Hevşaredara Til Temirê ji bo stasyona Elok bang li hêzên navneteweyî kir

Hevşaredara Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis mijara qutkirina ava stasyona Elok û Çemê Xabûrê û zirarên ku bi xwe re tîne nirxand û got ku divê stasyona Elok a ku jiyana milyon û nîvek mirov li ser ava wê didome, ji mijarên siyasî û leşkerî were veqetandin û stasyon bikeve destên desteyên mafên mirovan ango hêzên navneteweyî yên ku girîngiyê didin jiyana mirovan û tenduristiya wan.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de, ji bejahî û hewayî ve êrîş anîn ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encama berxwedaniya şervanên YPJ/YPG'ê û gelek hêzên ku di bin sîwana QSD'ê de cih digrin de, destan û efsaneyên dîrokî hatin nivîsandin. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve, dest bi şerekî nû li dijî gelê herêmê hat kirin ku armanca wê ew bû guhertina demografiyê çêbike. Şerê nû ew şerê avê ye, avê wekî çekekê li dijî gel bi kar tîne. 19 car in, ava stasyona Elok a ku dikeve Serêkaniyê ya dagirkirî, ji aliyê dewleta tirk ve tê qutkirin û zêdetirî milyon û nîvek mirov tî dimînin. Stasyona ava Elok bi 5 kîlometreyan li rojavayê Serêkaniyê dikeve, tê de 50 bîrên avê hene û çavkaniya sereke ya avê ye ji bo zêdetirî milyon û nîvek mirovên li Til Temir û Hesekê.
Şaredariyên gel li gorî derfetên xwe avê li gel belav dikin lê ev têrê nake û nabe ku demdirêj berdewam bike. Têkildarî qutkirina ava Elok û tîhiştina milyon û nîvek mirov, Hevşaredara Gel a navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronaz Yûnis ji me re axivî.
"Qutkirina ava stasyona Elok, kareseteke mezin bi xwe re tîne" 
Ronaz got ku milyon û nîvek mirov niha tî ne û bi karesatên pir cidî re rû bi rû ne û wiha domand: "Zêdetirî milyon û nîvek mirov ji navçeya Til Temirê, gundewarên wê û bajarê Hesekê û navçeyên girêdayî wê, ji ber qutkirina ava Elok ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, tî ne. Ya ku herî zêde zirarê li gel dike, germahiya havînê ye. Di havînê de mirov çiqasî ava paqij vexwe, ewqasî rêjeya nexweşiyên gurçikan kêm dibe lê dewleta tirk girîngiyê nade tenduristiya mirovan."
"Daxuyaniyên rêxistinên navneteweyî, tenê nivîsên li ser rûpelan in"
Ronaz da xuyakirin ku ew naxwazin deverên xizmetguzarî bikevin aliyên şer û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şerê ku dewleta tirk a dagirker li djî gelê me dimeşîne, şerekî pir giran e, şerekî jiyanî ye. Di bingeha xwe de qutkirina avê karesatan bi xwe re tîne. Rêxistinên Navneteweyî jî tenê bi daxuyaniyan didin diyarkirin ku ew ji qutkirina ava Elok bi tirs in. Lê gaveke şênber ku biavêjin û dewleta tirk sûcdar bikin û çareseriyekê bibînin tune ye." 
"Alternatîf ji stasyona Elok re tune ye" 
Ronaz da payin ku bi çi awayî avê li navçeya Til Temirê belav dikin û wiha got: "Li gorî derfetên şardariyê em alîkariyê didin gel, sarîcên avê li gundan belav dikin ku avê li gel belav bikin lê ev têrê nake û hejmara sarîcên me pir kêm in. 5 sarîc nikarin avê bigihîjînin bi hezaran malî. Her wiha ev sarîca avê li nexweşxane, firinên nan û li gel belav dikin. Di heman wextê de ava ku em ji bîrên gundên El-Ebd derdixin û li gel belav dikin, ava kilsî ye û nabe ku demdirêj gel vê avê vexwe. Ji ber ku nexweşiyên cur be cur wê bi xwe re bîne û zirarê zêdetir li tenduristiya mirovan bike. Alternatîf ji stasyona Elok re tune ye, ji ber ku ava herêmê ya binerd şêrîn an jî şor be, rêjeya kilsê tê de heye."
"Ji şerê leşkerî zêdetir şerê aborî û jiyanî jî dide meşandin"
Ronaz qutkirina ava çemê Xabûrê jî bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Li aliyê din, li gel qutkirina ava stasyona Elok û tîhiştina gel û zarokan, dewleta tirk ava çemê Xabûrê jî qut kiriye. Vê carê axê tî dike û şerê aboriyê li dijî herêmê dide meşandin. Wekî tê zanîn jî Herêma Cizîrê ew seleya nan a Sûriyeyê ye ku ev herêm, ji herêmên din zêdetir genim û ceh lê tê çandin. Zirarên qutkirina çem li ser çandiniyê jî pir zêde ne, niha çandiniya li qiraxê çemê Xabûrê pir kêm e. Dewleta tirk şerê leşkerî, aborî û jiyanî bi hev re li dijî herêmên me dide meşandin. Ev yek jî ji aliyê hêz û rêxistinên navneteweyî ve rastî bêdengiyê tê, wekî ku tiştek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neqewimî be."
"Em ji bêdengiya Rûsya û Emerîkayê bi guman in"
Ronaz bêdengiya hêzên Rûsya û Emerîkayê ya li dijî qutkirina ava Elok bi bîr xist û wiha pêl da gotina xwe: "Hebûna Hêzên Rûsyayê li herêmê ji bo çi ye gelo? Ew bû gelo hevpeymana ku bi dewleta tirk a dagirker re, li ser agirbesta ku di Cotmeha 2019'an de der barê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimîn de, îmze kir? Çima bi erkên xwe ranabin? Hebûna wan şeklî ye û divê ku li gorî erk û berpirsiyariyên xwe tevbigerin. Em ji bêdengiya wan bi fikar in ku dibe ew jî hevkarên vê komployê bin. Wê heya kengî Rûsya û Emerîka li êşa gel binêrin, bi rola tamaşevanan rabin?"
"Divê stasyona Elok ji destên dewleta tirk derkeve û bikeve destên hêzên navneteweyî"
Ronaz bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku stasyona Elok dûrî şer û siyasetê be û ev stasyona bikeve destên hêzên navneteweyî ango desteyên mafên mirovan. Wiha nebe ev pirsgirêk nayê çareserkirin, her ku biçe wê girantir bibe. Ji bo ku êdî ev stasyon wekî çek ji aliyê dewleta tirk ve li dijî gel neyê bikaranîn divê ji destên wan derkeve."