Helbestvana Tûnisî Rîm El-Îsawî: Divê tabûyên civakî bên hilweşandin
Nivîskar, helbestvan û rexnegir Rîm El-Îsawî a dibêje "Dema ku em wext baş bikarbînin dikarin xeyalên xwe pêkbînin” diyar kir ku divê tabûyên civakî bên hilweşandin û di berhemên xwe de balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan.
NAZIHA BOUSSIDI
Tûnis- Jin li her qada wêjeyê bi avakirina hebûna xwe, nivîsandina tiştên jiyan dikin û tercûbeyên xwe berdewam dikin. Nivîskar, helbestvan û rexnegir Rîm El-Îsawî yek ji van jinan e. Rîm El-Îsawî da zanîn ku ew jinê weke mijarek nagre dest û nanivîse, armanc dike ku pirsgirêkên jinan ronî bike û diyar kir ku divê li hember pirsgirêkên civakî bihestiyar bin.
'Ger em dizanin wext çawa bikarbînnin dê hemû xeyalên me pêk werin’
Nivîskar, helbestvan û rexnegir Rîm El-Îsawî diyar dike ku di mijara nivîsandina hemû cureyên wêjeyê de tercûbeyek dirêj jiyan kir. Rîm El-Îsawî anî ziman ku her zarok bû bavê wê helbestan dinivîsand û wiha got: "Min ji bavê xwe re got ez dixwazim bibim mamoste û nivîskar, lê mixabin jiyana xwe ji dest da û min bi vê xeyala min re tenê hişt. Lê ez bi hêvî bûm ku bibim nivîskar û gelek astên zanistî bistînim. Min xwest jiyana xwe ya civakî û xebatên xwe berdewam bikim. Pir zehmet e ku karê di navbera malbat, pîşe, jiyana çandî û wêjeyî de koordîne biki. Semîner dayîn û perwerdekirina tîmên şanoyê jî di nav de ye. Girêdayî koordînê kirina wext e. Dema em bizanîn wext baş bikarbînin dê hemû xeyalên me pêk werin.”
'Nivîskar di bin zextê de ne'
Rîm El-Îsawî a ji nebûna pergaleke weşandina pirtûkan a li Tûnisê gazîng dike, bi van gotinan bal kişand li ser zehmetiyên dijî: " Li Tûnisê rewşa pirtûkan dide fikarandin, ji ber ku ji bo weşandina pirtûkan pergalek nîne û ji bo pêşxistina pirtûkan siyaset û bernameyeke taybet nîne. Têkiliya nivîskar bi pirtûkê re û organîzasyona weşandina pirtûkê ne diyar e. Nivîskar di bin zextek mezin de dijîn. Piraniya weşanxaneyên ne baş in û nivîskarên Tûnisî nikarin li gorî nerîna xwe pirtûk û romanan çap bikin û biweşînin.”
'Ez di gotarên rexnegir de xwe dibînim'
Rîm El-Îsawî diyar kir ku yekemîn pirtûka wê ya çîrokan "Çima çivîk dimirin?" e, axaftina xwe wiha didomîne: “Ev pirtûka min di sala 2019’an de hat weşandin. Piştre ez çûm BAE’ê û livir gelek pirtûkan çapkir. Piştî vegeriyan Tûnisê du pirtûkan nivîsand. Wek hemû nivîskaren Tûnisî rastî gelek pirsgirêkan hatim. Min helbesta xwe ya “Welata min hemû tiştên ji dervayî te vala ye” di sala 2019’an de hat weşandin. Ez di nivîsandinên rexnegir de xwe dibînim. Afirînerî, lêkolîn û vedîtinê dihewîne, lê dema ku ez xwe di helbestekê de dibînim û biecibînim ez dikarim wê helbestê jî binivîsim. Herwiha dema li taksî an jî otobusê siwar dibim çîrokekê dinivîsim. Dema çûm Başûr min çend çîrok nivîsand. Min ji bo zarokan gelek çîrokên wek pedagojî, zanîst, cîhana dijîtal, cîhana mêşan e, têkiliyên kîte û xwiş û bira, dayik û exlaq nivîsand.”
'Min xwest jinan nîşan bidim'
Rîm El-Îsawî da zanîn ku ew jinan ne wek mijar, pirsgirêkên jinan nivîsiye û ev agahiyan parve kir: “Min di pirtûka xwe ya ku biyografiya helbestvanê Filistînî Fedwa Toqan rexne kir de, têkiliya jinê ya bi malbat û civakê re û jiyana siyasî wergerand. Ango min ne ji bo jin in nivîsand, min der barê pirsgirekên jinan de nivîsand. Min di pirtûkeke din de, darazên şaş ên nivîskarên jin ên Tûnisî nivîsand. Min xwest ez wêrekiya nivîskar-helbestvana Tûnisî Zubeyde Beşîr xwestek, evîna jinan û çawa li pêşiya qeydên berê û kevneşopiyên civakî rawestiyane nîşan bidim. Koleksiyonek min a helbestan a bi navê 'Helbestvan û Afişên Bajêr' a di sala 2009'an de çapkirin heye. Ji bilî vê romaneke min a bi navê “Dema ji qîrîna Bira Ebo Xareb re şiyar dibe” heye.”
'Divê li dijî zewaca bi zorê têkoşîn be kirin’
Rîm El-Îsawî bal kişand ser destkeftiyên ku jinan bi şoreşa Tûnisê bi dest xistine, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê di pêvajoya dawî de maf û azadî li paş man. Pevçûnên tên jiyîn rewşa jinan dijwartir kir. Divê bi taybetî jin civak bê hişyarkirin, tabû bên hilweşandin, kevneşopiyên kevn bên guhertin, zîhniyetên hişk bên rexnekirin û pirsgirêk bi awayekî hin zanistî bên dest girtin. Gelo guhertina hişmendiyê şoreşek neçar dike? Pêwistiya me ne şoreşek, şewazek jiyanê ya li dijî şaristanî û modernîteyê heye. Divê jin bi taybetî jî jinên li hawirdorên gundewarî dijîn bên hişyarkirin, divê li dijî bi zorê zewicandina gelek jinan û bêpar hiştina jinan ji mîrasê têkoşîn bê kirin û mafên wan bê kêmasî bên dayîn. Divê pozîsyona me xurt be û em ê teslîm nebin."