“Hîna nêrînên wi yên dawiyê li ber çavê min e”

ÎHD a Amedê û Xizmê Windayan aqubeta Vasif Ozturk ê 1'ê Hezîrana 1994'an li Pasûra Amedê hat windakirin pirsîn.

Amed - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi boneya "Winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Kosuyolu çalakiya hefteya 657'emîn li dar xistin. Di çalakiya ku gelek dayik û parêzvanên mafên mirovan amade bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê  Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî.
Abdullah Zeytun got: “Gelek kes bi awayekî sîstematîk hatin windakirin û di salên 1990'î de kuştinên kiryar nediyar hatin kirin. Polîtîkayeke sîstematîk a bêcezakirinê tê meşandin. Em carek din li vir kom bûne ku rastiyê bibîr bixin û nehêlin ku bê jibîrkirin. Winda nehatin dîtin û kiryar nehatin darizandin. Em bi dayik û xizmên xwe re di vê têkoşîna heqîqet û edaletê de bi hev re têdikoşin. Mixabin, pêvajoya şînê ya xizmên windayan berdewam dike. Ev daxwazên edaletê nayên cih. Em daxwaz dikin ku demildest ev polîtîka bê terikandin, daxwazên dayikên li edalet û heqîqetê digerin bên bicihanîn. Divê Tirkiye Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike û erkên xwe bicih bîne. Divê mekanîzmayên rûbirûbûna raboriyê û lêgerîna heqîqetan were avakirin." 
Rêvebera Komîsyona Windayan a ÎHD'ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya Vasif Ozturk ê di 1'ê hezîrana 1994'an de li gundê Cûmarê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve hat windakirin xwend.