Hêzdarkirin çeka sereke ya jinên Yemenî ye

Her ku tundiya li dijî jinan li Yemenê zêde dibe, şahidiyên çalakvan û welatiyên Yemenî zêdetir dibin. Gelek kes hewl didin koka pirsgirêkê û rêbazên rûbirûbûna wê eşkere bikin.

REHMÊ ŞANZÛR

Yemen – Di civaka Yemenê ya ku di rewşên awarte de dijî, tundiya li dijî jinan berfireh dibe, ji ber ku gelek jin hê jî bi awayên cuda yên vê tundiyê re rûbirû dimînin; hinek ji wan bi lêdan û îstîsmara fizîkî re hinek jî bi gotinên bi êş, zextên psîkolojîk, an jî şantaja dîjîtal re rûbirû ne.

Lêkolînek li ser nêrînên hejmarek jinên li Yemenê êşên piralî nîşan dide û vîzyonek kûr a jinan a li ser çawaniya rûbirûbûna bi tundiyê pêşkêş dike, li ser bingeha baweriyek xurt ku çareserî mimkun e ger îradeyek û hişmendiya civakî ya têr hebe.

Jin ezmûnên xwe vedibêjin. Bi wan vegotinan mirov dikare bibîne ka vê diyardeya ku yekgirtina malbat û civakê bi tevahî tehdît dike bibîne. Ew tekez dikin ku rûbirûbûna bi tundiyê re pêşî bi hişmendiya takekesî û kolektîf dest pê dike, dûre bi hêzkirina aborî û zanînê ku dibe sedema guhertineke radîkal di nêrîna civakî ya stereotîpîk a jinan û rola wan de.

Hêza aborî û perwerde girîng e

Çalakvana mafên jinan a Yemenî Atlal Rajih tekez dike ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di serdema me ya îroyîn de "pêdiviyeke girîng" e û destnîşan dike ku gelek rê hene mirov pê re rûbirû bibe lê ya herî girîng ji van "hêzdarkirina aborî û perwerde" ye. Atlal Rajih wiha axivî: “Jineke ku xwe bi xwe bawer be û bi rêbazên modern perwerdekirî be, kêmtir li hemberî lawaziya ku wê dike hedefa tundiyê bêparastin dibe. Jin beşek mezin ji civakê pêk tînin û modelên jinan ên serkeftî û îlhambexş hene lê tundiya li dijî wan bandora wan sînordar dike û beşdariya di pêşketinê de qels dike ku bandoreke neyînî li ser tevahiya civakê dike.”

Tundî ne tenê şîdeta fizîkî ye

Jina Yemenî Fathiye Hasan, analîzeke civakî li ser kokên pirsgirêkê pêşkêş dike û destnîşan dike ku jin piranî caran ji ber "baweriyên civakî" rastî tundiyê tên. Ew fikra bi hinek malbatan re mînak nîşan dide û diyar dike ku ew jinan wekî "tenê amûrên ji bo xizmeta mêran" dibînin. Dema ku jinek hewl dide sînoran destnîşan bike yan jî westandina xwe nîşan bide, mêr bi zêdegaviyê bersiv didin weke lêdan an jî destdirêjiya devkî. Perwerdeya di nava malbatê de jî di teşegirtina têgihîştina zarokan de roleke girîng dilîze. Tundî ne hewce ye ku were wateya şîdeta bedenî; carna gotinên bi êş ji şîdeta bedenî dijwartir in.”

Têkilî li ser bingeha hevkarî û yekgirtinê ava dibe

Fathiye Hasan tekez dike ku divê têkiliya di navbera jin û mêran de li ser bingeha hevkarî û yekgirtinê be û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Mêr hevkarên jinan in û tu civak nikare bi rêkûpêk bixebite ger têkiliya di navbera wan de li ser bingeha tundî yan jî dûrxistinê be."

Dema ku tundî derbasî cîhana sîber dibe

Xwendekara medyayê Şîfa Mihemed destnîşan dike ku rûbirûbûna tundiyê bi hişmendiya jinan a li ser xwe û şiyana wê ya pêşxistina xwe dest pê dike û girîngiya perwerde û hişmendiyê di avakirina kesayetiyek bihêz de ku dikare rûbirûyî dijwariyan bibe, tekez dike. Şîfa Mihemed dibêje: "Îro tundî êdî tenê bi rastiyê ve sînordar nîn e, heta qada sînorê sîber jî belav bûye, weke şantaja bi riya malperên medyaya dîjîtal. Girîng e ku jin werin perwerdekirin da ku nehêlin tiştek wan hilweşîne.”

Berpirsyarî ne tenê li ser milên jinan e

Di dawiyê de, pirsgirêka tundiya li dijî jinan li Yemenê şerekî rojane ye ku jinên biryar dane riya çareseriyê bibînin, ne tenê hedef in. Ew jin bi hêz û biryardariya xwe li benda rizgariyê ne, tercîh kirine ku bibin beşek ji çareseriyê.

Tiştê ku Atlal, Fathiyê û Şîfa vegotine nexşeriyeke zelal e ku bi bihêzkirina aborî û perwerdeyê dest pê dike û mezinkirina zarokan li ser nirxên rêz û hevkariyê dihewîne, xwe bi pirsgirêkên serdema dîjîtal re hevaheng nake û jinan ji şantajên dîjîtal diparêze.

Berpirsiyarî ne tenê li ser jinan e, ji tevahiya civaka Yemenê tê xwestin ku hesabên xwe ji nû ve binirxîne û fêm bike ku têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan veberhênanek di pêşeroja tevahiya welat de ye. Jin şirîkek girîng in di avakirin û pêşketinê de ye û her tundiya li dijî wan tê kirin, di dawiyê de tundiya li dijî aramî û pêşketina neteweyî ye.