Ji bo xilasbûna ji tenêtî û belengaziyê, hiriyê çêdike û pê debara xwe dike

Li sûka popular ku yek ji taxên Bexdadê ya bi navê El-Sadriye tê nasîn û taxeke bi bazarek gelêrî ya ji serdema Abbasyan e, jina bi navê Karima Hanoun karê hiriyê dike.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Di nav aloziya bazara gelêrî de, Karima Hanoun, an jî bi nave li taxê wekî Umm Ghayeb tê zanîn, perçeyên paqijkirinê yên gelêrî yên ji bo şûştinê ji hiriyê çêdike, ew hûrguliyên roja xwe ji niştecihên taxê û endamên wê re vedibêje da ku ji tenêtî û belengaziyê bireve û derbasî rojeke tijî bûyerên guherbar bibe.
Karima Hanoun, dem bi dem cihê xwe yê jiyanê diguherîne da ku tiştên herî baş bi dest bixe dibêje ku ew li sûka gelêrî ya li Sadriya ji du sal berê ve bi cih bûye.
Ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar, Karima Hanoun bi tena serê xwe dimîne piştî ku hevserê wê nêzî panzdeh sal berê mir, ji ber ku zarokên wê tune ne, biryar da ku mala xwe bifroşe da ku ji pereyê wê sûd werbigire û malek biçûk bikire ku lê bimîne û bi wê pereyî projeyek biçûk ava bike. 
Ji ber qezayê hemû hebûna wê ya madî qediya
Lê belê piştî ku ew rastî qezayê hat hemû mal û milkên xwe winda kir. Her çend nêzî heft salan di ser vê bûyerê re derbas bûye jî ew wê rojê bi bîr tîne û ji her kesê ku rewşa wê dipirse re dibêje: “Min perê xwe winda kir lê hê jî tenduristiya min baş e, gelek kes hene ku xwarinê belaş didin min û dermankirina min digrin ser xwe."
Dema ku me jê pirsî ka ew li ku derê radizê Yan mala ku ew lê dijî li ku derê ye, wê diyar kir ku wê malek dîtiye ku bêyî dayîna kirêya wê bide lê dimîne û wiha got: "Ez di malek biçûk de dijîm ku xwediyê wê ji min re dilovan e û ji min kirê naxwaze. Her dem li halê min dipirse û ger hewceyê tiştek bim alîkariya min dike."
Karima Hanoun wiha diyar dike: "Ez bi kirina vî karê sade kêfxweş dibim, dema ku bi rêwiyan re diaxivim, hîs dikim ku her kes li vir zarokên min e li wan dipirsim û ew li min dipirsin."
Bi tena serê xwe dijî
Li ser sedema ku serî li mala lênihîrîna pîr û kalan nade yan li cem xizmên xwe namîne, ew dibêje: "Xwişkek min a tenê hebû ku pênc sal berê mir. Keçek wê tenê hebû û beriya wefata dayika xwe bi çend salan koçberî Ewropayê bû. Ew piştî mirina diya xwe vegeriya da ku mala ku jê re mîras maye bifroşe û dîsa vegere. Ew wiha axaftina xwe didomîne: "Ez naxwazim xwe tenê hîs bikim, ez naxwazim biçim mala lênihêrîna pîr û kalan, ji ber ku ez nikarim li cihek xerîb bijîm."
Tenêtî û veqitîna Karima Hanoun ku tê re derbas bûye hinek caran wê pir tirsandiye lê tevî vê yekê wê ji domandina xebatê dûr nexist. Dibêje; “Ez ditirsim ku bimirim û kes bi mirina min nizanibe, hata min ji xwediyê malê xwestiye ku ger ez ji malê dernekevim, bila bikevin malê û pirsa min bikin."