Hewldana karekî nû hînkirina duçerxeyê

Canses Ozel, jineke ciwan e hezkirina xwe ya ajotina duçerxeyê vediguherîne karekî. Kesên ku gelek ji wan jin in, daxwaza ajotina duçerxeyê di dilê wan de maye hînî ajotinê dike. Sanses a antrenora duçerxeyê ye diyar dike ku pêkanîna xeyalên mirovan, ji bo wê motîvasyon e û balê dikşîne ku di pêvajoya pandemiyê de eleqeya ji ders û duçerxeyê re zêdetir bûye û wiha dibêje; “Em li vir in. Mirov bila ji bo temamkirina xeyalên xwe yên nîvîmayî gav biavêjin.”

ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr- Li Îzmîrê piştî pandemiyê bi taybetî kesên ku dixwazin nekevin nava qelebalixê, ji siwariya seyareyên wekî otubus û mînîbusan zêdetir, berê xwe dane duçerxeyan. Ji ber ku li bajar riyên duçerxeyan dirêj in, derfeta pêkhatina vê daxwaza wan heye. Bi pandemiyê re rêjeya kesên ku duçerxeyê bi kar tînin gihîst ji sedî 6. Ev rewş ji aliyekî ve bû wesîle ku kesên ji ajotina duçerxeyê dûr ketibûn ji nû ve berê xwe bidinê. Ev eleqeya taybet a li dijî duçerxeyê çêbûbû, bû sedem ku pîşeya hînkirina duçerxeyê jî were nasîn.  
    
