‘Ji bo pêkhatina aştî û azadiyê divê şoreşa civakî pêk were’

Çalakvana mafên mirovan Nexde Şêx Osman, diyar kir ku pîrozkirina roja aştiyê li başûrê Kurdistanê bi fikrên aştiyane nayê kirin û got ku ji ber pratîkên desthilatdariya li başûrê Kurdistanê, ne aştî û ne jî azadî maye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî-  Di 21’ê Îlonê de cîhan roja aştiyê pêşwazî dike. Ev roja ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1981’ê de biryar hat girtin ku bibe roja aştiyê. Di 21’ê Îlona sala 1982’an weke rojek ji bo dûrketina ji êş, tundî û şer her sal salvegera wê tê pîrozkirin.

Başûrê Kurdistan û Iraq, ji ber şer, êriş, dagirkeriya heyî, nebûna serweriya xaka xwe û neparastina welat azadî û aştî nedîtiye. Zêdetir jî jin ji ber aqilê mêr her dem ji azadiyê bêpar mane. Bi riya guherînên zagonan jinan ber bi tundiyê ve dibin. Ev jî dibe sedema nebûna aştiyê di nava jin û civakê de. Her wiha hemwelatiyên başûrê Kurdistanê di nava welatên xwe de ne xwedî azadiya fikr in û dema dengê xwe derdixin tên qetilkirin.

Çalakvana mafên mirovan Nexde Şêx Osman diyar kir ku li başûrê Kurdistanê aştî û azadî nîn e, ji ber xeletiyên desthilatdarî û hikumetê, civak bi aştiyane û azad najîn û wiha got: “Pîrozkirina roja aştiyê li başûrê Kurdistanê bi ruhekî azad nayê kirin. Tevahî çîn û kesayetên li başûrê Kurdistanê bi azadî najîn. Guherîna zagona der barê rewşa kesane de li parlamentoya Iraqê binpêkirina mafên jin û zarokan e û  dê bibe sedem ku li herêma Kurdistanê rewşa jinan di warê maf û azadiyê de xirabtir bibe.”

‘Rojnamevan dibin hedef’

Nexde Şêx Osman da zanîn ku rojnamevan û çalakvan ji bêdengkirina fikir ne bêpar in û wiha got: “Dema rojnamevan ji bo azadiyê deng derdixin tên qetilkirin. Di 23’ê Tebaxê de du jinên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya sîxurên başûrê Kurdistanê, hatin qetilkirin. Ji bo azadiyê têdikoşiyan, di xaka me de dengê azadiyê nemaye. Ji ber wê em nikarin roja aştiyê pîroz bikin.”

‘Kes nikare bi awayê azad dengê xwe derbixe’

Nexde Şêx Osman amaje bi wê yekê kir ku guherîna zagona der barê rewşa kesane de li Iraqê derfetan dide mêr û azadiya fikir tê binpêkirin û wiha bi dawî kir: “Bi riya guherîna zagona rewşa kesane ya 188’an a sala 1959’an a Iraqê, azadiya jinan tê binpêkirin. Jin di temenek biçûk de tên zewicandin, tenê di çarçoveya malê de tên girtin. Hemwelatiyên başûrê Kurdistan bi planên hikumeta başûrê Kurdistanê dizanin. Hemwelatiyên azadîxwaz li bajarên herêmê bi azad nikarin bigerin. Dema li Silêmanî serdana bajarê Hewlêrê dikin pirsgirêk derdikevin. Bi heman awayî azadî ji bo bajarên din jî tune ye. Ji bo bi destxistina jiyana azad, pêwîstî bi şoreşek li seranserê herêmê heye. Herêma Kurdistanê bûye girtîgehek mezin û kesek nikare bi azad dengê xwe derbixe.”