"Herêmên dagirkirî bûne dojeh"

Endama koordînasyona Kongreya Star Nîroz Mislim têkildarî rewşa herêmên dagirkirî û bi taybetî Kantona Girê Spî got: "Girê Spî qaşo di bin navê aştiyê de hat dagirkirin, ev du sal in li ber çavên tevahî cîhanê jiyana li herêmên dagirkirî bûye dojeh."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk û çeteyên wî di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li dijî êrîşan şervan û gel berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan lê di encama bikaranîna çek û teknîka herî pêşketî ya dewleta tirk de, Kantona Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Dewleta tirk tevgera dagirkeriyê di bin navê Kaniya Aştiyê de dest pê kir lê encamên ku li ser rûyê erdê derkevin pêş, nîşan didin ku kaniya hovîtiyê ye.
Di vê çarçoveyê de endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Nîroz Mislim, rewşa li Girê Spî û gundewarên wê nirxand.
Xalên li gorî berjewendiyên wan tên pêkanîn
Di 2019`an de di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyeyê de agirbesta rawestandin şer, vekişîna hêzên QSD`ê 30 km. ji sînor û birêveçûyîna dewriyeyên hevbeş hat ragihandin. Nîroz Mislim behsa pêkneanîna agirbestê kir û got: "Ev du sal in kantona Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve hatine dagirkirin. Piştî dagirkeriyê qaşo agirbesta rawestandina şer hat ragihandin lê me heta vê rojê jî encamên agirbestê nedîtin. Berovajî dewleta tirk bênavber gefan dixwe û êrîş dike. Bi taybetî li herêma Firatê dewleta tirk her roj navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bombebaran dike her wiha komkujiyên komî çêdike. Di heman demê de dewleta tirk balafirên bêmirov li tevahî asîmanê herêma Firatê digerîne û bombeyan dibarîne. Ev kiryar nîşaneyên binpêkirina agirbest û hevpeymanên ku hatine çêkirin e."
"Jiyan veguherendine dojehê"
Nîrozê axaftina xwe berdewam kir û wiha bal kişand ser kiryarên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve tên kirin, kir: "Dema ku dewleta tirk êrîş kir, di bin navê Kaniya Aştiyê de hemleya dagirkeriyê dest pê kir. Di nava van du salan de me tu aştî di herêmên dagirkirî de nedît. Roj tune ye ku em ji bilî dagirkeriyê, îşkence, talan, wêran, qetilkirin û hemû kiryarên xirab nebînin û nabihîsin. Plan, lihevkirin û komployên ku ji aliyê hêzên hegomonîk ve li Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyeyê tên kirin, mixabin ku jin û zarok bedelê didin. A niha li herêmên dagirkirî dewleta tirk û çeteyên wî rêbaz û zagonên xwe yên hov li ser jinan pêk tînin. Her wiha jinan weke ganîmetên şer dikirin û difroşin. Li gorî kêfa xwe wan direvînin, tecawiz dikin û bi darê zorê bi wan re dizewicin. Jinên wan herêman ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijiyan, jiyana wan tev berovajî bûye. Ji azadiyê ketin bin koletiyê."
"Hêviyên vegera Girê Spî her tim zindî ne"
Endama koordînasyona Kongreya Star Nîroz Mislim berxwedaniya jinên di kampên têkoşînê de silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Salvegera duyeman a dagirkirina kantona Girê Spî nêz dibe. Piraniya niştecihên Girê Spî di kampên li nêzî bajarê xwe de dijîn. Dewleta tirk tevî ku bajarê wan dagir kir û ew koçber kirin niha gefan li kampan jî dixwe. Ev koçber di şert û mercên gelek dijwar de dijîn lê berxwedaniya ku ew ji bo vegera li axa xwe nîşan didin hêviya vegerê her tim zindî dike. Em weke Kongreya Star berxwedaniya wan silav dikin û baweriya me heye ku wê bajarên me rizgar bibin."