Ji ber dorpêça li ser Şehbayê zarokên penaber nikarin pirtûkan peyîdabikin

Mamoste û xwendekarên herêma Efrînê dan zanîn ku ew di peyîdakirina pirtûkên dibistanan de zoriyê dibînin û gotin: "Peydanekirina pirtûkên dibistanê gelek zehmetiyên xwendinê derdixe holê ji ber wê neçar dimînin li ser depê binivîsînin û bixwînin."

HESNA MIHEMED
Şehba - Piştî ku gelê Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê koçî kantona Şehbayê bû, destpêkê xwendekar û mamosteyan dev ji hînbûna zimanê Kurdî bernedan û li gorî derfetên koçberiyê hewl dan dibistanan ava bikin û bi amûrên kêm xwendina zimanê Kurdî bidomînin. Ev bû çar sal xwendekarên Efrînê tevî astengiyên koçberiyê hêviyên xwe pêk tînin û bi zimanê dayikê dixwînin. Îsal li kantona Şehbayê zêdetirî 16 hezar xwendekar û şagirt ji pirtûkên dibistanê mehrûm mane sedema vê yekê jî ew e ku rejîma Sûriyeyê nahêle pirtûkên xwendina bi zimanê Kurdî derbasê herêmê werin kirin. Tevî ku rejîm nahêle pirtûk derbas bibin jî dîsa jî îradeya xwendekaran nehatin şikandin û li malê rûneniştin. Gelek pirtûk li Şehbayê kêm mane bi van pirtûkan xwendekar sala xwe ya xwendinê didomînin. Li hemberî derbasnekirina pirtûkan ji herêmê re xwendekar û mamosteyan daxwazên xwe anîn ziman.
"Pêwîstî bi pirtûkan heye"
Mamoste Mizgîn Hemo ku di refa pêncemîn de ders dide, astengiyên ku li dibistanan rastî wan tê wiha bi lêv dike: "Ev bû mehek dibistanan deriyên xwe ji xwendekaran re vekirine, di vê salê de hejmara şagirtan ber bi zêdebûnê ve diçe. Astengiyên ku em dibînin li dibistanan peydanekirina pirtûkan e loma em neçar in li ser depê binivîsînin ev jî demek pir dirêj ji demên xwendekaran dixwe. Xwendina pirtûkan ji xwendekaran re hêsantir e. Zimanê Kurdî jî weke zimanê din e divê ev gel, bi zimanê xwe bixwîne lê heya mafê xwendinê dixwazin ji destên me bigrin. Pêwîstiyên me û xwendekaran jî bi pirtûkan heye."
"Em zehmetiyên peydanekirina pirtûkan dibînin"
Xwendekara refa 12'emîn a zanistî Şêrîn Mihemed jî wiha astengiyên ku rastî wan ên tên dibêje: "Tevî koçberiyê û rewşên ku em tê re derbas dibin jî dîsa em bi zimanê xwe dixwînin. Pirtûk niha di destên me de tune ne lê dîsa em dixwînin. Mamoste ji me re li ser depê dersan dinivîsînin em jî ji wir dixwînin ger pirtûk hebûna ji me re hêsantir dibû. Xwendin bingeha jiyanê ye. Em xwendekarên Efrînê bang li dewletan dikin ku mafê me yê rewa ye ku em bi zimanê xwe bixwînin û divê pirtûk û pêdiviyên dibistanan ji me re bên derbaskirin."
"Em dixwazin fêrî zimanê xwe bibin"
Şagirta refa 5'emîn Nisrîn Omar daxwaz dike ku pirtûk ji wan re bên peydakirin û wiha got: "Em dixwazin pirtûk ji me re werin. Rejîm naxwaze em bi zimanê xwe bixwînin loma pirtûkan derbas nake. Em wek zarokên Kurd dixwazin fêrî zimanê dayikê bibin, ev mafê me ye lê Rejîma Sûriyeyê vî mafî nas nake."