Hejmarek zêde ji jinên Xezayê derziya koronayê li xwe dan e

Bi belavbûna vîrusa kovîd 19 re Wezareta Tenduristiyê li Filistînê rojane hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîşt bi hezaran. Bi zêdebûna belavbûna vîrusê re hejmara miriyan jî zêde bû, vê yekê wisa kir ku hemwelatiyên Xezayê di nava tirs û xofê de bijîn. Jin ji bo tedbîrên xwe bigrin berê xwe didin cihên derzîlêdanê.

REFÎF ÎSLIM
Xeza- Wezareta Tenduristiyê li Xezayê temenê derzîbûnê kir 30 salî û kampanyayên derzîlêdanê li dibistanên amadeyî hatin rawestandin ji bo ku destpêkê ew kesên bedena wan li hemberî vîrusê lawaz in derzî bikin. Ajansa me bi hejmarek ji jin û ciwanên ku derziya koronayê li xwe dane re axivî û tecrubeya wan pirsî. 
“Gelek kes derziyê ditirsin”
Fatima Beşîra ya 25 salî da diyarkirin ku rewşa pandemiyê ya xirab û belavbûna vîrusê dîsa li Xezayê, bûye sedem ku ew derziyê li xwe bide da ku parastina xwe û hevkarên xwe yên di sazî û malbata xwe de bike. Xebata wê ya di qada medyayê de wê neçar dike ku her roj bi hejmarek mezin a mirovên li qadê re tevlihev bibe, ji ber vê yekê pêwîst bû ew gav bavêje da ku bibe ya yekem ku dest pê dike û kesên din jî teşwîq bike û wiha dibêje: “Roja destpêkê dema min derziyê li xwe da serêşek min girt û roja dinê jî destê min werimî û ta ez girtim. Min dermanê ku navenda tibê pêşniyar kiribû ji bo êşê kêm bike bi kar anî, gelek kesan xwe ji derziyê ditirsand lê belê ne hêjayî tirsê ye.”
“Derzîladan pêwîstiyek e”
Ezmûna Batoul Abu Nassera 19 salî ku derziya vîrusa koronayê bûye xwe weke destpêkê hîs nake û dibe ku nîşaneyên wê wek xwe bimînin. Da zanîn ku ji ber perwerdeya xwe ya di aliyê pisporiya hemşîretiyê de li nexweşxaneyeke  Xezayê, derzî li wê hatiye ferzkirin ji ber ku ew diçe nava qerebalixiyê, neçar ma ku xwe derzî bike û wiha got: “Tevî ku ezmûna min a nebaş li gel derziyê heye, wergirtina wê pêwîstiyek e, êşa wê dikare bi dermanên êşê yên domdar were kêmkirin da ku germahiya laş kêm bike. Neqebûlkirina bedenê û westandina dijwar ya ku ez pê re rû bi rû mam dibe ku bi kesên din re çênebe.”
“Zarok jî bi vîrusa koronayê ketine”
Naghin Muslim a 40 salî destnîşan dike ku kaosa ku li dibistanên Xezayê qewimiye, hişt ku ew derziya koronayê bistîne û wiha got: “Min ji zarokê xwe bihîst ku hevalên li kêleka wî di refê de tama xwarinê nagirin. Ev rewş jî piştrast dike ku zarok jî bi vîrusa koronayê ketine, li dibistanê tu tedbîr nehatine girtin, min zarokên xwe neşand dibistanê heta ku rewşa havalên zarokên min baş bû. Ez ji derziyan gelek ditirsim ji ber ku di nava malê de ya mezin ez im û mamosteya zarokên xwe me divê ez nexweş nebim, ji ber vê ez çûm navenda tendirustiyê ya herî nêzî mala xwe û min derzî li xwe da ji bo ku ez wê êşa 14 rojan didome nekşînim.”
“Divê em hemû xwe biparêzin” 
Safaa Al-Ghalaynî ya 30 salî ev bi bîr xist: “Bi belavbûna vîrusa nû re li Xezayê divê em hemû xwe biparêzin tevî rewşa tirsê ku wana dorpêç kiriye. Lê piştrastiya bizîjkan ên gotegotên der barê derzîlêdanê de nerast in, bêhna wê fireh kiriye. Piştî derzîlêdanê çend rojan herareta min çêbû ya ku min bikira ew bû ku dermanê êşê bigrim. Ji ber ku rêjeya ewlehiya piştî derzîlêdanê ne ji sedan sed e. Em hîn jî li pey hemû awayên pêşîlêgirtinê ne.”
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, êvara şemiyê ya 4’ê Îlonê ev ragihandibû: “Derzîlêdana komên temenê wan di bin 30 salî de heya demek din li maye, ew jî ji ber qelebalixiya navendên derzîlêdanê ye. Dewreya duyem a derzîlêdanê ji 3 heya 6 hefteyan dirêj dike û dê ji hemwelatiyan re peyamên nivîskî werin şandin da ku rê li pêşiya qelebalixiyê were girtin.”