Hewildanên jinên Îraqê yên ji bo wekheviya zayendanî

Jinên Îraqê bi îsrar li ser bidestxistina wekheviya zayendanî di nava xebatê de ne û dibînin ku jinên bihêz bingeha xwirtkirina jinan di civakê de ne, ji lewra ew jî bê navber hewildanên xwe didomînin.

XUFRAN EL-RADÎ

Bexda - Li gelek welatên cîhanê ji bo mafê jinan tekoşîn tê meşandin. Ji bo bidestxistina mafê wekheviya di navbera herdû zayendan de gelek rêxistin û komele komxebat û simîneran li dardixin. Gelek kesayet derbarê binpêkirinên mafan de nêrînên xwe tînin ziman. Derbarê girîngî, hêz û serkeftina jinan de Dr Meysûn Kazim li ser Roja jinên Cîhanê axivî.

“Pirsgirêkên civakî li pêşiya xeyalên jinan astengin”

Meysûn Kazim da zanîn ku pirsgirêkên jinan li her devera cîhanê hemanin û wiah domand: "Li her devera cîhanê jin bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin ku ev zehmetî li pêşiya pêkanîna xeyalên wan û daxwazên wan astengiyeke mezine. Ji ber vê yekê pêwîste jin bi hêz be û xwe bispêre hêza xwe ya ku hişt civak pê bawerbe."

Bi xwe bawerbûn sedema serkeftinê ye”"

Meysûn Kazim dazanîn ku xwebaweriya jinan cûdahiyekê di danûstandina wan bi yên derdora wan re çêdike û wiha berdewam kir: "Ger jinek bixwaze bi ser bikeve û di civakê de bibandor bibe pêwîste bi xwe bawerbe."

“Giringîdayîna çandê pêşdebirina hişmendiya civakî ye”

Meysûn Kazim bal kişand ser wê yekê ku eleqeya jinan bi çandê re faktorek girîng e ji bo pêşxistina kesayetiya wan û rê dide ku di rêvebirina karekî de cih bigre û jiyana xwe birêve bibin û wiha pêde çu: "Girîngî dayîna çanda giştî ya jinan û çanda geleriya jin tê de serweriyê dike yek ji faktorên herî girîng ên hêza jinê û nîşandana hişmendiya femînîst e." Meysûn Kazim diyar kir ku rola dayikê di avakirina kesayeta jinê de bi riya avakirina wekheviyê di navbera keç û kuran de piştgiriya wê ji keçên wê û avakirina malbatek hevseng re giringe. Meysûn bal kişand ser girîngiya parastina jinan û mafên wan bi guhertina hin bendên qanûnê ku li dijî jinan bê edalet û hêza mêr di civakê de zêde dike.

"Ji bo guherînê pêdivî bi guherîna zagonên neheqiyê li jinan dikin heye"

Emîna El-Sayed têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kir ku ev roj rojeke hêza jinan derdixe berçav û wiha got: "Divê Roja Jinên Cîhanê bibe xala destpêkê ji bo guhertina zagonên ku mafê jinan binpê dike û azadiya wan û pejirandina jiyana wan sînordar dike. Jin bingeha avakirina civakê ye ji ber vê yekê parastina wan û parastina mafê wan û xwedîderketina li tenduristiya wan di warê fîzîkî û deronî de hevsengiyê di nava civakê de çêdike."

"pirsgirêkên jinan ji ber tundiyê ne"

Emîne El-Sayed dazanîn ku pirsgirêkên jin di nav civakê de bi taybetî li Iraqê rastî tên bi gelek xalan ve girêdayî ne û wiha domand: "Pirsgirêkên ku jinên Ereb û giştî jinên Îraqî rastî tên û êşên ku dikişînin bi giştî ji ber tundiya fizîkî, tehdîda kuştinê ye û bi taybetî ev pirsgirêk ji ber zewaca temenê biçûke û bêparkirina jinan ji mafên wan ê mîrasê ye.”