Pîşeya hînkirina duçerxeyê li welaten Ewropayê pir zêde ye lê li Tirkiyeyê hê nû navê vê pîşeyê tê bihîstin. Canses Ozel, hezkirina xwe ya ji bo duçerxeyê, bi profesyonelî veguherand pîşeya hînkirinê. Wê ji me re behsa destpêka vê maceraya xwe û hînkirina karê xwe kir. 
Hezkirina wê veguherî kar
Canses Ozel, dema ku li Zanîngeha Celal Bayar Beşa Karkirinê dixwîne, di hişê wê de gelek fikrên li ser xebatê çêdibin. Kesayetiya wê ya enerjîk a balê dikşîne, eleqeya wê ya ji spor û reqsê re, berê wê dide karekî bi tevger. Canses a ku jixwe ji berê ve ji ajotina duçerxeyê pir hez dike, ji bo vê hezkirinê bi awayê profesyonel veguherîne karekî lêkolînan dike. Piştî ku demek kurt, di nava komek perwerdeya ajotina duçerxeyê dide perwerde dibîne, bawer dike ku karê dixwaze ew û ji bo avakirina zemîna karê xwe, zend û bendan ba dide. Cansen dibêje:
“Di dilê min de her dem xwestina kirina tiştekî hebû. Min anîmatorî dikir, dûre jî min hema têkildarî anîmatoriyê karê xwe ava dikir. Ev rewş ji bo hînkirina duçerxeyê jî wiha bû. Ji ber ku min ji ajotina duçerxeyê pir hez dikir, ez fikirîm ka gelo dikarim hîn bikim. Dema min lêkolîn kir, min dît ku komek vî karê hînkirinê bi peretî dikin. Ez derhal tevli vê perwerdeyê bûm lê naveroka wê ji min re bi her awayî bes û berfireh nehat. Ji ber wê yekê min dest ji wir berda. Dûre min li ser mînakên welatên din lêkolîn kir. Min tecrubeyên xwe jî li wan zêde kir, model û mufredata wê amade kir.”
Perwerde 5 meh didome
Canses, ji bo ku ev kar akademîktir û sazîbûyî be Belgeya Antrenoriya Duçerxeyê digre. Ji bo ajotina duçerxeyê bi kitekitên teknîkî ragihîne dizane ku pêdivî bi profesyonelbûnê heye. Cansel li ser vê xalê wiha didomîne:   
“Her kes bi awayekî dikare li dûçerxeyê siwar bibe û hînî siwarbûnê bike lê perwerdeya profesyonel xwedî gelek kitekitan e. Ji bo mafê vê berpirsyariyê bidim min belgeya antrenoriyê girt. Piştî girtina vê belgeyê jî min saziya ku min navê “Pedalanka” lê kiribû ava kir. Li vê derê em 5 meh perwerde didin. Heta meh û nîvê destpêkê em şagirdan hînî ajotina duçerxeyê dikin. Em teknîkên ku ji bo riyên duçerxeyan an jî derxistina trafîkê pêwîst in li ber wan hîn dikin. Di çarçoveya perwerdeyê de bi giştî em bi qasî 35 teknîkan hîn dikin. Şagird nexwazin profesyonel bin jî; ji bo di jiyana rojane de bi awayê rast û ewlehî duçerxeyê bi kar bînin, divê hînî teknîkan bibin.”
Xeyalên nîvîmayî bi perwerdeya duçerxeyê temam dibin
Ji bo Canses motîvasyona herî mezin ew e ku serkeftin û bextewariya mirovan bibîne. Di roja me de gelek mirov, ji ber pirsgirêkên denge, qeza yan jî sedemên taybet, ji duçerxeyê dûr disekinin. Dema ku mirov dibîne xeyalên ji bo duçerxeyê yên di zarokatiyê de nîvî mane, di temenê mezin de pêk tên pê kêfxweş dibe. Canses diyar dike ku xala wê bi vî karî ve girê daye ev e û wiha didomîne: 
“Pêkanîna xeyalên mirovan an jî dîtina rondikên çavên wan ên ji ber kêfxweşiyê, min bi vî karî ve girê dide. Mirovên ku bi salan li duçerxê siwar nebûne di dilê wan de ev daxwaz maye. Hezkirina min a vî karî hinek ji ber van ramanan dest pê kir lê bêguman tu rabî ji sifir dest bi karekî bikî zor e. Ez xebatkarek 28 salî me. Min ji perwerdekarên duçerxê yên profesyonel tam piştgirî nedît. Tevî ku me gelek ked jî da, hinek alî ji bo em vî karî bi pere dikin me pir rexne dikin. Bêguman şaredariyên ku vî karî be pere dikin hene lê di encamê de li wir sponsor pereyê perwerdekaran didin. Ez dizanim ku divê ez ji van pirsgirêkan derbas bibim, zêdetir bixebitim û projeyên nû çêbikim. Xeyala min ew e ku bi tûrên derveyî welat re vîzyonek berfirehtir ava bikim, turîzma duçerxeyê ya li bajar zindî bikim.” 
“Şagirdên me yên 85 salî hene”
Canses, ji bo kesên di her temenî de perwerde daye, dibêje ku tenê bi denge û derketina rê mirov nikare hînî ajotina duçerxeyê bibe û balê dikşîne ku mijarên teknîkî yên tên hînkirin, jiyanî ne. Canses ji bo ku mirov tirsa xwe bişkînin, ji van perwerdeyan kêfê bigrin û ya herî girîng jî ji bo ji aliyê civakî ve bi pêş bikevin îmze davêje bin aktîvîteyên cur be cur. Canses li ser vê mijarê jî wiha dibêje:  
“Li vir piştî qedandina perwerdeya 5 mehan, em bi şagirdên ku dikarin derkevin trafîkê re, diçin tûrên xwezayê. Ango em bi şagirdên ku ji ba me mezûn bûne re dikevin rêwîtiya tûrên duçerxeyê. Her çiqas ev perwerde, zêdetir xîtabî zarokan bike jî di rastiyê de ji sedî 60 şagirdên me ji kesên navsere û jinan pêk tên. Ên 85 salî jî hene, rehet nîn e ku tu kesên di vî temenî de ditirsin û dibêjin “ku ez bikevim” îqna bikî. Di perwerdeyê de em kaskên serî, yên çokan û enîşkan didin bikaranîn. Ev yek ji bo ketinê bi her awayî dibe tedbîr. Ên dixwazin di saxiya xwe de hînî ajotinê bibin tên û hîn dibin. Ev tiştek pir zor nîn e. Em li vir in. Bila mirovên wiha, ji bo temamkirina xeyalên xwe yên nîvîmayî gav biavêjin.”