Ji axa birîndar çîroka du hevjîn û parêzvanên ax û rûmeta welatê xwe

Rîm û Xebat du hevjîn in, di heman wextê de bûne du parêzvanên ax û rûmeta welatê xwe da ku pêşeroja zarokên nû çavên xwe li cîhanê vedikin, ewle bikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- 19'ê Tîrmeha 2012'an çirûska şoreşê li Rojavayê Kurdistanê vêket û bi demê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Di vê şoreşê de gelek serpêhatiyên hêjayî gotinê, nivîsandinê û bi cîhanê dane naskirin hene. Ji lewre dîtin, jiyîn, derxistin, nivîsandin û weşandina van serpêhatiya ji erkên me ne. Dema ku mirov dikeve nava navçeya Zirganê û gundewarên wê, digere û çav li zarok, jin, kal û pîran dikeve di awirên wan de pir çîrokên hêvî û bendewariyê û şerê ku pê re rû bi rû dimînin her wiha têkoşîna ji bo jiyana bê şer dibîne.

Dema ku me berê da navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşa Jin a navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em hinekî bi Rêvebera wan re ketin nava nîqaşan, di nava wê nîqaşê de jî çîrokeke hêjayî nivîsandinê ya du hevjîn û şoreşgeran derket holê. Ew jî danasîna Rîm Cewher Rêvebera Asayîşa Jin a Zirganê û şervanê QSD'ê Xebat Zirganê bidin nasîn û erka ku dikeve ser milên wan di vê pêvajoya serdemî de binivîsînin. Piştî hewldanan ku gelek caran ji ber gerîna balafirên keşfê yên (IHA) û (SIHA) û balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker, me dikaribû her du hevalên hêja bibînin û hevdîtinekê bi wan re çêbikin.

"Ji ber hevjînê min şervan bû biryara tevlibûna min a asayîşê bi dilekî germ pêşwazî kir"

Rîm Cewher 6 sal in di Asayîşa Jin a Zirganê de wekî rêveber cih digre, der barê erk û jiyana xwe de wiha axivî: "Parastina gel, ax û welatê xwe bû sedem ku ez tevlî asayîşê bibim. Bi taybetî ji bo navçeya Zirganê, her kes dizane ku li vir çi diqewime. Piştî ku ez fikirîm tevli nava xebatên Asayîşê bibim, min bi hevjînê xwe re jî nîqaş kir û ev nêzî 6 sal in ez dixebitim. Di heman wextê de jî ez bi malbatê re jî rûniştim û biryara tevlibûna Asayîşê jî red nekirin, bi dilekî germ pêşwazîkirin. Ji ber ku hevjînê min jî şervan e, dizane karê leşkeriyê çawa ye û ji vê yekê fêm dike ji lewre ji min re nebû asteng û me bi hev re lê di beşên cûda de ji bo saxlemiya gelê xwe dest bi têkoşînê kir."

"Welat ji zaroka min û malbatê girîngtir e"

Rîm Cewher a ku zarokeke wê ya 4 salî heye, dibêje dema ku topbaran çêdibe ew ditirse lê tu ferq di navbera zaroka wê û zarokên gelê wê de tune ye û wiha domand: "Zarokeke min a 4 salî heye lê dayika min wê xwedî dike, ji ber ku her dem derfetên çûyîn û hatina malê jî çênabe ku ez pê re mijûl bibim. Ji ber ku ez tenê ji dayika xwe re çêbûme, dayika min jî bi keça min ve hatiye girêdan. Ew alîkariya min dike. Dema ku topbaran çêdibe, ez ji bo wê ditirsim lê tu ferq di navbera zaroka min û zarokên gelê me de tune ye, hemû jî zarokên me ne. Ez jî di vê rewşa awarte de û di nava êrîş û topbaranên ku herêma me rastî wê tê, 24 saetan li kêleka hevalê xwe me û ji bo parastina wan her dem şiyar in. Bêriya keça xwe dikim, lê kengî be ez dikarim wê bibînim, nikarim hevalên xwe tenê bihêlim. Bi rastî welat ji zarok û malbat girîngtir e, malbat û zarok diçin û tên lê ger ku welat biçe pir zor e ku vegere. Tişta herî girîng parastina vê axê ye. Ji ber wê jî jiyana me her bûye şer û berxwedan."

