekî bikim û tu kesê ne bijîşk ne jî navendên bihêzkirina wan, girîngî nedidan kesên ku xwedî pêdiviyên taybet in. Min her dem pirs dikir lê bersiv nedigirt, ji bo wê pêwîst bû ku ez bi xwe mijarê lêpirsîn bikim, bixwînim û bizanibim. Min biryar da ku ji bo rewşa kesên wisa baş bibe ez bixebitim. Niha rewş hatiye guhertin, êş û têkoşîna me veguheriye hêviyê. Êdî kurê min mezin bûye û dikare her tiştê xwe bi xwe bike û pêwendiyan jî ava dike. Di destpêkê de ez nedifikirîm ku navendeke perwerdekirina astengdaran vekim. Ez li qadeke wisa geriyam ku pêdiviyên wan ên rastîn pêk bîne û bi taybetî di pêvajoya xwendinê de wan tevli civakê bike.
‘Gelek navendên çandiniyê hat vekirin’
Dema ku min dît zarokên di 16 saliya xwe de bêyî fêrbûnek baş ji navenda perwerdeyê derdikevin, ez fikirîm ku cihekî bi navê Amal-Hêvî ku bi taybetî ji bo perwerdeya pîşeyî be vekim û tê de gelek beşên perwerdeyê hebin. Destpêkê me xwest kêrhatî û hezkirinên zarokan bizanibin û piştre alîkarî bidin wan ji bo ku xwe pêş bixin. Ji bo ku fêrî karên cuda bibin, di warê aborî de xurt bibin û tevli bazara karan bibin me firinên nan, gelek çalakiyên hunerî, werzîşî û çandiniyê vekir.
Di wê demê de wan kêrhatiyên xwe dît û zanîn ku ji bo malbatên xwe ne bar in. Vê rewşê di derûnî û moralê wan de guhertinê çêkir. Piştî ku derfetên kar ên cuda dîtin û perwerdeyên pîşeyî bi dawî kirin, komele beriya 23 salan ango di sala 2000’an de hat ragihandin.
Namzediya we ji bo Xelata Nobelê ya ji aliyê Komîsyona Aştiyê ya Swîsreyê ve, bandoreke çawa li ser xebata we ya ji kesên ku xwedî pêdiviyên taybet kir?
Desteya Aştiyê ji 153 welatên cîhanê 1000 jinên xwedî bandor digre ev jin li gorî hin pîvanên girêdayî karê xwe, bêyî berjewendî û sûdek tu aliyekî, tenê li ser baweriya wan a di hinek rewşan de tên komkirin.
Ez yekane jin bûm ku ji Misirê hatim hilbijartin. Ji ber ku karibûm berê kêmendaman li Misirê ji dozek paşguhkirî veguherînim dozeke girîng ku rayedarên hemû welat pê re eleqedar bûn. Dema ku ez çûm gel berpirsek û min digot ku lawê min hewceyî alîkariyê ye, piraniya wan êş û pirsgirêkên me nizanibûn û lewma van berpirsan biryar dan ku alîkariya min û dayikên din ên wekî min bikin.
Dema min çîrokên 1000 jinan xwendin, min gelek serkeftin û guhertinên rastîn dîtin. Ev yek mezinbûna jinan û hêza wan a di guhertinê de îsbat dike. Hinek jinan ji bo xwendina keçan hewşa mala xwe kiribûn dibistan. Hinek bi penceşêrê re rû bi rû man, hinek ketibûna nava xizaniyê û gelek ezmûnên bi hêz di nava şert û mercên dijwar de pêk anîbûn lê vîna wan xurt bû, serkeftin û bandorek rastîn bi dest xistin.
Di karê we de serkeftin û astengiyên zêde çi bûn?
Tecrubeya me bi hêviyê dagirtî ye ji ber ku zarok pir jêhatî ne û xwedî jêhatîbûnên cuda ne, tenê pêwîst e ku em wan nas bikin û di karê wan de piştgiriya wan bikin, perwerdeyek biçûk jî jiyana malbatê diguherîne. Niha rewşa astengdariyê bi giştî guherî ye. Hin kargehan de zarokên xwedî pêdiviyên taybet hene, ew jî piştî îsbatkirina hêza xwe ya ji bo xebatê di her qada ku dixwazin bixebitin. Bi giştî em dikarin bibêjin ku her kes di komeleya Gundê Amalê de ji destpêka xebatê ve di komeleyê de heya ketina beşa perwerdeyê xwedî ezmûn û serkeftinek serbixwe ye.
'Divê civak û hikumet girîngiyek taybet bidê vê mijarê'
Astengiya ku hê jî divê li ser bê xebitandin ew e ku civak kesên xwedî pêdiviyên taybet di dibistan, zanîngeh, çûnhatina, klûban de pêşwazî bikin. Wê demê xwe asayî dibînin û tu astengdariya xwe hîs nakin divê civak û hikumet girîngiyek taybet bide vê mijarê ji ber ku derfet çêbûn, guhertinek rastîn pêk hat. Di van demên dawî de li zanîngeha Îskenderiyeyê navendeke giştî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet hat avakirin, rêveberî, dadgeh û bank jî xizmetên xwe pêşkêşî wan beşê civakê dikin.