Ji bo peyîdakirina dermanên Cemîla yên penceşêrê pêdivî bi alîkariyê heye

Ji kêmendamjiyê bigire heya penceşêra pêsîrê û girtina nexweşiya vîrûsa koronayê jî Cemîla Silêman El-Hewîce bi hêvî li jiyanê dinêre. Ji bo pakbûna ji van hemûyan, di serî de jî penceşêrê pêdiviya Cemîlayê bi alîkariyê heye.

ZEYNEB XELEÎF
Dêrazor- Cemîla Silêman El-Hewîce 40 salî ya ji bajarê Baxozê ku kêmendam û bi nexweşiya penceşêrê re di nava têkoşînê de bû bi ser de jî bi koronayê ketiye. Ji ber berê nexweşiya pencepêrê bedena wê bê hêz kiriye yê, veyrûsa korona yê nefesa wê qut dike û wê bê hal dihêle. Her çendî Cemîla ji ber nexweşiyê nikare nefesa xwe bi hêsanî bigre jî hêviya wê bi hêze û xwe ji tiştekê kêm nahêle. Dema me xwest vê têkoşîna wê bidin dîtin û jê nêrîn bigirin nexweşiya koronayê mecal ne dida Cemîla Silêman bi rehetî tişta dixwaze bîne ziman. 
Dayika Cemîla Silêman a bi navê Mihdiya Necim El-Mismar ku tevî îhtîmal heye ji Cemîlayê vîrosa koronayê bigire jî herdem xizmeta wê dike û dibêje ku ew amade ye jiyan xwe bide da ku keça wê bijî. Mihdiya da zanîn ku derfetên wan ên bikarin dermanên penceşêrê ji keça xwe Cemîlayê re peyîdabikin nîne ji ber wê jî daxwaza alîkariyê kir û got: “Keça min beriya sal û nîvekê bi penceşêr sîngê ketibû. Piştî ku xalên tarî li ser sînga wê derketin me ew bir cem diktor û diktor gelek test ji me xwest. Piştî derketina encamên testan em hînbûn ku Cemîla bi penceşêra pêsîra ye. Li gel kêmderfetiyan jî hema bi lez me dest bi dermankirina wê kir. Gelek dermanên kîmayî karanî dawiyê bi emeliyatê pêsîra wê ya aliyê çepê qut kirin. Pêdivî heye hîna li Şamê dermankirina wê dewam bike û derfetên me yên abûrî têra wê nîne ku em serdana diktor bikin.” 
Mehdiya Necm El-Mismar di dawiya axaftina xwe de daxwaziya destê alîkariyê kir da ku karibe keça wê Cemîla El-Hawîce derman bike.