"Rêhevalê min e"

Rîm Cewher got ku ew her du jî di xeta agir de ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber ku em her du jî karê leşkerî dikin, em rewşa hev jî fêm dikin ku di topbaranê de mirov çawa xwe û gel biparêze. Ji lewre ez li ser wî natirsim, ji ber ku ew jî wekî hevala/ê xwe ye. Ez bi çavê ku ew rêhevalê min e dibînim. Tu were rastiyê jî em hemû zarokên dê û bavê xwe ne lê dema ku em tevlî şoreşê bûn, me her tişt da ber çavên xwe ku em ê şehîd û birîndar jî bibin lê divê ku em erkê xwe bi cih bînin û dilsozên axa welatê xwe bin."

"Heya ku em li vir in, em ê nehêlin dagirker destdirêjiyê li ser ax, jin û zarokên me bikin"

Xebat Zirganê şervanê QSD'ê û hevjînê Rîm Cewher e der barê rewşa ku Zirgan tê de de wiha dibêje: "Êrîşên dewleta tirk ên niha, fikra Osmaniyan nûkirin e. Dixwazin dîsa axa me dagir bikin û hebûna xwe li vir mayînde bikin lê em ê rê nedin wan. Ji ku em li vir in, em ê tu carî nehêlin ku axa me biçewisînin. Em li hemberî êrîş, binpêkirinên wan li dijî ax û gelê xwe dibin wekî bend. Serêkaniyê li ber çavan e ku gelê wê bi çi binpêkirin û sûcan re rû bi rû dimînin. Erdogan nikare wekî berê bifikire û polîtîkayên xwe li dijî me pêk bîne. Ew nikare wekî berê be. Heya ku em li vir bin, em ê nehêlin destdirêjiyê li ser ax, jin û zarokên me bikin."

"Dema ku wê nabînim li ser cîhazê gazî wê dikim"

Xebat Zirgan di dewama axaftina xwe de got ku hevjîna wê jî wekî hevalên wê ye, ji jiyana wê ditirsim lê dizane ku çawa xwe biparêze û wiha domand: "Kêliya ku topbaran radiweste, em tên û pirsa wan dikin. Dema ku wê jî nabînim, ez li ser cîhazê gazî wê dikim û li rewş û tenduristiya wê dipirsim. Dema ku derfet çêdibe, ez têm wê û hevalê wî jî dibînim. Hem hevjîn, hem jî hevala min e. Em nikarin pêşiya jinan bigrin, wekî me wekî wê. Bila cihên xwe di hêzên leşkerî û ewlehî de bigrim, tu pirsgirêka me jî tune ye."

"Keç be Jiyan û kur be Berxwedan e, ji ber em li ber xwe didin, ji bo jiyanê"

Rîm Cewher da payin ku li kêleka zaroka wê ya 4 salî niha ew ducanî ye û der barê vî tiştî de wiha got: "Zarokek min a 4 salî heye, niha jî ez ducanî me. Ger ku keç be em ê navê wê bikin jiyan û kur jî be bikin berxwedan. Ji ber ku em li vir li ber xwe didin ji bo ku gel û zarokên vî welatî bijîn. Em ji bo parastina vê axê li vir in, saxlemiya gelê me ji bo me girîng e. Çi dikin bila bikin, dagirker wê têk biçin, em ji topên wan natirsin. Her ku ew topan diavêjin, hêza me mezintir dibe. Rast e, çekê me ya xurt û mezin tune ne lê bila ji bîr nekin îradeya me xurt e. Bila Erdogan çi dike bike, em û gelê xwe hêza hev temam dikin. Ducaniya min ji bo pêkanîna erkê ku dikeve ser milên min nabe asteng. Hevjiyana azad rêgezekî wiha ye ku em bi hev re bijîn û erkên parastina welat pêk bînin."

"Em jî amade ne"

Xebat Zirgan jî bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em natirsin ji ber ku berxwedan û şerê me jî rewa ye, em ê tu carî bin nekevin. Serkeftin wê tim para me be. Eger Erdogan dixwaze bila were, em jê re amade ne. Ji bo ku zarokên welatê me bê şer bijîn, çi ji me were xwestin em ê bikin."