Havînê di konê ku li cihê mala xwe ya şewitandî daniye de dijî

Turkan Alayumat piştî ku gundê wan di sala 1992’yan de hat şewitandin neçar ma koçî Stenbolê bike lê piştî salan vegeriya gundê xwe. Turkan Alayumat havînê di kona ku li ser mala xwe ava kiriye de dijî û dibêje: “Axa mirov, tişteke pir cuda ye.”

 MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs – Erdnîgariya Kurdan ji salên 1990’an ve bi polîtîkayên qetliaman re rûbirû ye. Di salên 1990’an de bi zext û gefan bi hezaran gund hatin valakirin, bi milyonan mirov jî neçar man ji gundan koçî bajaran bikin. Di nava vê pêvajoyê de gelek kes ji nû ve vegeriyan gundên xwe. Yek ji wan gundan jî gundê Tetwana Bedlîsê Karûkan bû.

Piştî qetliamê gund hat şewitandin!

Gundê Karûkanê di 10’ê Hezîrana 1992’yan de bû şahidê qetliameke mezin. Di şeva erefeyê de pêşiya mînîbusa ku ji bajêr diçû gund, ji aliyê kesên nenas ve, kontrgerîla ve hat birîn. 13 kesên ku du ji wan zarok bûn bi guleyan hatin qetilkirin û bûyer 30 sal in hê jî nehatiye zelalkirin. Piştî qetliamê malên şêniyên gund ên ji gund koçber bûbûn hatin şewitandin, gundî neçar man koçî Stenbolê bikin. Hinek ji şêniyên gund beriya 4 salan vegeriyan gundê xwe. Şêniyên gund ên vegeriyane gundê xwe yê ku bê cereyan e û riya wê tune ye, zivistanê ji ber mercên hewayê nikarin li malên xwe bimînin.

Bi salan nikaribûn biçin gundê xwe!

Yek ji gundiyên ku du sal in havînê tê gundê xwe jî Turkan Alayumat e. Piştî 30 salan vegeriya gundê xwe, ji bo ku derfeta çêkirina avahî tune ye li ser mala xwe ya ku hatibû şewitandin kon vegirtiye. Turkan Alayumat, havînê li gund dimîne, zivistanê diçe Stenbolê. Turkan Alayumat diyar dike ku ew dixwaze daîm li gund bimîne lê derfetên vê yekê tune ne û dibêje: “Ez li vir xwe pir baş hîs dikim.”

‘Ji ber ku mala min hatiye şewitandin di konê de dimînim’

Turkan Alayumat behsa tiştên ku piştî qetliamê hatiye serê wan dike û dibêje: “Piştî ku em ji gund derketin, dewletê agir bera malên me da û gund şewitand. Piştî ku em ji gund derketin, ji neçarî em çûn bajarên mezin. Li wan deran bi salan em ji gundê xwe dûr xebitîn, ji bo debara xwe bikin. ^0 sal em qet nehatin gundê xwe. Piştî ku hinek malbatan dest bi vegerê kirin ez jî hatim. Ji ber ku derfeta min a çêkirina xanî tunebû, min li gund ji xwe re konê danî û havînê tê de dijîm. Du sal in havînê li gund im. Merc zehmet bin jî hewaya vê derê pir baş tê ji min re.”

‘Dema ku ji bajar têm vê derê xwe zindî hîs dikim’

Turkan Alayumat diyar dike ku jiyan li gund ji ya li bajar bi tendirust û zindîtir e û got ku tenê xeyala wê ew e li gundê xwe ji xwe re xaniyek çêbike û wiha domand: “Di biharê de têm gund, di payîzê de vedigerim.  Dema ku mirov gundê xwe nebîne, hem mala xwe hem jî paşeroja xwe meraq dike. Ez jî bi wê meraq û xeyalê ji nû ve vegeriyam gundê xwe. Dema ku ji bajar têm gund, di konê de jî bimînim, nexweşiyên min kêm dibin. Axa mirov tiştek pir cuda ye. Li vê derê tiştek tune ye, ajal û mala me tune ye lê mayîna li vê derê pir xweş e. Ger ku em xaniyan çêbikin mirovên me werin ez dixwazim her dem li vir bimînim. Berê ajalên me hebûn lê niha ji ber ku xanî û ajalên me tune ne em nikarin zivistanê li vê derê bimînin.”

‘Gund 32 sal in bê cereyan e’

Turkan Alayumat da zanîn ku li gund di serî de binesazî gelek tişt tune ne û wiha domand: “32 sal in cereyan li vê derê tune ye. Bi salan me xwest cereyanê bikşînin îsal hê nû dîrekan danîn. Dibêjin dê îsal cereyan were. Em bi enerjiya rojê pêdiviyên xwe bi cih tînin. Em bi şev dernakevin derve ji ber tarîtiyê. Riya gund jî tune ye, dema ku em dixwazin biçin nexweşxaneyê em neçar dimînin bi koçeran re biçin.”