Ji bo zarokên xwe tu astengî nas nekirine

Îman Walî dayika yek ji kesên ku xwedan pêwîstiyên taybet e, tevî ku bijîşk jê re gotiyê kurê te Îbrahîm EL-Xolî nikare bixwîne jî ew teslîmî qederê nebûye û di semînerên ji bo nexweşiya kurê xwe de amade bûye da ku her tim li malê bizanibe pê re alîkar be.

NERMÎN TARIQ
Qahîre - Dayik di xwedîkirina zarokên xwe de gelek ked didin û dema ku zarok ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet bin, xizmet û keda wan hîn zêdetir dibe. Tevî hemû astengiyên ku dayik dikşînin jî dîsa dayik di guhertina fikrên şaş de bi ser dikevin û zarokên wan dayikan dibin sembola serkeftinê. Nexweşiya Dowm Syndromê girêdayî mêjî ye. Dema ku zarok bi 47  kromozoman ji dayik dibe, ji bedêla 46 ê normal bi vî rengî her diçe hejmara wan zêde dibe. Li gorî Neteweyên Yekbûyî her sal 5 milyon zarok ji dayik dibin û  ji vana bi 3 hezar kesan re ev nexweşî heye.
Piranî ji ber nêrîna civakê rastî nexweşiyên derûnî û zextan tên. Li Parlamentoya Misirê di sala 2018’ an de biryara qanûna mafên astengdaran, bi hejmara 10 da û mafên tenduristî û perwerdeyê ji bo wan veqetand.
Çavkaniya guhertina materyalan
Sema Ramî ango çavkaniya guhertina materyalan, di dema xwendina xwe ya amadehiyê de, rastî pirtûkên ku vê nexweşiyê bi navê mengolî nîşan dide tê, wê bi riya malpera xwe ya şexsî bang li Wezareta Perwerdeyê kir ku vê têgehê rabike. Sema wek balyoza niyetên baş ji aliyê komîteya balyozên niyetên baş a cîhanî ve hat hilbijartin. Sema di akademiya Behriyê de xwendekar e. Ew tenê di semîneran de amade nabe her tim dayika wê bi wê re ye. Dema ku mamosteyên di zanîngeha Qahîreyê Semayê pêşwazî nekirin û veguhestin akademiya EL-Behriyê dayika wê teslîm nebû, dayika wê timî dibêje ger ku Sema musîbet be xwezî hemû musîbet wekî Sema xweşik bûna.
Yekem pêşkêşvan
Emel Ibrahîm leşkera mechûl li pey çîroka Necah Rehme Xalid bû yekemîn pêşkeşvan ji kesên xwedan astengî, wê biryar da ku wekî zarokên normal pê re dayîn û standinê bike her wiha dema ku çavên xwe li dinyayê vekir şahî jê re li dar xist. Ew bi dilxwazî li nexweşxaneyan digeriya ew derman dikirin da ku ji peymengaha zimanan derket û xelata Bironziyê  ya ku  di sala 2016’ an de li Îtalya yê hat li darxistin wergirt. 
Yekem kesê ku di karê xwe de şareza ye
Îman Walî dayika yekem masterê ku ji kesên xwedan pêwîstiyên taybet e. Ji diktorê ku jê re gotiyê  kurê te Îbrahm EL-Xolî nikare bixwîne lê ew teslîm nebû û  wê israr dikir ku di semînerên kurê xwe de amade be û her tim li malê bi wî re alîkar be. Ew her tim ji kurê xwe re li dibistanekê digeriya lê tu dibistanê ji ber rewşa nexweşiyê wî  qebûl nedikir. Îbrahîm koleja ragihandinê li zanîngeha Kendê xwend û piştî ku  xwendina xwe bi dawî kir, li heman zanîngehê mastira xwe jî kir. Bêguman tevahî serkeftinên ku wî qezenc kiriye vedigere keda dayika wî ya ku ji ramanên civakê re teslîm nekir û berovajî wê ji kurê xwe re lehengek derxist. Îbrahm di sala 2008’an de beşdarî Olompiyata taybet bû û sê xelat wergirtin.
Hunermenda wêneyan
Hena Emîn piştgirî da keça xwe Meryem Weîch ku  ji bo wênesaziya xwe  berdewam bike. Ji bo  keça xwe hemû rengên boyaxê peyda dikirin da ku bi azadî wêneyan çêbike. Ji bo  Meryem derbasî dibistanê bibe dayika wê jê re li dibistanekê digeriya ku wê hembêz bike. Piştî  ked û xizmetên bi salan Meryem derbasî koleja hunerî bû. Meryem tabloyên xwe di pêşangehên hundir û derveyî Misrê de pêşkeş dikirin, bi riya beşdariyan, wê di pêşbirkên navneteweyî de 50’i xelat wergirt.