“Ji bo êş û xemgîniya xwe ji bîr bikim min dest bi dirûtinê kir"

Hala El-Saîd ku piştî hevberdanê ji zarokên xwe hat mehrûmkirin û doza wê ji aliyê dadgehên herîmî ve hat paşguhkirin, teslîmî rastiya xwe ya bi êş nebû, dest bi karê dirûntinê kir û pê re jî gelek jinan fêrî dirûtinê kir ji bo bikaribin debara xwe bikin.

SUHÊR EL-ÎDLIBÎ

Îdlib – Hala El-Saîd a 32 salî ji herêma Îdlibê ye, herêma ku herî zêde alîgiriya mêran dike û tê de jin bê maf in û neçar in zehmetiyên jiyanê, xizanî, tundî û hêrsa mêr tehemul bikin. Hala El-Saîd rojane ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihat lê hebûna du zarokan rê li ber wê digirt ku daxwaza hevberdanê bike ji bo ji zarokên xwe neyê mehrûmkirin. Hala El-Saîd ji bo zarokên xwe êş, neheqî û tundî tehemul dikir. Piştî koçberbûna wan ji bajarokê Saqla yê li gundewarê Îdlibê hevjînê wê dest bi vexwarina hebên narkotîkê kir û bi vê yekê tundiya wî li dijî Hala El-Saîd zêde bû. Tevî vê yekê jî Hala El-Saîd sebir tercîh kir, bi hêviya ku rojekê rewşa wê baştir bike, ji ber ku xwest bi her du zarokên xwe re bimîne û dev ji wan bernede. Lê hevjînê wê bi jineke din re zewicî û bi zorî Hala El-Saîd ji malê derxist û wê ji hemû mafên wê û dîtina zarokan mehrûm kir. Hala El-Saîd hewl da giliyê qanûnî li dijî hevjînê xwe bike lê doza wê ji aliyê dadgehên heremî ve hat paşguhkirin.

"Min gelek jin fêrî dirûtinê kirin ji bo bikaribin debara xwe bikin"

Hala El-Saîd anî ziman ku gelek caran xwestiye întihar bike nemaze dema ku wê pir bêriya zarokên xwe dikir lê nikaribû wan bibîne û wiha domand: "Civaka me pir zalim e, jin tê de rastî hemû cureyên îşkenceyê tên. Piştî ku ez ji zarokên xwe dûr ketim, rewşa min a derûnî xirab bû, min xwarin, vexwarin û derketina derve nedixwest û her dem ji bo her du zarokên xwe digiriyam. Lê piştre min biryar da ku ez li ser lingên xwe bisekinim û xwe bi tiştekî xweş û bikêrhatî mijûl bikim da ku êş û xemgîngiya xwe ji bîr bikim. Min xwe fêrî pîşeya dirûtinê kir. Di nava du mehan de ez fêrî dirûtinê bûm û min dest bi dirûtina modelên nûjen ên cil û bergaê ku ji alî her kesî ve hatin ecibandin, kir. Min gelek jin fêrî karê dirûtinê kirin da ku bikaribin bi xwe debara xwe û malbatên xwe bikin û li hemberî zehmetiyên jiyanê bisekinin."

"Hala El-Seîd min fêrî dirûtinê kir û niha ez debara zarokên xwe dikim"

Menala El-Qedûr a 30 salî jî pesnê karê Hala El-Saîd kir û ew weke karekî mirovahî pênase kir ji ber ku ew alîkariya jinan dike û wiha lê zêde kir: "Hala El-Saîd min fêrî karê dirûrtinê kir û min dest bi dirûtinê kir, ev jî bû alîkar ku baweriya min bi min xurtir bibe, debara malbata xwe bikim û alîkariya hevjînê xwe yê astengdar ê ku lingê wî di şer de hat jêkirin, bikim."