“Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan pisportî hewce dike”

Li Başûrê Kurdistanê kuştin û qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li gel rewşa heyî ragihandina nûçeyên kuştina jinan tê qedexekirin. Jinên Silêmanî yên derbarê mijarê de axivîn, gotin pirsgirêkên jin dijîn nayên çareserkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê hejmara çalakvanên mafên jinan û rêxistinên jinan zêde dibe, lê li gel vê jî rastiyek e ku rêjeyên tundiya li ser jinan, kuştin û qetilkirina jinan li ser bingehê polîtîkayên li ser jinan tên meşandin zêdetir dibe. Lê rûxmê vê rastiya dijwar a li Başûrê kurdistanê tê jiyîn jî li şûna çareserkirina pirsgirêkên jin dijîn û astengkirina kuştin û qetilkirina li ser jinan tê ferzkirin, ragihandina nûçeyên derbarê kûştina jinan tê qedexekirin ku mirov dikare vê yekê weke karesateke ku jin dijîn binav bike.

Weke ajansa jin me vê yekê li kolanên Silêmanî ji jinan pirs kir ku çima rûxmê hebûna ewqas sazî û rêxistinên jinan yekîtiyek di navbera rêxistinên jinan de nayê avakirin. Jinên ku pirsa me bersivandin destnîşan kirin ku sazî û rêxistinên heyî derbarê tundî û kuştinên ku jin pê re rû bi rû dimînin de tiştek nakin.

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan pêwistî bi pisporan heye, ne bi kesayetên partiyî”

Yek ji hemwelatiyek e ku li Silêmanî dijî Tara Bayaz destnîşan kir ku weke hejmar gelek rêxistinên jinan heye lê tenê hin ji wan xuyaker in û jin ji van rêxistinan sûdê nagrin. Tara Bayaz wiha berdewam kir: “Jin her roj ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Em dibînin ku rastî lêdan, tûndî tên û herî dawiyê jî heya kuştinê tên perçiqandin. Ger bi awayekê çalak rêxistinekê ku hewil dide van pirsgirêkan çareser bike hebe, ev dane kêm bibin. Divê xebatên van rêxistinan ji ketina nav  berjewendiyên partiyan dûr bikeve û li ser fikr û xebatên ku tenê xizmeta partiyan dike nîqaş bimeşîne. Ji bo rewşa heyî ya girîng ya pêwîst ne kesayetên ku di bin bandora partiyan de tevdigerin, berevajî pisporên ku hewil didin pirsgirêkên jinan çareser bikin e.”

“Bi qasî hejmara rêxistinan jin rastî tûndiyê tên”

Nazdar Ahmed jî derbarê xebatên rêxistinan de destnîşan kir ku rêxistinên jinan ji bo kêmkirina tûndiya li ser jinê tu xebat nameşînin û di vê mijarê de derfet ji bo jinan ava nakin. Nazdar Ahmed wiha berdewam kir: “Divê ev rêxistinên jinan biçin li cihê bûyerê lêkolîn bikin û mafên jinan bidest bixin.”

Sara Faruq ya jinek e ciwan e da zanîn ku divê rêxistinên jinan ji bo mafên jinan û têkoşîna wan bixebitin û wiha pê de çû: “Divê rêxistin ji bo zanakirina malbatan xebat bimeşînin, ji bo azadiya jinan û bidestxistina mafên jinan kar bikin. Ji ber ku jin di nav malbatê de rastî tûndî û kuştinê tên.”